demeteqê

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 2 Xulek  1217 Dîtin
las:
gołebax îmsał şikawe çiłî
wenewşe sîs û jakawe gułî...
gułałe be ḧał hêzî tya mawe
ewende xwênî le leş tikawe
pepûle ḧol û gîj û wiř buwe
hênde qebirẍey be diřka çuwe..!
sirûdî polî melî ser dirext
xwêndinî pepûy şûme be nawext
beharî îmsał toraw û tałe
ba le guł pirsîn çîye em ḧałe?
guł:
wazim lê bêne destim damanit
nazanim çîye naw û nîşanit
peř û pom werî leş dařzawe
çiqłî dunya le řûm çevawe
to bergî zerqît kirdote berit
bełam řeş poşe asmanî serit
to.. wa bê xeber hênde bê bakî
beřastî ełêm bo kirdin çakî..!
las:
bese de bese ewa teqîm dey
řêze řêzan be ḧałîm nekey
bese de bese îtir natwanim
barî twanicit bête ser şanim..
guł:
dey gwê řagre ey her dû çawim
(min) serbestîye nîşan û nawim
pêy dagîrkeran pêy xwênmijanman
pilîşanyewe gułî baxanman
řûxanî laney melî ser darim
emeye (ḧał û řaz û guftarim)
las:
gułe sûreke çen bergit ałe
dewr û piştîşt piř diřk û dałe
bełam be řêjey êskî şehîdan
bew qenaraney hełxira lêman
řêm řêgey řołey gyan bexşiker bê
ewî pêşkeşî bê nirx bê ser bê
şerte be gazî xebatî mîllet
der bênim řegî bendî û zîllet