şehîdan

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 15 Xulek  1702 Dîtin
gwê le min ke bot biłêm ey kurdî merd
weq’eyî diłsoz, ta bitkate berd
to gelit mezłûm û sergerdan buwe
nîştimanit ser beser wêran buwe
sawe wu lawit, le zanîn beş biřaw
pîr û qeyret ẍem xor û mezłûm bû
nîştiman wêran û mîllet derbeder
hîç nema bû, bo pyawit xêr û feř
şêx se’îdî gewre şêxî palo bû
agedarî serşêwawî û ḧałî bû
merdî zor zana wu gewre hîmmetî
beḧrî mend bû ’îlim û feził û heybetî
şest melay way pêgeyand wek sîbeweyh
pîrî nasraw bû le gurcî taku teyh
sed hezaranî mirîdanî hebû
bo emane pê xor û, nanî hebû
ẍîretî mîllet le diłya hate coş
’eşret û xizim û kesî kewte xiroş
nawî xway hêna wu destî kirde şeř
şarî kurdanî wedest xist, bereber
leşkirî turkan leşeř heşta hezar
ser sinûrî dewreda, bo çil hezar
şeř heta sê mang û de řoj bû tewaw
kurdekan lay pirdî palo, bûn biław
hênde ’eşret ẍayenî kird, boye wa
meḧû berbad û perêşan bûn ewa
şêx ke zanî îşekey kełkî nema
leşkirî dewrî ke cêmabê keme
xoy beşertêkî weha teslîm kird
hîç kesê mes’ûl nebê gewran û wird
bo dyarbekir birdîyan û kuştyan
dar û sêpa danra, xinkanyan
ew şehîdî gewreye sałî le şest
têpeřî bû kewte gułzarî beheşt
bê qerar û qewl û, bê şertin hemû
turkekan serdarekanyan girt hemû
şêx ’ebdulqadrî ẍewsî duwem
basî kujranî ewîşt bo bikem
’arfî bîllahê bû merdêkî teqî
pîrî fanî zahîr û batin neqî
cênşînî şêx ’ubeydułłah bû
xoşewîst û řołeyî diłxiwah bû
ẍewsî beẍda piştîyew bapîrîye
alḧisin abin albituşNava taybetErebî ciddîye
nutfeyî pakî ře’îsul’enbîya
řutbeyî xoşî ře’îsul’ewlîya
birdyane jêrî sê pa bestyan
le’netułłahî lewaney kuştyan
şêx zade nur muḧemmedNava taybet řołeşî
herweha kujran besê pa bû beşî
meşhedî ew řoje her wek kerbela
xwa beturkana bibarênê beła
’îlim û fennî bû erestoyî cîhan
’ezim û azayî weku şêrî jyan
bawik û kuř herdû beyekca kuştira
tif le turkan bê, le te’rîx nûsra
mîr eła xalîd begîş serdar bû
pêş ewî bû, řehberî bêdar bû
ew serokî ’eşretî cebran bû
ew medarî îftîxar û şan bû
pêgeyştûy mektebî ’eşret bû ew
piř diłî bo gel ẍem û mîḧnet bû ew
jin birayî şêx se’îdî gewre bû
bo biłindîy gel le keşif û dewre bû
çû buwe erziřom le katî girtyan
merḧemetyan lanebû zû kuştyan
her ke ewyan kuşt û, kurd piştî şika
têpeřî ewcare aştibûn û tika
bê wefan destyan şikê çon kuştyan
lew şeřî řûs û yonan çîy kird bo wan
nardirawî gewreyî betlîsîyan
řoḧî kurd yûsif zya beg, newciwan
îddî’ay ḧeqiq û beşî kurdî ekird
hênde hewłî da, heta lem řêye mird
deçuwe komełgahî gewrey turkekan
mes’eley kurdî edaye çawyan
girtyan û kuştyanîş bê eman
řojî wa dê ejnewî turkan neman
sergeley kurdan bû diqtor fu’ad
bo perêşanîy gelî eykirde dad
ew nexoşanî bebê miz çak ekird
řoḧ û małî serfî řêgey gel ekird
nawî derçû bû lenêw kurdustan
dax darî kirdewey bûn turkekan
we’iz û îrşadî ekird bo mîlletî
bo weten bo ax û dax û ḧesretî
řojî řeş ewyanîş hełwasî le şar
dyarbekir matemge bû, giryan û zar
şêx ’ebdułłah, şêxî melekan
ẍemxorî bûn ehlî erz û asman
’alîm û ’aqił bû, danaw û zekî
bo gel û dînîşî ḧazir bû çekî
gewreyî tekye û xelîfan û murîd
ew buzurgeşyan besêpa kird şehîd
şêx şerîfNava taybety namdarî şehsiwar
řoj û şew bodîn û gel eykird hewar
xawenî genc û xezîne û mał bû
xoy benûstinî ser ḧesîr xoşḧał bû
doşeg û qałî bû daniştigey mîwan
xizmetî yek bû le derheq şah û şwan
bergî berxoy konew û pênawî bû
bexşişî zor bû le dinya nawî bû
xizmetî zore le derheq mîlletî
çûne ser sêpa bû axir mîḧnetî
ey şehîdî muḧterem, ey namdar
taku řojî ḧeşre nawit payedar
basî meqsudanî baba beg bikeyn
zamî cergî mîlletî piř xwê bikeyn
řuknî kurdistanî jûr û bû ewî
derdî gel neyhêştibû xorak û xewî
hênde têkoşî, heta lem řêye çû
dwa nefesdanî leser sêdare bû
yawerêkî mîr ała bû, newciwan
lay nebû ’elî řeza beg mał û gyan
geh witey bo karî, bo cûłanî gel
deynûsî gahê beçap û, geh bepel
geh le meydanî şeřa cengî ekird
dujminî tirsan leser sêdare mird
lawî new cahî newey qoç zade bû
xanedan û dîtew û begzade bû
daxekem sałḧ begî hanîş çû
zor fîdakar û ḧemîyet mend bû
řehber û serkirdew û şeř kirde bû
pyawî tedbîr û wite û go birde bû
ew dwařojî dezanî wek setîḧ
axrî gum bû leber çaw wek mesîḧ
xełkî hanî mistefa beg şêrweş
hîç nemabû ew betengî gyan û leş
kar bedest û gewreyî kurdan bû
sayedar û mu’mînî yezdan bû
dîn û mîllet bû demawdem giftugoy
ta weku xinka leser sêpaye xoy
lawî gel, xîzanî zade betlîsî
beg, kemal fewzîNava taybet bebê tirs eynûsî
xawenî çap û ẍezatey kurd bû
şa’îr û nûser beřastî merd bû
hênde nûsî taku řojê girtyan
dest û payan best, besêpa kuştyan
çutî zade bû kemaleddîn begNava taybet
pyawê dyarî bû le xerpût wek melîk
ḧeq perist bû û ḧeqîqet bîn bû
hoş û bîr û karî bû, têbîn bû
derdî mîllet axrî karî lêkird
řêy leser sêdare bo fîrdews bird
ḧacî exnî begNava taybet dyarbekirî bû ew
bê miz ewqatî feqîrî gel bû ew
ẍedir eka dîtî le kurdan meḧkeme
řołe kujrawiş bê, kurdî mucrîme
hênde tîkoşî, nîfaqî lanebird
axrî têçû leser sêdare mird
bo şehîdan bêcge cennet cê nîye
yek lewan xalîd begî ḧesenanîNava taybetye
’eşqî mîllet îxtyarî send bû
xoy fîday nîştimanî pakî kird bû
hîmmetî wek elbirûzî kêwî qaf
dengî azayî çû bû qaf ta beqaf
’eşretî hestan û xiste karewe
bo gelî dwayî buwe sêdarewe
ḧacî mûsazade ’îzzet begNava taybet ewîş
destî kirde we’iz û îrşad û be’îş
gerçî deyzanî dwayî tê eçê
xan û man û mał û mułkî têk eçê
ẍîretî neyhêşt le cêy xoy danîşê
lay nebû tirsî ke dujmin bîkujê
danra bo kuştinî dar û petî
babjî mîllet leser sêpa witî
yek le gewrey palo ’ebdułłah begNava taybet
pyawetîy dengî çû bû taku felek
kurdê azarî bidîtaye le turk
deçuwe lay pasî bika wek şwan le gurg
sayeyê bû bo perêşananî gel
nan bide bo kefte wu pîran û şel
sebir û aramî nema bû, kewte şeř
ta leber sêpa witî; bo gel bê ser
şa’îr û mîllî û gelî xełkî si’ird
umru’ulqeysNava taybet dway ewî hêşûy ekird
nawî mela ’ebdulřeḧmanî zekîNava taybet
her le kara bû qełemdan û çekî
řoj û şew deynûsî wu hewłî eda
bo kesî xoy kird leser sêpa fîda
taşTeksta ne aşkira kesanlî şêx îbrahîmNava taybety çak
bo biłindîy dînî kewte jêrî xak
dîtî turkan hewł eden dîn laberin
şer’ û qur’anş le nawa hełgirin
sebir û aramî nema xoy daye kuşt
zû le ser sêdare řoyî bo beheşt
şêx îbrahîm efendîNava taybety şêxî can
day le řêgey dîn û mîllet mał û gyan
dîn ke hełgîra witî ser bo çîye
mał û mindał û jyanman bo çîye
cařî řadabû beser turka cîhad
ta leser sêpa becennet bû bû şad
yek le serkirdey şehîdanî weten
elḧesenNava taybet zulkîfil bû, poşîy kefen
têgeyî emřo demî millîyete
çûne jêr barî kesî dî mîḧnete
destî daye pênictîr û kewte kar
řanewesta taku xinkanyan bedar
şêx beha’eddîn birayî şêx se’îd
ew buzirgeş bû elem řêye şehîd
dîtî turkan zułmyan zore le kurd
çen hezar kesyan perêşan kird û mird
emrî kirde qewmî kurdan bo cîhad
her çîyekmanş beser dê bad bad
řanewesta ta le şeřda pêwe bû
girtyan řoḧî le sêpa lêwe bû
walîy dare hanî bû feqê ḧesen
cergî mîllet bo ewî bote seren
bexşiş û en’amî turkanî newîst
ser biłindî û gewreyî kurdanî wîst
kewte řîzî namdaranî wiłat
cennetî bû bo mizî sêpa xełat
yûsif aẍa ehlî ẍîret bû ewîş
ba fîday gel bê witî mał û serîş
hate meydan piř le çek wek şêrî neř
dujminî deşkan demawdem beř beř
řojê kewte destî dujmin bê xeber
bestyane dar û sêpa pet leser
bot biłêm memî hełoye çon nema
kewte ber sungî leş û gyanî nema
merdî meydan serceley şêran bû
bo şêwawîy gel diłî wêran bû
her bexencer řanîye ser dujminî
dewryan da kuştyan qewmî denî
bo feqê eḧmed ewa sînem sûta
cerg û nawim wa le daxî let lete
xawenî tedbîr û hoş û bîr bû
bo şikanî dujminî şêr gîr bû
hîç le meydanî şeřa kołî neda
taku kujra hewłî da mołey neda
şêx zya’eddîn efendîNava taybety palewî
murşîd û serdarî kurdan bû ewî
dîtî baweřyan bequr’ana nema
turkekan meylyan legeł dîna nema
herçî małî bû le şeřda xercî kird
řûḧşî dana leser sêdare mird
bo ře’îsî ’eşretî zergane ẍem
çen ḧemîyet mend bû aẍa kerem
’eşretî hełsan û xoşî kewte pêş
hîç netirsa derbeder bê xizim û xwêş
wa şeřî kird ’eşretî dwayî biřa
xoy le meydana begulle lê dira
qehremanî gel miḧemmed naw xeto
bot biłêm gwê bigre kirdey ew eto
şêrî ẍuřem merdî ceng û me’reke
bitdyaye wat dedî ẍerqî çeke
desteyê pyawî legeł bû kewte şeř
ta şehîdyan kird begulle bê mefeř
newciwanî şox û şîrîn şêx ’elî
ew birazay şêx paloyî welî
lawî newca bû le diłya ’eşqî bû
’eşqî mîllet řoj û şew sermeşqî bû
xoy negirt taku begij turkane çû
ta le meydana şehîdî gulle bû
şêxî neqşî, şêx şemseddînî pakNava taybet
řûḧî řoyî bo beheşt, cîsmî le xak
her ke dîtî turkekan dînyan nehêşt
sebir û aramî nemaw û danenîşt
ew leber dînî cîhadî turkî kird
bestyane darewe îmanî bird
yek le mamostay qutabîy mekteban
nawî eḧmed fexrî begNava taybet bû newciwan
murşîdî lawanî kurdanî şîmal
cennetî bo xoy bexwênî kird ḧelal
bo necatî gel çuwe nêw me’reke
kuştyan řojê le meydan ew bege
muftîy lîce mela ’ebdulḧemîd
řołeşî wek xoy mela, nawî se’îd
bawik û kuř, bo dîn û gel hewłyan eda
emrî ladînî dira gwêyan neda
çun ḧemîyet mend bûn turkyan newîst
her çenê tirsanran hîçyan nebîst
herdûyan hawirde dyarbekirî xerab
bê xeta hełwasran dił bû kebab
şêx celaleddîn efendîNava taybet, şêxî can
bot biłêm ew serwere çon bû nîhan
dîtî turkan bere bere qanûn eken
bo nemanî dîn, çend û çûn eken
bîryan waye zuwanî kurd nebê
bêcge turkî hîç giftugo nebê
ew leber dîn û gelî bû kewte ceng
ta leser sêdare řûḧî kewte teng
şêx eyûbî çyay řeş gewre bû
her çîyêkim wit lemewpêş lew hebû
’îlim û fenin û dîn û dinyaşî hebû
hîç le şeř kołî neda ta pêwe bû
qedrî efendîNava taybet le me’den walî bû
cennetî bû bû, le dinyaş nawî bû
ser geley kurdan nawî zulfîqar
çon şehîdyan kird besêpaw û bedar
ser qumandananî lîce ḧeqqî beg
řûḧyan bird bo behişt cem’î melek
çon serokê bû memed şukirî gelî
řûḧ û małî da le řêy dîn û gelî
can fîda qadir begî sînanîye
cêy le fîrdewse le dinyaya nîye
lîceyîn kehyen ḧesen eḧmed bizan
bo biłindîy kurd, dayan mał û gyan
gewreyî lîcen ḧesen aẍa ’ezîz
xercyan kird bo weten gyanî ’ezîz
şêx îsma’îl şêxî neqşî bû
bo feqîran nan û xwan û bexşî bû
xoy û biray ’ebdulletîfî namdar
pyawetîy lay xas û ’am bû aşkar
dîtyan namênê tekye û xaneqa
wa’îz û murşîd, mela, karî şeqe
emryan daye murîd û sofîyan
şeř biken bo def’î dujmin giştîyan
3top û bomba wu tifeng neyhêşt murîd
xoşyan dwayî besêpa bûn şehîd
serceley xêłî giřawî le zikî naw
xoy û xizmanî le şeřda kewtine naw
koşiş û řencî eda bo mîlletî
daku řizgar bê nemênê ezyetî
xoy û xizmanî le gêjengey şeřa
her besungîy dujminî dwayan biřa
ḧacî xalîd beg, çi zatê bû bizan
mêşkî piř hoş bû, dił awedan
řołeşî mela miḧemmed bû, emîn
ẍemxorî kurd bûn, nefes kêş û ḧezîn
komełî kurdyan ebest guftyan eda
herdû kujran, kirdewe dadî neda
şêx qasim, şêxî melekan bû
şadî qesrî cennetî ’ednan bû
řastî wu ḧeqqî dewîst, şer’î dewîst
pîsî wu ladînî wu feḧşî newîst
emrî daye kurdekan çek piř biken
řoj û şew hîç řanewestin şeř biken
her şeřî kird taku řojê bestira
bo jyanî dîn û mîllet kuştira
şêx mûsa zade wirya şêx ’elî
hewłî da qaym bê dînî, tembełî
dîtî gel karî perêşan û kize
dujminî tałan ker û, xa’în, dize
řaḧetu xorakî hełgîra heta
kewte şeř kujra bedes qewmî çete
beḧrî begNava taybet, cibranî yuzbaşî bû, ew
pyawî kara bû, mełê naşî bû, ew
kurdekan zanîyan penahêkyan nema
dîn û namûsyan eden înca beba
wek piłingî bêşe hełmetyan bird
řanewesta taku lêyan da wu mird
qehreman bû tahîr aẍaNava taybety namdar
leşkirî kurdanî kird, pyade û swar
kewte ser dujmin, beřûyan hełgija
gulle wu bombaw û daney bo řija
řay nekird ta kewte destî dujminî
kuştyan, aware bû mał û jinî
wa nebû xwênxiwarekan her pyaw kujin
çen kesanêkyanş hełwasî le jin
yek lewan dotey newey zerkan bû
nawî şuhret, xanmî zerkanNava taybet
gerçî jinbû, ẍîretî pyawî hebû
kirdewey çakî ekird, nawî hebû
girtyan û bê xeta xinkanyan
hîç neyangut ḧurmeye, fewtanyan
xanmî dî nawî bêzar demlîNava taybet
şox û şîrîn û qeşeng û xemmilî bû
têgeyî namûsî kurdan la eçê
şerim û serpoşî ḧeya wa la eçê
wazî hêna bû le řûḧî, kewte kar
kewte dûy dujmin, beşeř kirdin beẍar
her ke le şikiryan şika, ew kewte des
da leser sêdare bo dwayî nefes
xanmî dî nawî kurdî cebrîNava taybet
řojî tengane û musîbet sebrî bû
dîtî kurdan xaw û xêzanyan bira
murşîd û gewre serokyan ser biřa
destî kirde xizmetî leşkir beçêşt
zad û azûxey le małî xoy nehêşt
ẍîretî hêna beser lawan û pîr
ta milî bû bepetî sêdare gîr
xanmî dîş nawî ew kotayye
pêgeyştûy xêłî meqsûdanîNava taybetye
dîtî kujra ’eşret û xizim û kesî
piř diłî ẍem bû, serî pencey gezî
zanî çarey ser nemawe, bêcge ceng
dest û pêy hełkird le meydana qeşeng
hênde cûła taku tûşî bû ecel
kewte sêpa, cennetî bo bû bedel
basî kujranî şehîdan bû tewaw
bot biłêm serkirdekanî bûn biław
gewreyî giştyane şêx ’ebdulřeḧîmNava taybet
ew birayî şêxî paloy cêy ne’îm
îmřo bo tołey şehîdî e’zemî
wa le karaye çek û name û demî
şêx tahîrNava taybetş birayane bizan
gurc û azayî weku şêrî jyan
zor zeber deste ḧemo farûyî şêr
dujminî deşkan hemîşe ser bejêr
ger bizanî çone yad û kirdewey
bo mweffeq bûnî kurdan řê ebey
xo selîm begNava taybet şuhretî zorî heye
nasrawe kirdewey corî heye
em biray xalîd begî cebranîNava taybetye
cêy nefewtawe, mełê wek ew nîye
ḧusênî sipkanNava taybet le şeřda wek heło
bête tedbîr û witeş pyawî bexo
gewre zor mawin, nema nawyan lebîr
wa le meydanî şeřn, nabin esîr
dûşewî pêçû, em hełbestem ke wit
’îllet û derdim hebû, cwanim newt
ey esîrîNasnava edebî xwêndewarî kurd emey
zû řewan ka bo şehîdan fatîḧey