behar

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 2 Xulek  1918 Dîtin
wa behar dîsan taray epoşê
gułałe pyałey xwênîn enoşê
nêrgis endam şoř řengî zêřînî
wenewşew kiřnûş peřey çîn çînî
haje hajî aw, haře şetawan
birîsk û hořî nizar û kawan
tirîq û hořî xunçey darî bax
xwêndinî melî qełbez û ser şax
dengî şimşał û bestey dił fiřên
tenguçełeme zistan řaw enên..!
xunçey dirextî jyawey behar
şeřyetî legeł şemałî nizar
ew.. ełê şabaş le gułałey herd
em.. ełê nexêr be şiney bêgerd
gułan dênme lence û hełpeřîn
eyan hênme geşew û pêkenîn..!
bełê... emsałîş egrîce pexşan
hemdîsan behar xoy eda nîşan
bełam însanî nîştimanî... dîl
pê be zencîr û jêr dest û zelîl
komawey barî giranî dujmin
nawçewan loçî zûxawî bê bin
pişt dařzawî qemçî û darkarî
řûmet qopawî axî hejarî
pê le xirtike çûy berdî herdî derd
řeng hełbizřika û be henasey serd..!
eger ḧeyay behar û gułî
dirext û çiro û geła û çiłî
ke dî însanî (serokî) waye
ebê xoy dwaxa û neyete kaye
şertê bibestê legeł îsana
legeł tarîkî şewî zîndana
ta şekey neye ałay aradê
neyete ber گûێێ mosîqay şadî
neyetewe quł serçawey awat
gel řizgar nebê be zebrî xebat
wird nebê kelebçe û zencîr
goşte û zûn neka birînî cê tîr
nełê behařim nełê şay fesiłim
nełê cêy řawgey aramî wesiłim
nełê îksîrî bizûtnewem
nełê hetawî geşandinewem