30

zîn buxçey diłî lay momî dagîrsaw dekatewe
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  578 Dîtin
carêkî be zarî momî dedwand
derdî diłî zarî jarî denwand
ey hawdemî řaz û hawinşînim
min, toş wekû xom besoz debînim
firmêskê legeł mina deřêjî
çon wa debê hîç şitê nebêjî!
nazanî diłim bexom demênê
yek bigrî legełim û nemdiwênê?
dirdî min û to leyek cudaye
wek xawer û zerdepeř wehaye
to xawer û şoq dedeyte çawim
min řojpeř û agirîn henawim
nasûtê le to meger zimanit
wek min nîye bisûtê tay jyanit
şoqit ke leser serî dyare
sewdagerî serserî dyare
min gyan bebłêse dił bepşikom
sûta ciger û henase bosom
tîşkî serî to, le to zimane
giřpey diłî min be’êş û jane
hî min, be lehî û be gêjełûke
nakujêtewe, hî to çûk û sûke
şew debîye hewałî şewbêdaran
řojane denûy heta êwaran
min řoj û şew û sibe û êwarim
yek la nîye, ayîsane karim
carcare ledest diłî birîndar
cařz le jyan debim, benaçar
perwa nedema le agirî xem
perwane dema bibête hawdem