matemname
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
891 Dîtin
reş depoşîn, şîwene kurdîn le mangî matemîn
řojî quřpêwane emřo mêzer û serpoşe şîn
sał besał em mateme degrîn le bîrman derneçê
ta zemanî tołe dê řojêkî wa xuřem ebîn
şêx ’ebdulqadir û çen sed ře’îs û, şêx se’îd
lem deme bûne fîdayî nîştiman û gel, dînî mubîn
şêx ’ebdulqadir em zułme giraney lê kira
dyare erşed bû le ewladanî fexrulmurselîn
bo nesûtê dił, ciger boçî nebirjê wek kebab
serkiz û ’aciz xomanîn, derdedar û dił ḧezîn
bê hîwa wu bê penaw û bê beş û, bê cê û řê
goşegîrî na’îlacîn, dûr le xełk û bêkesîn
çen hezarêkman besêdare benaḧeq bûn şehîd
sed hezar kujrawman êsteş leser řûyî zemîn
sed ewende zułim hebê, derdîş hezaran bête pêş
her leser em bîre wu em řêgeye sabît ebîn
merd ewe mał û ser û mułkî le řêy ḧeq dabnê
ey esîrîNasnava edebî hîçe lay ’aqił benamerdane jîn