yane

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  793 Dîtin
xanegahî munewwere, yane
yane pêwîstî jînî lawane
ew serokey ke jûrî hemuwane
kelleyî piř le hoş û fen û zane
ew kesaney kewa lewê payen
des bijêrî biłindî kurdane
kołege û hêzî berdî binçîney
nawî me’rûfe merdî meydane
nawî feřînî yane dengî da
her le ferẍanewe ta weku ẍane
yane pêwîstî jînî lawane
najyê beçke mel bebê lane
amed û feřû kar û fen zanîn
wa lewêye, bîdîne, bîzane
çît heye bîderê eger kurdî
her le milyonê taku yek ane
bo emey hate dî esel cyawuk
řoşnî dîde wu hêzî canane
nûḧî kurdî bijî bebê xanû
zû penade esîrîNasnava edebî bo yane