mizî bêgane

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  1039 Dîtin
xwa deyzanê řołe derdedarî ḧał û bałî tom
ebed nayête bîrim zeřeyê tedbîrî małî xom
kiz û mat û melûl û ser firo û ḧeyran û sergerdan
le derdî toye lawazim perêşanim qedim bû kom
bedes bedxiwahekanî bê feřî xomanewe sûtam
nîşangay îftîra wu ẍeybetim hîçe dijûn û lom
le bîrî karubarî to peşêw û mat û damawim
perêşanim weku to, çon perêşanî benêzey řom
netîcey xizmetî bêgane waye axrî dîtit
mizî bêgane waye xot bisûtênî eger wek mom
bira ew zułme bê endazeyey dujmin ke kirdî lêt
eger sed yek eweş key lêt qibûł naka xeřat û dom
xwaye turkî bedbînî diřinde meḧwî beřkey
bikey cê şarekanyan bo ême baẍat û şom û tom
mełê kurde esîrîNasnava edebî ẍafłe lem řoje tałey min
xuda deyzanê řołe, derdedarî ḧał û bałî tom