wesyet

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 2 Xulek  873 Dîtin
wesîyet bê eger mirdim were ser gořekem qale
biłê awateket pêkhat hełsite bêreder xałe
ke bûyte sercelew serpolî gewrey leşkirî kurdan
leber hîç ezyet û cewrê, nekey of û nekey nałe
bexot û leşkir û polit leser gořim meşq daden
umêdim waye zindûbim leber şadî be’ew ḧałe
weku xałit be, ey řołe, xerîkî karî mîllet be
ewey xercî eka xałit leřêy xizmet ser û małe
biřazêwe bezanîn û beçake û dîn û çawtêrî
le azayî wehabe, pêt biłên wek řostemî załe
befeřře ew kesey wa sengerî tîr û ẍem û derde
le řêgey mîlletî kujra, lejêr xaka kifin ałe
’ezîze ew kesey koşiş bika bo hawzubanî xoy
egerçî jînî tałe, ’acze bedbexte kem ḧałe
şehîdî mîlletim teslîmî xakim ken gelî kurdî
bipoşin xakî ser gořim, beřeyḧan û guł û lale
le řêgey mîlletit her çît beser bê xoşe ey řołe
le jûrî lapeřey te’rîx enûsrê sûretit qale
mukafatî esîrîNasnava edebî řojî meḧşer badeyî kewser
e lem dinyayî dûne, bê beşe, daym demî tałe