çûme kurdistan
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
6 Xulek
1023 Dîtin
çûme kurdistan le çaxê germî wu serma nebû
bergî şîw û şax û, deştî sunbil û řeyḧane bû
bo hîlakîy geştî dewrî paytextî şay bebe
cêge mołem çend řojê şarî xoşî bane bû
řostem xan û ḧemexan pêk beşeř hatin lewê
çend kesê kujraw, çendî dê sûta û wêrane bû
dił lewê hełkendira, řûm kirde řêgey girdî xan
dengî poř û qumrî wu bulbul lewê mestane bû
çûme ew dîwa, geyîme mîre dêy deştî seqiz
bangyan kirdime qełatê terzî newkaşane bû
noker û mîrza wu xanim, hatne dewrim hemû
basî cengî baneyan pirsî, welê aẍa nebû
her kebîstyan lêm şiksitêkî tewawî ḧemexan
têkçû aẍajin beyekcar, gifit û gom pê ça nebû
mîrzayê pêy witim wiskit be aẍaş lew şeře
xuşkî ḧeme xane, xanim, ça bû ew wirya nebû
xanmî dê hate giftugo, welê guftî çilon
her ke tê nořîme bîr û hoşî, suqratane bû
erbebaCih û řêy hengejałyanCih ger bigirtaye witî
naşkan bem core, pîlanêkî bismarqane bû
bangî mîrzayêkî kird, nûsrawî bo cêyê nûsî
ta nûsî çend carî pê gêřawe, her pêy çanebû
xoy ke destî kirde teqrîrî bepehil û parsî
min lecêy xom mat bûm, mîrzaş lewê dêwane bû
tê geyîm ewsa ke mêşkî pyaw û jin ferqî nîye
her kesê te’rîxî zanî, bîrî ew meznane bû
bo sibeynê kewtime řê ta çûme naw şarî seqiz
cêgeyê awdar û diłgîr û xoş û canane bû
çend řojê mam lewê řûm kirde menmî û tîleko
çûme dêy mîrza mîraşe cêgeyê şahane bû
çûme dîwanî ḧebîbułłaxanî tîleko
çen mela û serheng lewê bû, komełî pyawane bû
giftugoman hate ser nûsînî zanayanî kurd
kewtine kêşe legeł serheng, ew zana nebû
farsî û xettî şiksitî êwe nazanin witî
mêşkî leq bû, witey bê tam û mecnûnane bû
farsî û xettî şiksitiman bo çîye? kurdîy petî
bo ême nûsînî çake witme ew, wirya nebû
taku êsta hîç nenûsrawe bekurdî çon ebê
xwêndin û nûsînî pêşûnanî êwe wa nebû
lew serî dîwanewe xêzanî xan hate cewab
zor beser serhengida hat û, witey bêca nebû
mîlletanî dî mela’îk fêrî nûsînyanî kird
ya le tewrat û le qur’an, yane îlhamane bû
tê geyîn witêgeyandin, bote hîwayî nûsîn
min bekurdî zor enûsim, ře’îy to nadane bû
bem witey xanim quřî daye demî serhengida
mat bû řeş (řeş) dageřa nuqmî kupey xumxane bû
paş geřanî heybet û gelbaẍ çûme naw serał
çûme małî seyd ’elî çaxî tû û şîlane bû
seyd ’elî hoşyar û zana wu bedił wirya û men
řûxoş û kar û witey serkewtû û gewrane bû
ḧurmetî girtim şîlane û tû û sêb û xwanî hat
des le xoraka bû, giftugo û şeře şî’rane bû
nore kewte bermin, hełbestêkî xomim xwêndewe
zor teř û xoş û şirîn û, nask û yarane bû
zoryan pê xoş bû hî kêye eme? hî min witim
kwênderîy kêy kurdeym, komeł bewe řendane bû
sa kewaye çendê hełbestî beheştî şêx řeza
lêre fermû, cêgeman emřo beto şahane bû
her ke xwêndim hate cunbuş pyaw û jin gewre û biçûk
xanmîş çen şî’rî şêxî xwêndewe mestane bû
paş ewe hełbestî nîştimanî û gelîy xoy xwêndewe
mêşkî pyawî aw eda, bew core mîllîyane bû
lew deme hatîne ser guftî pêşûyî erdelan
basî te’rîxyanî kird, zanînî ustadane bû
zor ’ecayb elfîyey metnî syûtîşî leber
xomnîş camîm exwênî têgeyînim wa nebû
bo sibeynê zû le şerma kewtime řê bo sine
çûme şarî sîne, baẍî seyrî sînema nebû
hênde řojê derdeçûme geştî dewrî çîmenî
awî řûn û mêrẍuzar û qesrî fîrdewsane bû
carê tûşî desteyê jin bûm legeł aẍa ḧesen
řabûrdinman belayana benaçarane bû
yek lewan hawarî kird, fermû feqê çayê bixon
şerimşim hat û ke seyrim kird mestûrane bû
her ke danîştîn hemû řûyan nîqabî pêwe bû
yek lewan morêkî ken, nadir le besre wa nebû
min witim bo çî jinîş detwanê ḧekkakî bika?
ew tirî wityan se’at saze, kiçê qeyrane bû
ew tirîşyan (lewḧe) nwîsêke weku çape xetî
çalêner goynde bû, saqî jinê řendane bû
destyan kirde mu’emmaw û leẍiz pirsînewe
her xwaxwam bû necatim bê, welê řêga nebû
mêzerî mela ke derkewt, zû bezû hełsayn lewê
çunke mela řexne gîr û, gewre wu mendanebû
paşî çen mangî tirî çûme řewanser seyrî kem
xan û manî erdelanî hîçî dî hîwa nebû
her ke çûme sełtenetge, ḧakmî ḧemîde xan
afretê serdar, řeşîd bû, xoy le dîwana nebû
çûme komełge selamim kird û wityan sed ’elêk
piř le melaw û le nûser, komełî zanane bû
fermû aẍay seyîd ew jûre bexêr bêy xełkî kwêy?
her ke zanîyan kerkûkîm, basî şî’ir yêkane bû
çendî hełbestêkî şêxî xwêndewe xanim bexoy
min ke hełbestêkî xomim xwêndewe hawta nebû
bêjenanî gişt enasî, xoşî bêjen bû kemê
çen hezar bêjî leber bû, nûserî gurcane bû
ḧakmê bû ḧukmî wek bapîregewrey erdelan
têgeyştû û men bû guftî, řêk û dane dane bû
paşî çen řojê lewêwe çûme deştî şarezûr
nûsrawî ’adîlem dî řêk û diłdarane bû
em geřanem bîst û dû sałî lemew pêş bû tewaw
lew demane, řojhełatî pyaw û jin wirya nebû
ey esîrîNasnava edebî em jinanet dîwe wirya bûn lewê
pyawyan nîwey weha bû, řehberêkî wa nebû