diłî kurd
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
1 Xulek
778 Dîtin
yekem care... mar û dûpişk swênd xorin
berew befrawî twawey řasteqîne
le kîsfenî berxołeda
rew mîçirgî xoşewîstî
des le serûşekanî
yezdan ekêşin
eçne jêr hêlaney dêrînî
bulbule sirûd xwêne pêşîneke
le katêka çawî denûkî
piřî zile firmêskî biřwaw lê bûrdin
legeł hemû řengêkî pîrozî gomar
řengî asman legeł her tirukandinêkî
diłî piřî xurpey bulbule
sirûd xwênekeda... bo azadî
kurd
jehrî bomba..
çizûy napałim
eřjête naw hêlanekey
bełam
bełam... sirûştî cîřî
kurdistan
ke řeqtire le milyoneha
simî wiłaxî dagîrkerî
hatuço kerekan
ew sirûştey ke çûte naw pêstî
serok barzanî yewe
hîç tîẍîk karî lê naka
çunk diłî kurde