bo ’ebdulřeḧman begî tapo
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
781 Dîtin
’ebdulřeḧman begî tapo diłekem, gerçî çû
teng mebe şukirî dewê payeyî ew, bała bû
hemû kerkûkî seraser le xuda pêwîstyan
emeta, payeyî beg berzewe bê bêtewe zû
çakeyêkî pête bêcge leme nazanî
kirdeyî babîye em kare lemîş bûge bexû
seyrî hełkewtî serî key, mexzenî ’eqił û zeka
seyrî řuxsarî bikey piřtewî fiřînî leřû
mîlletê jûr ekewê dewłetî huşyarî hebê
dewłetê hêzî ebê pyawî hebê serkewtû
hemû pyawanî ḧikûmet wekû em bûnaye
le cîhan tak ebû em dewłete hawtay nebû
payew çakey pyawê ke neyzanîbê gelî
çi nimûdî nebuwe ew gele hermawe le dû
zor supasî ewê ho kakî esîrîNasnava edebî bo beg
payeyî berzewe bû gerçî le kerkûk laçû