dem peristî weten û ...

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  831 Dîtin
nîştimanêkim heye diłber û ser pişkî cîhan
le cîhana heyetî nawî xoş û nawwinîşan
bedrext û guł û gułzar û řez û baẍ û çemî
doteyî şox û qeşenge, geş û řengîn û cwan
feřî çîn çîne leser yek weku zułfî dulber
darî berzî berî, jêrî leweře û awî řewan
řûy zewîy waye, binî zîw û zeř û cîwe û newt
bistecêyêkî nîye tyaya nebê genc û kan
eselî zîrekîy gel xoşî û pêkewteyî xak
le geway em witeye kurd ke neygořî zwan
ger dirust bwaye peristîy cige xwayî yezdan
demperistî weten û, demgut xwame nîştiman
taku mawim hemû pêwîstîyek û xorakim eda
her ke mirdim deçme baweşî destim lemlan
ey esîrîNasnava edebî le serit çakeyî zore weten
toş řewaye bo ewey xot keye kuştî, qurban