key

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 1 Xulek  607 Dîtin
ey henisk û sozî bilwêr
key bê min têr
qum bidem lew «goy» şetawe
dem bixeme demî çawe...
des bikeme milî çya
wek şewnimî ser sewze gya
weku hengî ser hełałe
ser bikeme ser gułałe
singî nêrgis hełbimjim
kemerî tavge biguşim?
ezanî key... ezanî key
henaw û dił ełê oxey?
geşey bo min bo çawî kwêr
ey henisk û sozî bilwêr