geştî
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
3 Xulek
1697 Dîtin
ey tirîfey mange şewî zîwînî asman
bo be tosqał car be carê xot edey nîşan
derîkewe řûnakî pak bere serînim
bom řûnak ke zîndanî tar jûrî kemînim..!
řazayewe dîwarî pan řêçkey zincîrî
dem kirawe û ’ezretîye leş (minim nêçîrî)
zor gyanî sext, pêstî estûr, meçekî pitew
le şeřa bûn legeł asin be řoj û be şew
le encama.. qefî zincîr.. hełqey qulapî
wizey şûł, dane çîře û biřey xirapî
wird ebûn û hîlak ebûn be deste û řisan
leber řeqî diłî poła û řawestanî gyan
minîş asoy sûrî hîway cêgîrî diłim
geşey eda be awat û coş bû bo kułim
îtir ziřey zincîrî şew teqe û řeqey ew
aramê bû bo şewgarim ya bo pirxey xew..!
tom lê dyarî (kulûy loke) melî awatim
gułî herdey řengînim û ber û beratim
bo ewey tom bêyte baweş demî kirawe
bo xwardinî ceste û leşim piř le şaławe
bo ewey to bałî zêřîn bikey be sêber
le jêr bałta, serbestî bê û serçawey huner
bo cogeley řûn û sardî gułî kurdistan
geşe bika û bonî xoşe bigate asman
netewey kurd des lenaw des legeł birakey
hawřêy cîřî têkoşan û řefîqî řakey
beramberî dagîrkerî her dû netewe
agir kerî tûnî şeř û çewsênerewe
bicengin û hengaw binên berew azadî
berew řojî řizgar bûn û beheştî şadî
ewa zincîr, jûrî tarîk, tarmayî zîndan
hawdengime û mosîqame bo şewî lêdan..!
tom lê dyarî melî aştî û azadî wîstin
çen qurs bê û hełqedar bê zincîrî gerdin
daynabřê milî berzî xebat û wîstinim
naynewênê řeqî pişt û řastî gerdinim
ey bulbulî şewanî bêdar ta berî beyan
to bo min û minîş bo to ebîn be nîşan
ewa êsta pêçewane min le cyatî to
le qefesdam, êşk çêtî girtote esto..!
bom bixiwêne minî nexoş, minî derdedar
çeşî êş û nehemwarîm hawřême azar..!
ey gułekey řeng pemeyî serdarî jałe
wek bîstûme řeng şîrîn û çêştinit tałe
bełam takû em qiseye.. kame ’eşqî guł
twanîwêtî destî (nyaz) bênête ser dił
kam aşq û kam peroşî řuxsarî şîrîn
geyştote hîway sewad û amancî zêřîn
îtir ba to ta êware bem tam naxoş bê
ke beşêwe cêgay serinc sermayey coş bê
ta ew řojey çwar êskekem exrête naw çał
bo gułî řût esûtêm û ebim be zuxał..
bełê derdim zor girane, peroşe gyanim
bo hîwaye bo amancê bendî zîndanim
bełam ne derd ne nexoşî ne zincîrî dest
be qed mûyêk pêm la’eda le řêgay mebest
zor mêşkî bîrkerewe le dwařojî řûn
hařabûn û le jêr pêda bûn be hepřûn
minîş yekê le dway hezar, le paş milyonê
destî germî xebatkirdin da eweşênê
hanim eda bo kořî sûr kořî têkoşan
ne tirsim bê le azar û le qûłî zîndan
bigeme cê.. aştî wek řoj derxa hetawî
qaqay nazdar, haje haje û xuřey çemawî
naw qełbez û çya û dołî xakî kurdistan
twanc bida le nałey ney le sozî keman
pol pol melî aştî cwanî asmanî şînim
sêber bika bo çîmen û gułî nexşînim
ewsa min û gułî jałe û bulbulî nakam
ḧisabêkî wird ekeyn û egeyne encam