çaxî seḧere
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
2 Xulek
789 Dîtin
mełê em řêgeyey girtûme etirsim xetere
řołe ew çişte, ke tûşî ebî emca zefere
ew nemamey, ke fîdayî wetenî çandûye
behemû layê řegî řoyîwe, liqşî le bere
melî her çen wetenî kurdî şîmalî heye, wa
hîcretî kirduwe, hendêkî le cê derbedere
hendêkîşyan degirin deybene qesabxane
weku meř ser debřên, xwênî emaneş hedere
herçî ẍîretkeş û merde şu’eraw û udeba
mat û ḧeyrane diłî piř ẍem û derd û kedere
herçî qewmî mutereqqî heye emřo le cîhan
her ke hêzî buwe, hełsê buwe boy em qedere
gewre kujran û, dê sûtan û, lecê derbederî
paşî eme nîzîke înca le bo mîllet semere
çunke bêgane bû, çîy kird beto dujmineket
ewey girtî hełîwasî, ewey ma derbeder
meke baweř bewtey xoş û teřî bêgane
şehd û şekker bê, dehendey beto îlla bezeře
hawizbanî wetenî, dujmintiş bê řołe
baweřî pê bike, hem derdite, zehrî şekere
bese em bîr û xeyałate esîrîNasnava edebî ta key
têpeřî şew betewawî, ewe çaxî seḧere