bo gyanî ẍenî bilûryan

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 2 Xulek  958 Dîtin
lew dîw dîwar
ke tase eybestê qetar
bo derewey zîndanî tar
hengî gyan efřê bo dûr
bo naw behar
wenewşe, nêrgis, gułî sûr
çirîkey soz nałênî ney
haje, xuřey awî bê pey
zewî sewz, asmanî şîn
lûtke sip, damên řengên
***
lew dîw dîwar
ke serinc ekewête kar
le şêwey beharî nazdar
jyan xoşe
hîwa û hest û nest û hoşe
kê bo jyan be peroşe
kam çaw birsî geşey gułe?
kam gyan sewday wirşey diłe?
kam gwê qułaẍî awaze?
piře le hełbestî taze..?
jyan xoşe...!
bo yekê ceste û endamî..
kiftî darkarî kirdin bê
qetmaẍey kulawey zamî
sistî qepał lêgirtin bê.,!
bo yekê.. pêst û êsqanî
şeketî.. daẍ û sûtan bê
çermî esto û mil û şanî
letî zincîrî giran bê..
bo yekê nînokî mirdin
nizîk diłî řawesta bê
danî cêger parçe kirdin
be goşt xoy le hest dabê
ewendey xwênlê tika bê...!
jyan xoşe...
bo jyan çî be peroşe
ya çî le hemûyan zyatir
esûtê wek giřî agir
qaçe, deste, leşî xitawe
dił û sîye ya xud çawe...??
ya mêşke..?
kamyan lepaş cułe neman
paş bûn be xuł
biłêseye bebê wiçan
legeł çerxa legeł zeman
egeřê hergîzaw hergîz
meşxeł bo hîway azîz..?
***
ełên pîre..
ełên mêşke têya çespîwew gîre
be çekuş bîqlîşênê
em řeg ew řegî derbênê
bîsûtênê, bîmrênê
bîpjênê... bêhûdeye..!
lem sertida ew dyare
le cêgey yekê hezare!...
***
ey çwar serî naw zîndanî
koneperestî êranî
ser zor pija
xwên zor řija
keçî le cêgey her serê
sed serî tir dête derê
lecêy her diłope xwênê
sed guł serî der’ehênê!!...
asûde bin, zebrî zîndan
hełwasîn û pet bo xinkan
tewjimî xebat leq naka
hêzî têkoşan şeq naka
asûde bin, be kuştin bê we ya mirdin
řîşey kurd qed naye le bin