řencî bê ber

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  1587 Dîtin
zanyarîy aşkar û çiştî penhanî xuda
key debê mîwey řezî kurdanî bê kes des bida
kes nîye ẍemxiwarî derdî bê le derdî bê dewa
najnewê dengî kesê sed ca bika bangu seda
zû necatîde beḧeqî qudretit xawen kerem
serbexo bê kurdî mîdyayî le hatif bê nîda
em gele baweřkere giştî le bo bûn û yekît
bo biłindîy dîn eken mał û kes û gyanyan fîda
zanerî emřo le hemû mîlletê dîndar tirin
řaste baweřyan beto, giştyan eken emirit eda
zor etirsim pêk neyê em arezuwem zû bezû
řenc bê ber bimirim û gyanim lelaşem bê cuda
ey esîrîNasnava edebîy pîrî kurdî we’iz û îrşadit bike
pê nezanê mîlletit, agay heye hełbet xwa