şîwen bo bawkî
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
922 Dîtin
çibû lêman lekatê kewtye dûr
desa piř gořeket bê řeḧmet û nûr
leber aramî dił xot may le laman
welê řuḧit geyşte ’alemî jûr
kuřan û xizim û xwêş û dostî lawit
le ẍem pîr û hemûyan piştyan kûř
le daxt şarî kerkûk xuř egrî
le xwênî çawe ḧewşî tekyeket sûr
beşadî û serbiłindî çwîte cê
beheşte bałexanet nokerit ḧûr
řefîqî çak û çakît bo hemû kes
kes řencî nedî lêt tawekû mûr
yekê pirsî le te’rîxt witim pêy
le dîwanî xudaye ḧî miẍfurErebî