êmeş ewladî ademîn

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 2 Xulek  659 Dîtin
êmeş ewladî ademîn beşerîn
le mudîr û îdare bo çî berîn?!
***
em ẍem û derd û ḧesrete ta key?
daẍî naw cergî let lete ta key?
em weřs bûn û mîḧnete ta key?
nêłeyî xełk û barî mînnete(1) ta key?
êmeş ewladî ademîn beşerîn
le mudîr û îdare bo çî berîn?!
***
ewey hoşî hebê lematem û ḧuzne
nîye bo kurdî bê newa cejne
boçî nayêtedî qerarekey lucne?
gewrew û biçke bo ewe tuşne
êmeş ewladî ademîn beşerîn
le mudîr û îdare bo çî berîn?!
***
pyawman ’alîm û merd û bê perwa
take nîştimanman le ab û hewa!
mîweyî baẍî bo cîhan eřwa
fa’îdey çî? bequřgî xełk eřwa!
êmeş ewladî ademîn beşerîn
le mudîr û îdare bo çî berîn?!
***
têbge řołe çon bû pêşûnan
ḧukmî mîdya û ’edlî newşîrwan
quwetî erdelan û, bexşişî baban
êste bo milkeçîn û sergerdan?!
êmeş ewladî ademîn beşerîn
le mudîr û îdare bo çî berîn?!
***
kesê heye wa le gel becê mabê
weku ême le paş û duwa mabê?!
bê wezîr û emîr û, bê şabê
heye ayet ke kurd behîç nabê?
êmeş ewladî ademîn beşerîn
le mudîr û îdare boçî berîn?!
***
mudde’îy xadmî biłindî beşer
kirdyan gişt bexakî ême guzer
têgeyîn ḧałî kurd û, bas û xeber
řeḧmê naken le mîlletî bê ser
êmeş ewladî ademîn beşerîn
le mudîr û îdare bo çî berîn?!
***
seyrî kurdê bikey leser ta pay
her le tepłe, heta weku kałay
kirdeyî xoye sin’etî baway
ey esîrîNasnava edebî ḧeqe bikey daway
êmeş ewladî ademîn beşerîn
le mudîr û îdare bo çî berîn?