melîk ẍazî
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
2 Xulek
1174 Dîtin
bextit direwşa weku řoj bû be’eyan sewdake
benewaziş le bełat ḧasłî bû hîwake
çûme xizmet melîkî tebi’ biłind wek payey
ger le exlaqî bipirsin, nebû bêcge çake
emey em şare, ke şade bequdûmî take
nesebî dyare weku řoje le nutfeyî pake
bestayş besupasî layqe dîwan binûsim
bo ew e’la nesebey fîkir û ře’î řûnake
her ke danîşte ḧukim tał’î mîllet gîrsa
elweda’ê le perêşanî eka gel hake
here dyarîtrî ewladî kesêkî waye
xwa ke fermûyetî derḧeqî ewî lewlake
xoşewîstî sebebî řeḧmetî yezdane kesê
buẍzîka, xwa ẍezebî lêdegrê biřwake
her çenê kirde wu exlaqî cwanî bêjin
baweřî pê bike řaste le cewabî ake
dewrî kon bêne xeyał, ḧałî çilon bû mîllet
seyrî asayşî emřo bike zor bałake
xoşewîstîy melîkî muşefîq bê herke gelê
tirsî dewruderî nabê hemû karî çake
her ke meř laleweřêka, le şwanî gumbê
bê şike ew meře bo gurg û çeqeł xorake
ke ře’îye buwe leşkir le ḧewalîy serdar
behemû corê le çawdêrîy qisûrî nake
sałewextê lemewber agirekey asûrî
ke giřa, çonî kujan em melîkî bê bake
wirdî dwařojewe be, mîlletî kurd têfkire
leçya çake û kełkit bê, meweste wake
muxłîsî řastîy melîk ẍazîKesyî newcahit be
leşkirî muntezemî ewbe le jêr ałake
aşkira bêje esîrîNasnava edebî le celala debjî
bemelîk ẍazî lenaw gişt melîkana take