II

Li pirtûka:
Derwêş
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 47 Xulek  2202 Dîtin

nizîk nîweşew bû ke kak ’ezîz û kak ḧusên maławayîyan kird û êmeyan cê hêşt. emin mamewe û derwêş wefa. pêm xoş bû gwêm le mawey beserhatî bê, bełam şew direng bû....

beyanî her le ser sekoy ber çayxane nanuçaman xward û le heway fênkî mełbendî zemzîranda gwêm bo dwamawey çîrokî jyanî derwêş şil kird. derwêş away dest pêkirdewe:

- tepkî «kema» m be tewawî bîrewerîyekanewe be cê hîşt û berew gundî behare geřamewe. hezaran bîrî bîr lê nekiraw mêşkyan ałoz kirdibûm. min û ewende çermeserî û nehatî? ne miłk û małî bawkim we dest kewtibû, ne perîm pêgeyştibû. aware û sergerdan, tenya û bêkes mabûmewe, bełam destim le hîwa bernedabû. le behare, jyanî asayî xom dest pêkirdewe. mamosta û feqêyekan zorim legeł baş bûn. dersyan pêdegutim. şityan fêr dekirdim, bełam emin xemêkî gewre û giran hest û bîr û gyanmî dagîr kirdibû. desûçam û desaçam. ta le řojî heynî nîzîktir debûmewe, zortir detwamewe. xew û xwardinim lê ḧeram bibû. le xom depirsî:

- axo çon debê? eger mareyan kird karî min dijwartir debê, ewdem bêm û hełîgirim be hîç çeşnêk mesłetim legeł naken. ca çim heye leber xwênî bidem?

katêk temî nahumêdî dehat be serimda zał bê, penam bo xuday debird, yarîdeym lê dexwast, ca aram debûmewe û nûrî hîwa le asmanî tarîkî dił û gyanmida peyda debû, bełam řojî heynîm her leber çaw bû. êwarey pêncişemmo legeł feqê eḧmed pyaseman dekird ke feqê xalîd le dûrewe heray kirdim:

- hoy feqê wefa! were mîwanit hatuwe.

diłim daxurpa. mîwan debê kê bê? xo le mende zyatir kes be cê û şwênî min nazanê. ewîş qerare de pazde řojî dî bê. edî ewe kêye hatuwe? legeł feqê eḧmed geřaynewe. le feqê xalîdim pirsî:

- kê hatuwe?

- kuřêke nawî mendeye.

- mende? xêre îşałła. qerar nebû bem zuwane bê.

- îşałła xêr debê. şitîşî bo hênawî.

- şit...? çî?

- mirîşkêk û kîtełemastêk û hêlke û kulêreçere û... xuda nardûye....

ke hatmewe le dûrewe mendem dî ke leber derkî mizgewt legeł mamosta û çend kesî dîke qiseyan dekird, ke lêy nîzîk bûmewe û çawî be min kewt be bizewe bo lam hat û le ḧałêkda maçî dekirdim gutî:

- mizgînîm bo hênawî.

- mizgênî çî?

- mare kirdinî perî wedwaye kewt. ḧemed’aẍay bawkî menaf aẍay eto siłamet.

- dey ca...?

- dey dey, carê leber pirse û serexoşî marekirdin yek dû mang wedwaye dekewê, le dwayeş xuda gewreye. carê cêy qisan nîye, le dwaye lêy dedwêyn.

hatînewe bo ḧucrey. mamosta û feqêyekanîş hatin. mende gutî:

- daykim gelêkî lê depirsî. em şitaneşî bo nardûy.

- xuda řawestawî ka. xo şikur başe? řazî bew zeḧmeteş nebûm.

- zeḧmet nîye. be pele bûm her ewendem pêdehat. îşałła carêkî dî tołey dekemewe.

katêk ewey gut feqêyekan bizeyan hatê. çaman xwardewe û legeł mendey weder kewtîn, gutim:

- dey mende gyan! qisem bo bike.

- ca biłîm çî? zêřnim narde lay perî. pêy gutbû ke eto le kwêy û hatûy çawit be min kewtuwe. perî zorî pêxoş bû. doynêkeş dîsan nardimewe û gutim pêy biłê emin deçim bo lay kak wefa, eger karêkî heye bîłê. perîş gutbûy siławî minî pêbgeyenê û biłê carê xoy le berzok nîzîk nekatewe, serî be fîřo deçê. çaweřê bê heta xom wiłamî bo denêrim. gutbûşî diłnya bê destî menafegnem wênakewê, eger pêwîst bê deykujim û xom řizgar dekem.

şewekî mende geřayewe. řoyşit û dîsan emin mamewe û dinyayek fikir û xeyał. emin mamewe û deryayek xem û pejare. le ḧucrey feqêyan be ders xwîndin řamdebward. herçî pêyan degutim fêrî debûm. feqêyekan betaybetî feqê eḧmed zorim pêwe mandû bû. wêkřa deyangut nabê dest le xwîndin hełgirim. feqê eḧmed şê’rî xoş xoşî bo dexwêndimewe û fêrî dekirdim. mamostaş pendî dedam û řê û şwênî jyanî nîşan dedam, emnîş qisekanîm le gwê degirt. deygut:

- hemîşe hîwat be xuday bê. le jyanda her gîr û giriftêkit bo pêş hat bedił hawarî xuda bike serdekewê. qisekanî mamosta temî pejarey weladebirdim. hîwamî be dahatû pitewtir dekird. řoj be dway řojda têdepeřî, bełam bo min her ڕۆژەێ sałîk bû.

çayekman xwardewe. derwêş bo maweyek bêdeng bû. bîstinî beserhatî derwêş wefa, cêştangay xoşî zimzîran, taw û sawî diłinşîn, sirwey gyanperwer û cirîwe û cûkey melanî lîřewar destyan daye destî yek û bo maweyekî kurt emnyan birde dinyay xeyałewe. le jyanî hemû kesda ewîn nexşîkî girîngî heye. detřûxênê, sazit dekatewe, nahumêdit deka, hîwat pêdedatewe, detxate naxî cehennem, detbatewe beheşt. hozanî hozanwanî gewrey fars «ḧafzî şîrazî» m webîr hatewe ke dełê:

yik qise bîş nîst sixin ’işq û ayn ’icbFarsî

az hir ziban ke mî‌şinum namkirir astFarsî

wata qisey ewîn tenya çîrokêke, bełam seyr lemedaye le her kes ke deybîsim dûpat nabêtewe. mem û zîn, xec û syamend, leylî û mecnûn, řum’o û jûlêt, samson û delîle, estêr û merdixay, esłî û kerem, û... we... hemû çîrokî ewîndarî û diłdarîn ke le nêw folkilorî gelanî dinyada nawbangyan derkirduwe, bełam her kam be çeşnêk basî ewîn û ewîndarî deken. çîrokî beserhatî derwêş wefaş her basî ewîndarî û diłdarîyeke legeł tewawî çîroke ewîndarîyekanî dîke cyawaze.

derwêş wefa wek min çûbû nêw dinyay xeyałewe. deyřiwanîye dûrî. detgut tapoy jyanî řabirdûy leber çawe. detgût bîrewerîyekanî dûr û nîzîkî be ber çawda dên û deřon. çawanî nedetrûkand. be řwałet mend û hêdî bû, bełam le derûnîda hera bû, hełła bû, gyanî nesrewtî bêwçan dexroşa û bê deng şepolî deda... řikey leşî berhełistî ewe bû ke şepolekan dinya dagirin. beřwałet matî dinyay beserhatî xoy bû.

goranî be dway goranîda le asmanî bêxewşî lêrewarda biław debowe. carcar řêbwar û řewtenî layan dedaye çayxane û wiçanêkyan deda û deřoyştin. emin wa çûbûme nêw dinyay jyanî derwêş wefayewe ke lew zyatir ne kesim dedî û ne gwêm le hîç dengêk debû, bełam katêk hewday xeyałim lêk depçikiřa emca degeřamewe nêw jyanî asayî dewruberim. derwêş wefa be mendî serî wergêřa û çawî lêkirdim, dway tawêk gutî:

- lew maweyeda ke perîm lê dûr bû emin her le behare bûm. dersim dexwênd. katî bêkarî le nêw mêşe û le binar û bendenan řamdebward. řojêk lay êwarê le teqteqeberdan weser kewtim û be dołêkda hełgeřam. dołeke xiřêkî pêda dehat. ew lapałey ke řû be řojhełat bû tertêkî le nîzîk xiřekey lê bû. tenîşt terteke be hoy baranî çend řojî řabirdû řimabû, kendałîk saz bibû, çawim lêkird berdêkî xiřî meylew qaweyî serincî řakêşam. nîwey weder kewtibû. ke lêy nîzîk bûmewe dîtim berd nîye û kûpeyeke. be darêkî dewruberî kûpekem dawe û derimhêna. kûpeyekî çûk bû, nêwekey piř le xoł bû, wirdewrde xołekem derda û be serincewe pişkinîm. le binî kûpełekeda mistêk sikey zêř weder kewt, bijardim çil dane bû. be pele sikekanim le gîrfanî na û kûpełekem wawetir le jêr giłda şardewe û geřamewe. yekřast çûme lay mamosta. mamosta le ḧucreyda xerîkî kitêb xwêndinewe bû. feqê eḧmed û feqê xalîdî le la bûn. siławim kird û řonîştim. mamosta çawêkî lêkirdim û siławî estandimewe û gutî:

- le kwê bûy?

- le dem çomî dexulamewe.

- mamosta serincî damê û gutî:

- sûr hełgeřawî...!

- mandû bûm.

be aspayî be çaw îşařeyekim kird û têmgeyand ke karêkî nihênîm pêyetî. mamosta wirya bû, têgeyî. dway tawêk her kam le feqêyekanî be byanûyek be layekda nard û dûbedû maynewe. bom gêřawe ke çonim kûpełeyek dozîwetewe û çil dirawî zêřî têda buwe. zêřekanîşim wêda û gutim:

- her çil sikem bo hênawî.

mamosta bizeyekî hatê û gutî:

- xot dozîwtewe, ḧełałî xote, bełam basî meke ba tûşî çermeserî nebî.

- na... bo cenabtim hînawe, çî lêdekey gerdinit aza bê.

dway gutubêjêk qerarman dana le nêw xom û mamosta û feqê eḧmedda beşî bikeyn. mamosta gutî:

- xuda xêrit binûsê. feqê eḧmed muste’îde û qederêkî dî îcazey melayetî werdegrê û deyewê jin bênê û dirawî nîye, xuda boy geyand. ca biçû bangî ke ba mizgênî pêbdem, zorî pêxoş debê.

feqê eḧmedim bang kird û gutim:

- mamosta karî pîte.

çûynewe lay mamosta. mamosta gutî:

- řonîşin.

- danîştîn. feqê eḧmed gutî:

- emirit bû?

- eto bem zuwane îcazey werdegrî, pêm xoşe le mamostayanî dewruber bigêřêwe û banghêştnêkî baş weřê xey. ca bo ewey bezmekeşman kem û kûřîy nebê jinêkîş bîne û be xêr û xoşî małîkî pêkewe nê.

feqê eḧmed bizeyekî hatê û serî berdayewe û gutî:

- zorim pêxoşe, bełam be naşukirî nebê be çî?

- xuda gewreye.

- dyare xuda gewreye, bełam le kulanewe têy naka.

- beşkim têykird. xuda defermê «lima tiqnitiwa min řeḧimةalle».

- dyare her kes le řeḧmetî xuday nahumêd bê, îmanî nîye, bełam....

- ca ke waye ba mizgênîyekit pê bidem.

mamosta be şêneyî hemû şitêkî bo feqê eḧmed gêřayewe. feqê eḧmed serî sûř mabû. serêkî hełîna û çawî le hewa kird û gutî:

- xudaye şukirit. her eto karsazî.

mamosta dirêjey pêda:

- ew qiseye nabê le lay kes bidirkênîn. êsta ke wefa xoy řazîye û deyewê dabeşî bikeyn, sêzde sike bo to û sêzde bo min û çarde daneş bo wefay.

emin gutim:

- mamosta ba sêzdedane bo min bê û çarde dane bo feqê eḧmed.

- pîroz bê.

- feqê eḧmed sipasî kird û qerarman dana dûbedû biçîne şar û byanfiroşîn. le dwaye gutim:

- mamosta! biłêy kûpey dîkey lê nebê û her em kûpełeye bûbê? mamosta pêkenî û gutî:

wa dyare zarit şîrîn buwe. ca dełêy dwanîweřo legeł feqê eḧmed biçin biřêk giłekey laden, ey beşkim... kûpełe betałekeş le pirêskeyekewe pêçin û bîhênewe, şitêkî kon û entîkeye ba nefewtê.

paş nîweřo legeł feqê eḧmed be byanûy pyase kirdin weder kewtîn. estêwiłkêk û dardestêkman legeł xo bird. zorman kendałeke hełkend û çiman nedîtewe. kûpełekeman le desreyekewe pêça û hatînewe. le geřaneweda feqê eḧmed gutî:

- bo ewey kes şik nika dîkeme qaw ke daykim beşemałî le xałim wergirtuwe û dirawî bo nardûm.

şewekey berew şar weřê kewtîn. le şar çûyne lay yek dû zêřînger û daneyek le sikekanman pêşan dan û gutman emey defroşîn. řêk nekewtîn. axrî çûyne lay cûlekeyekî zêřînger, nawî «moşe» bû. timenêkî daynê. dway ewe ke diłnya bûyn kiławman le ser nanê û řaportiman lê nada û pêmanewe naka, her çil sikeman pêfroşt û çil timenman lê wirgirt û bebê ewey nawnîşanî xoman biłên be pele berew behare geřaynewe û dirawekeman dabeş kird, sêzde timen weber min kewt. dirawêkî zor bû. le dirawekey xoşim tenya dû timenim xerc kirdibû. êsta çil û yek timenim hebû.

feqê eḧmed her bo sibeynê mamosta û çend řidên sipî narde xwazbênî «xecol»y kiçî «mam řeşo» y. lemêj bû diłyan be yekewe bû. mam řeşo zor pyawane kiçekey pêşkêş kird û bo sibey mareyan kird û řojî pêncişemmo zemawendyan saz kird. řojî zemawend bezmêkî xoşyan gêřa. le beyanîyewe heta şew gowend degeřa. řojî heynî bûkyan گۆێستەûە û yekşemmoyeş sêřojane bû, bełam sed birya emin neçûbam....

derwêş wefa dîsan bêdeng bû û serî berdayewe. lêm pirsî:

- bo..., bo neçûbay..., çi qewmawe...?

derwêş gutî:

- feqê eḧmed be dabî kurdewarî le xełkî gêrabowe. kuř û kiç destî řeşbełekyan girtibû. emin hêşta neçûbûme nêw gowendekewe ke le piř kiçêk serincî řakêşam. be dîtnî ew kiçe ke le dwayeda zanîm nawî perenge, waqim wiřma... bo tawêk gowend û zemawendim le bîr çowe... pêm wa bû perîye... detgut sêwêke û let kirawe. legeł perî mûy lênededa... bejin û bałay, řûmetî, bizey, řwanînî, her xoy bû. wîstim bo lay biçim û hawar bikem:

- perî! perî! eto çî û êre çî? xoşewîstekem! perî! were ba biřoyn... were ba qerarekeman berîne ser... nazanî le dûrî to çonim řabirduwe...? perî...! perî...!

le nakaw yekêk destî le şanî dam û hewday xeyałmî pisand û gutî:

- ewe bo hełnapeřî?

feqê xalîd bû. gutim:

- eto biço emnîş dêm.

kiçêk ke le tenîşt pereng řawesatbû, çawêkî le min kird û le perengêy kuta û perengîş çawêkî lêkirdim û bizeyekî hatê. emin serim berdayewe. lew demeyda mamostajin be lamda řabird û gutî:

- feqê wefa! bo hełnaperî? bezmî wa kem pêş dê.

her çonêk bû çûme nêw gowendewe. hêşta geřêk hełnepeřîbûm ke pereng hate destimewe. kiçekey hawałîşî destekey dîkey girtim. be hatnî pereng diłim daxurpa... ejnom we lerzîn kewt, bełam we řûy xom nehîna. goranîbêj bendî pêda hełgutim. destim le gîrfan na û dû timenêkim be destewe hat, nemgêřawe û kirdime şabaş. hemû pêyan seyr bû, dû timen şabaş?! le dû qiran zyatir şabaş nedrabû. çaweşekan destyan hełnegirt û bend be dway benda pêyan hełdegutim. katêk şabaşekam da pereng be aspayî destî kuşîm. emin ke bo tawêk perîm leber çaw bizir nedebû û le dinyay xeyałda le destî perîda hełdepeřîm, pencołem kuşîyewe. katêk wexo hatmewe ke pereng qisey legeł dekirdim û emnîş lew karey kirdibûm şermezar bûmewe. pereng gutî:

- feqê wefa! neqşet lê bê....

- sipast dekem, nexşe le xot bê.

- be tema nî zemawendêkî saz key?

- debê xuda bînûsê.

- îşełła be awatî xot degey.

- sipast dekem.

gowend řawesta û wiçanêkyan da. çapez çayekî dû řengî le pêş danam. serim hełêna, le sûçêkî ḧewşekeda pereng û hawałekey ke nawî «şaşan» bû çawyan têbřîbum. çaye dû řengekem xwardewe û timenêkim bo çapezekey le nêw jêrpyałekey hawîşt. pereng û şaşan têkyan kuta û bizeyan hate ser lêw. zor seyr bû, pereng çende le perî deçû, le diłî xomda gutim:

- xudaye! çi debû ewe perî min ba?

yadî perî wazî lênedehênam. axo debê çî beser hatbê? lew maweyeda çi qewmawe? dahatû çon debê? hezaran pirsyarî bêwłam şêtyan kirdibûm. bê ewey mebestêkim hebê helistam weřê kewtim. le ḧewşe çûme der. bêcge le perî kesim nededî. le nakaw yekêk gazî kird:

- feqê...!

awřim dayewe. kiçołeyekî jîkeley de dwaze sałane bû. lêm hate pêş û gutî:

- emin xuşkî perengim. dadim em gułey bo nardûy.

pirsîm:

- nawit çîye?

- gułan

ewey gut û gułe sûrekey wêdam û geřayewe. îstêk kas bûm, nemdezanî çibkem. bizeyekim hatê û be xom gut:

- em gułey boçî bo nardûm, neka gîrodem bûbê? nazanê tenya diłêkim bû ewîş perî řifandî... xulêkim da û wirdewrde berew zemawend geřamewe. hełpeřkê saz bibowe. pereng û şaşan wa dyar bû çaweřîy min bibûn, her ke pêm le ḧewşey na şaşan gutî:

- feqê wefa! le kwêy? pereng çaweřîte!

- bo...?

- bo hełperkê.

serim berdayewe. gułe sûreke her le destimda bû. lewdemîda zawa bo lam hat û gutî:

- ewe le kwêy kakî xom, le zemawendî biray xotda hełnepeřî edî kengê hełdepeřî? ewey gut û destî girtim û berew gowend řaykêşam. hêşta geřêk hełnepeřîbûm ke dîsan pereng û şaşan hatnewe destim. bîrim her le lay perî xom bû. be mêşkimda hat eger be yekcarî perî le dest bidem çon debê, eger çawim pêy nekewêtewe çibkem? pereng... pereng detwanê cêgey ew bigrêtewe...? xo hîç ferqêkyan nîye... wêney yektirin... bełam zû lew fikirey pejîwan bûmewe. perî şitêkî dîkeye... jyanman pêkewe řabirdibuwe. peymanman pêkeweye, çon debê emin bêwefayî bikem? yan perî yan hîç kes. lew demeyda gwêm le dengî perengê bû:

- ewe bo qisan nakey? pyaw hênde be hewa nabê....

- bełê...? çit gut...?

- se’atîke qiset legeł dekem, ewe le kwêy?

- bibûre lêre nebûm.

- le kwê bûy?

- nazanim...

- çaw leber pêy xoşt bike û bimanbîne!

bo ewey qiseyekim kirdibê gutim:

- eto em gułet bo nardibûm?

- bełê, gutim guł bo gułî başe.

- zor sipas.

- dekirê şitêkit lê bipirsim?

- fermû.

- diłit be kêweye?

- bo depirsî?

- wek em lawane naçî. her le xot day. dyare fikirêkit heye. bot peroşim....

- diłim be kesewe nîye. hîç fikirîşim nîye.

- wa nîye... dena hemû řojê nedeçûye qerax çom û nêw mêşan û we bendenan hełnedegeřay....

- le kwê dezanî?

- le mêje bedwatewem... duwarudûr agam lête....

- ca bo...?

- bo...? le diłim bipirse....

hatim pêy biłêm: lew fikirey geřê. emin bo to nabim... nazanim bo gêřamewe...?

gowend berbû û lêk cya bûnewe. her çonîk bû bûkyan gwêstewe û sêřojaneş dwayî hat. ta dwayî zemawend pereng doy xom bû.

dû sê řoj řabird. jyanî asayî xom dest pêkirdewe. řojêk wek caran be yadî perî řêgam dagirt û berew mêşey bestênî çom weřê kewtim. kes dyar nebû. le nakaw le bin piniçkêk pereng hate der. dîsan bo tawêk wamzanî perîye. quşqî mam... bizeyekî şîrnî le ser lêwan bû... le ewpeřî cwanî û diłřifênîda bû... řojbaşî kird û gutî:

- dîsan serî xot hełgirt, çi xemêkit heye? pêm biłê beşkim karêkim le dest bê.

wiłamî řojbaşekem dayewe û gutim:

- hîç xemêkim nîye. sipast dekem.

- çawekanit dełê wa nîye... lêm meşarewe. emin be dostî xot bizane. ḧazirim gyanî xom fîda kem eto peroş nebînim.

- řût sipî bê. ewe lêre çi dekey?

- leber to hatim. demewê qiset legeł bikem.

- qisey çî...?

- qisey diłim...

serim berdayewe û xom be nermelawênêkewe xafłand. gutî:

- çit lê bişarmewe, xoşim dewêy. emin kîjêkî sûkełe nîm. le mangî řabirdûda sê xwazbênîm bo hat, ḧazir nebûm şûyan pêbkem. bawkîşim lewane nîye be zor be şûm bida, bełam lewetî to hatûye behare, gîrodet bûm. beřastî xoşim dewêy. bextewerit dekem.

- bedaxewe natwanim....

pereng tawêk bêdeng bû, le dwaye be dem giryanewe gutî:

- bo şitêkit le barey minda bîstuwe?

- na...

- edî eminit pê cwan nîye?

- na.. zorîş cwan û leber diłanî.

- edî çî...?

dûdił bûm, řastîyekey pê biłêm ya na? bîrêkim lêkirdewe û hatme ser ew biřwayey ke lexořa be hîway nekem û jyanî lê neşêwênim. ewe bû gutim:

- pereng! etu zor kiçî çakî. zor cwanî. qiset leser nîye, bełam emin...

- eto çî...?

- çarenûsî min şitêkî dîye...

- tênagem. dekirê be řûnî pêm biłêy?

- dûrudrêje.

- qeydî nîye gwê řadedêrim.

herçî hebû û nebû bom gêřayewe. le serdemî mindałîyewe heta ewdemey pêkewe didwayn. le dwaye gutim:

- îsta nazanim çon debê, nazanim perîm bo debê ya ne? heta lew diłnya nebim natwanim hîç bełênîyekit pêbdem.

- perî zor cwane...?

- zor seyre legeł to dełêy sêwêke û let kirawe. katêk le zemawendida etom dî, bo maweyekî ḧebesam... wamzanî perî... be mû ferqitan nîye. hemû şitêktan le yek deçê...

- zorim pêxoş bû řastîyeket pêgutim û hełtinefrîwandim. le jyanmida dirom nekirduwe û le diro bêzarim. êsta ke eto awa pyawane legeł min dway, emnîş daway bextewerîtan bo dekem û le xuday depařêmewe ke be perî şad bî, bełam eger hat û xuda neka serî negirt...?

- nazanim, ewdem le jêr barî xemda deçemêmewe, wird debim....

- edî eger ewdem xemřewênkit bê..., yekêk hebê ke bedił etoy bwê û destit bigrê û nehêłê wird bê..., nehêłê biçemîyewe?

herçend zanîm mebestî çîye, legeł eweş pirsîm:

- kê..., kê be yarîdemewe dê?

- emin.

- eto?

- bełênît pêdedem heta legeł perî pêk degen řadewestim. eger be hîway xuday pêk geyştin emnîş we dway çarenûsî xom dekewm. eger xuda neka tûşî xem û pejareş bûy, dêm û xemit lê dûr dekemewe. debme xemřewênit....

ewey gut û serî berdayewe û xoy be milwankekeyewe xafłand. wêřay cwanî û lebarî û xwênşîrînî, jêr û têgeyştûş bû... zyatir xoşîm lêy hat. perî le gořî neba dû û sêm lê nedekird û demkirde hawbeşî jyanim.

her dûman bêdeng bûn. pereng serî hełênayewe û çawî le çawim kird, dû tinok firmêsk wek dû diłop aweng be ser gułî řûmetîda xizane xwar. gutî:

- emin deřom. le ser qewlî xom demênmewe....

ewey gut û řoyşit. řoyşit û emnî legeł dinyayek xem û pejare be cê hêşt, emin mabûme û hezaran xem... emin mabûmewe û çarenûsêkî nadyar....

***
 

řeşe dû cêgay hêlke û tematey le pêş danayn û tunge doyekîş le tenîşt řona û gutî:

- wa dyare qisekantan zor xoşe, birsîyetîştan lebîr çotewe.

se’atêk le nîweřo lay dabû. carêkî dî emin û derwêş wefa le dinyay xeyaławî xoman hatîne der. dîsan ême bûn û kêw û bendenî zimzîran û dar û dewenî lêřewar û dengî şirîtî «nasir řezazî»:

minîş ey bulbulî bendî wekû tom

weha dûrim le hêlane û gułî xom

minîş wek to le kîsim çû gułî sûr

minîş hêlanekem lêkirawe xapûr

................

nazanim lew maweyeda çend goranî biław kiranewe? katêk derwêş dedwa le dengî ew bew lawe çî dîkem nedebîst, bełam êsta dengî nasir řezazî diłî awpiřjên dekirdîn. dengêkî aşnay hebû, le dił denîşt, gyanî delawandewe... derwêş bedił gwêy le dengî řezazî hełxistibû. derwêş be temen pîr û be dił law bû. hestêkî naskî bû. be goranîyekey ke le diłewe dehate der deşłeja. têkdeçû, dekułî û giřî degrî... em car norey dengî le dił aşnay řezazî bû ke agir le jînî peřpûtî derwêş berbida....

nanekman xward û derwêş ke deyzanî zor be tasem, destî be gêřanewey beserhatî xoy kirdewe:

- le behare, le ḧucrey feqêyekan wek caran řojan têpeřîn û şewan řabirdin. mamosta le hêndêk mela û feqêy şar û gundekanî dewruberî gêřayewe û řojêkî tedarekêkî başyan bînî û mîwanekan hatin. dway hêndêk pirsyar û taqî kirdinewe feqê eḧmed derçû û bû be mela eḧmed. dway yek dû řoj bû be melay gundêkî nîzîk behare û legeł xêzanî têkeweyan pêça û mał’awayîyan kird.

řojêk mende le řêwe peyda bû. be dîtnî mendey geşamewe. sebaret be min çend se’at řêgay be swarî kutabû. gelêkî dyarî bo hênabûm. şadim hate berçaw. řammûsî û be xêrhatnim kird û gutî:

- heta mizgênî xoşim pê nebê nayeme lat.

- be xêr bêy.

çûyne jûr. mamosta û feqêyekan be xêrhatnyan kird. ders gutnewey mamostaman kirde byanû û wederkewtîn. berew bestênî çûm řoyştîn. pirsîm:

- edî çi base, çi mizgênîyekit bo hênawim? dezanî dû mang zyatre řoywî?

- bełê dezanim. qise zore. ba le cêgeyekî danîşîn bot bigêřmewe.

le dem çomî le ser sewzeçîmenêk řonîştîn. gutim:

- dey mende gyan! perî çî beser hatuwe, mareyan kird,

gwêstyanewe?

mende gutî:

- carê na... dwênê zêřnî be şwên minda nardibû. çûm gutî:

- debê biçî bo lay wefa û pêy biłêy herçî zûtir bê hełmigrê... êsta ewe hatûm dełêy çî, detewê çibkey?

- legeł to dêmewe bo lay berzok.

- na. wa nabê. carê derfet heye. emin deçim pêy dełêm xoy amade bika, eto řojêkî dî werewe. emin sibeynê ke heynîye degeřêmewe, řojî dûşemmo le mûçekey min be, dełêm bête ewênderê. pêşî dełêm be swarî bê.

dûşemmo çi katêk lewê bim?

tarîk û řûnê xot bigeyene ewê.

- ca ke wa bê řojî yekşemmo weřêdekewm, şewekey le dûr û nizîkî berzokda řaydebwêrim.

- wa bike, leser xuday. mizgênîyekîşim bo hênawî.

- ew çîye?

- kwêxa ’ezîz eto siłamet.

- çun, nexoş bû?

- ne. mar pêwey da.

mar...?

- a... řojêk le baxî aẍay marêkî sûcey sûr pêwey deda, heta hênayanewe wek xişexurî hełmisabû... nardyan le dway mela řesûy îbnu’ebbasî, bełam heta mela řesû hat kar le kar tirazabû. xuda her xoy dezanê çi deka. ca ba her şayîdî be diro bida. ba her zułim le feqîr û hejaran bika bo mînaẍay... çî lêkird...? diłnya be lawe û mînaẍaş way naxon. xuda řojêk tołeyan lê destênêtewe.

sibeynekey mendem beřêkird. le dwayeda zanîm mende bo ewey emin sexłet neka beserhatî perî bo negêřabûmewe. ew yek dû řojem be sałêk lê řabird. şewî şemmoye legeł çwar feqêyan le ḧucrey danîştibûyn. mamosta le małe xoy bû, ke yekêk le derkey da. gułanî xuşkî pereng bû. dû pirêskey be destewe bû, yekyan qabłemeyekî têdabû, ewî dîş kałek û şûtîyek. siławî kird û gutî:

- bawkim emey bo nardûn.

emin be pîrîyewe çûm û şimekekanim lê wergirt û gutim:

- bo zeḧmettan kêşa? zor sipas.

gułan çawêkî lêkirdim û bizeyekî hatê. zanîm le ber min ew şitaneyan narduwe. qabłemeke sengesîrî têdabû. dway řoyştinî gułan, yekêk le feqêyekan ke nawî feqê řeşîd bû gutî:

- ewe bo xoşkî neydehêna ta baştir be diłmanewe bilkê?

zorim pê naxoş bû. be tûřeyîyewe gutim:

- feqê řeşîd zor şûreyîye, kabra çakey kirduwe eto wa dełêy?

feqêyekanî dîkeş serkoneyan kird. feqê xalîd gutî:

- ewe çone sofî şerîf karî way kirduwe? lewetî emin lêrem eme yekem care dest le małî xoy denê!

le diłî xomda gutim:

- karî sofî şerîf nîye. perengî kiçî sebaret be minî narduwe.

sibeynê gułan bo qabłemey hatewe. sêwêkî sûrim be destewe bû le sêwekanî mendey bû ke boy hênabûm. gułan her çawî têbřîbû, emnîş damê û gutim:

- ha em sêweşt bidemê.

be bizewe lêy wergirtim û bedem řoyştinewe gutî:

- deydem be dadim.

***
 

çêştangay řojî yekşemmoye weřê kewtim. mebestî xom be kes negutbû. tarîk û łêłê le gundêkî nîzîk berzok lamdaye małe nasyawêk. şewî mabû ke berew mûçey mam wisûy řêm dagirt. le mûçey taze dabezîbûm ke tarmayîyek berwe min hat. çawim têbřî. wirdewrde hate pêş û heray kirdim:

- kak wefa!

- dengekem nasîyewe. mende bû. wełamim dayewe:

- kak mende were lêrem.

hate pêş. dway çakuxoşî gutî:

- yay perî her bîna peyda bû. dwênê be zêřnî gûtbû pêş mela bangidan lêre debê.

lew qisaneda bûyn ke le nêw tarîkîda swarêk berew ême hat. perî bû. mende gutî:

- řamewestin. diłnyam wedwatan dekewn. xêra lêre dûr kewnewe ba tûşî çermeserî nebin.

mał’awayîman lêkird û řikêfman lêda û be teqłekut berew çarenûsî nadyar milî řêgaman girt. le awayîyan nîzîk nedebûynewe. nîw se’atêkman be terextan řê biřî. geyştîne kanyawêkî. dabezîn û dest û řûman şuşt. gutim:

- perî gyan! nazanî le dûrî to çonim řabwarduwe? xurd û xewm lê ḧeram bibû....

- xozge çawêkit le min debû. eger bot bigêřmewe çim kirduwe û çonim xo řizgar kirduwe, serit suř demênê.

- carê ba biřoyn derfetman zore.

nîzîkey nîweřoye geyştîne behare. yekřast řûman le małe mamostay kird. melajin ke çawî be perî kewt pêy wa bû perenge, gutî:

- kiçê pereng! ewe le kwêwe be swarî dênewe.

perî pêy seyr bû. emin pêkenîm û gutim:

- mamostajin! eme pereng nîye. perîye.

- perî, perî kêye?!

- kiçî mame.

melajin le şik dabû. biřway nedekird. perî siławî kird. melajin be serincewe çawî lêkird û dway be xêrhênan gutî:

- zor seyre! çend le pereng deçê.

perî pirsî:

- pereng kêye?

melajin gutî:

- kiçêke legeł to mûy lênada. henûke denêrim be şwênîda, xot pêt seyr debê. taze le jûrê řonîştibûyn ke pereng û şaşan hatin. ber lewey wejûr kewn gwêman le dengyan bû ke legeł melajin qiseyan dekird. pereng gutî:

- melajin xêre îşałła, bo be dwatda nardûm?

- demwîst şitêkî seyrit pê nîşan bidem. feqê wefa amozayekî hatuwe seyr wek to deçê! emin maweyekî biřwam nekird ke eto nî.

pereng pirsî:

- çî, amozakey hatuwe?

melajin le çonyetî ew pirsyarey negeyî û gutî:

- erê. le jûrêye. biçû bîbîne.

pereng û şaşan be pele xoyan le jûrê řakird. pereng her çawî be perî kewt bo lay çû le amêzî girt û řaymûsî û be xêrhatnî kird. be dway ewda şaşan maçî kird û gutî:

- be xêr bêy. beřast seyre, çend le pereng deçî!

xułqiman kirdin řonîştîn. pereng serî berdabowe û destî de bermûrekey werdeda. ke serî hełênayewe esrînî de çawan geřabû. çawêkî piř le tasey le min kird û gutî:

- feqê wefa! lêt pîroz bê. beyekewe pîr bin.

bezeyîm pêyda hat. serim berdaye û gutim:

- řût sipî bê. bextewer bî.

dway řoyştinî pereng û şaşan emnîş hełsitam û weder kewtim. le bin dîwarî ḧucreyda mamosta û feqêyekan hełtirûşkabûn... siławim kird û wełamyan damewe û be xêrhatneweyan kirdim. mamosta gutî:

- wa dyare be tenyayî negeřawîyewe. pêyan gutim kiçêkit legełe.

- bełê amozame. ewe le małe êweye.

***
 

bo sozî kawřêk û hêndêk birînc û řon û kerestey dîkem kiřîn û mamosta sê çwar pyawî bang kird û perîyan lî mare kirdim. melajin le dway pereng û şaşanî nard bîn yarîdey biden. nazanim boçî çûme ḧewşe. şaşan xoy geyandimê û gutî:

- pereng karî pête. deyewê qiset legeł bika.

- le kwê?

- biçu berderkey, ewîş dê.

weder kewtim. zorî pêneçû perengîş hat. çawe kałe xumarekanî lêwan le firmêsk bûn. çawêkî le dewranberî kird û gutî:

- lêt pîroz bê. daway bextewerîtan bo dekem, bełam...

- bełam çî?

- bełam, her nemdîbay, ta demirim le bîrit nakem.

gutim:

- çarenûs wa bû. emnîş awatexwazî bextewerî tom.

- ta key lêre debin?

- zor namênînewe. yek dû řojî dîke deřoyn.

- bo kwê?

- nazanim... xoşim nazanim.. wedway çarenûsim dekewm.

- agat le xot bê. em yadgarîyeşim lê wergire. meyde be kes. ba her le lay xot bê

ewey gut û xencerêkî debanî be kalanewe wêdam û gutî:

- emem le doman kiřîwe. her bo toşim řagirtibû. şaşan nebê kes nazanê. yadgarîyekeşim bo yay perî hênawe deydemê.

- zorit sipas dekem.

- agat le xot bê. bo hemîşe mał’awa. wefa...

ewey gut û řanewesta. řoyî. maweyek gêj û wiř bibûm. çi pêşhatêkî seyr û semere bû! leber xomewe gutim:

- xuda bîparêzî, çend kiçêkî têgeyştû û jîre, çend cwan û şîrîn û leber diłane....

xencerekem leber piştêndî na û çûmewe jûr. lewdemîda perî hate nêw ḧewşe. pereng bo lay çû û gutî:

- yay perî! pîroz bê. hîwadarim legeł yek bextewer bin.

perî gutî:

- zor sipas pereng gyan! etoş be bextî çak bî.

pereng destî le gîrfane kewakey na û milwankeyekî derhêna û day be perî û gutî:

- em yadgarîyem lê wergire. ta çawit pêy kewt eminit webîr bêtewe.

perî zorî pêxoş bû, be bizewe çawêkî le milwankekey kird û gutî:

- çi bermûrêkî cwane pereng gyan! zorit sipas dekem.

beřastîş bermûrêkî cwan bû, le aqîq û wîsir û şewe û ferentî û berdî beqîmetî dîke saz kirabû. perî perengî řamûsî û bermûrekey le estoy xoy kird.

***
 

derwêş wefa bo çaxwardinewe wiçanêkî da û emca eway dirêjey be qisekanî da:

şew legeł perî derfetî qisekirdinman bû. perî pêy gutim:

- dezanim kak mende hîçî bo negêřawîyewe bo ewey nařaḧet nebî, bełam nazanî lew maweyeda çim beser hatuwe! eger bîgêřmewe xoy kitêbêke.

- pêm xoşe be wirdî bom bigêřîyewe.

- katêk le berdeqît emnyan birdewe berzok, hezar car le xuday daway mergim dekird, bełam wek dełên gyan le cêgeyekî sextidaye. lawe le berzok de gyanim berbû, çit xwarduwe tirş û çewender, eger daykim negeyştibaye her deykuştim. qedexeyan lêkirdim le mał weder nekewm. řojêk her çonêk bû be byanûy çûne ser gilgoy kawey, řêgayan dam legeł zêřnî destigîranî kak mendey wederkewm. le nîzîk gořistanê bûyn ke dîtman swarêk le řêwe berew berzok dê. lêman nîzîk bowe û siławî kird. siławman estandewe û be xêrhatniman kird. sware gutî:

- emin kuřî biraym aẍam, deçme lay mînaẍay biłêm řojî heynî dên yay perî mare deken. bew qiseye diłim dakewt, xem daygirtim, řengim bizirka, sware têgeyî û gutî:

- ewe bo bizirkay! eto çî yay perî?

wexo hatmewe û fikirêkim be mêşkida hat û gutim:

- eto nawit çîye?

- mamend.

- jinit hênawe?

- na... bo depirsî?

- pêm seyre.

- çit pê seyre?

- pêm seyre eto amozay menafî! eto wa cwan çak û ewîş wa naḧez û dizêw.

- mebestit çîye?

- çit lê bişarmewe, emin perîm. řiqî dinyam le menafegneye, îstaş swêndim xwarduwe xom bikûjim....

mamend serî lê şêwabû. neydezanî mebestî min çîye, çawêkî le zêřn kird û çawêkî le min kirdewe û gutî:

- bo, ca ḧeyf nîye to bimrî? xuda neka.

- tenya yek şit le xo kuştin pejîwanim dekatewe, ewîş eweye ke le çing menafî řizgar bim. mamend ew qisaney pê seyr bû, neydezanî biłê çî. biřêk lêwî xoy gest û gutî:

- axir bo, leber çî?

katêk zanîm qisekanim karî xoyan kird gutim:

- ca biłêm çî? xuda پێاûێکی wek toy be çarî nenûsîm û tûşî menafegney kirdim. bimirim lewe çaktire ke legeł ew bijîm....

mamend tawêk řama û le dwayeda gutî:

- em qisanet beřastîye?

- erê wełła.

- eger menafit le koł kemewe çi dekey?

dyar bû mamend zor sawîlke bû, be başî demtiwanî hełîfrîwênim. ewe bû gutim:

- ca biłîm çi dekem? herçî eto biłêy wa dekem.

mamend çawêkî le zêřnî kird. zanîm mebestî çîye, gutim:

- eme hawałme. řazdarî yektirîn. nîgeran mebe. her qiseyekit le dił da bîłê.

gutî:

- eger řizgarît bê şûm pêdekey?

le mebestî xom nîzîk bibûmewe, serim berdayewe û xom şermêwin nîşan da û dengî xom hêdîtir kird û gutim:

- eto be min řazî bî qerewaşît dekem.

- pejîwan nabîyewe, bełênîm pêdedey?

- qisey min yeke û nabê be dû, eme bełênîm pêday.

- ke waye diłnya be menaf eto be xoyewe nabînê.

- zor başe. îsta biçû lay bawkim wełamî biraym aẍay pê biłê. emnîş fikirêkî lêdekemewe û dû řojî dî her lem kateda were êre pêt dełêm debê çibkeyn. ta ewdem hîç meke. êstaş ta kes neydîwîn řameweste û biřo. qerarekemanit lebîr neçê.

mamend bizeyekî řezamendî hatê û řoyî. zêřn be çawî zeqewe têydeřwanîm. neydezanî çi mebestêkim heye. her çonêk bû pirsî:

- yay perî! ewe çit gut, mebestit lew qisane çi bû, eto çî û mamend çî?

- dengê meke, xot baş dezanî dway wefay hemû pyawêk bawik û biramin. eger bîgrê nexşeyekim be destewe.

- nexşe! nexşey çî?

- le nêw birdinî menaf.

- çon?

- be destî mamendî.

zêřn be bîstinî ew qiseye wek ask siłêkî kird û waqî wiř ma... ta dû řojî dîke derfetî bîr kirdinewem hebû. şew heta tarîk û řûnî xewm de çawan negeřa. axrî hatme ser em biřwaye ke pêş mare kirdin hîç karîk nekem çunke eger marfîş kujraba biraym aẍa emnî bo kuřekey xoy dewîst, bew hoyewe leser ewe sax bûmewe ke dway mare kirdin be destî mamendî, menafî lenêw berim.

řojî bełênî xom neçûme lay mamendî, zêřnim nard. pêy gutbû:

- yay perî lêy depirsî. xoy nasaz bû neytiwanî bê, deygut le ser qewl û qerarî xom mawim.

mamendîş gutbûy:

- emnîş fikirî xom kirdotewe. eger be ser û małîşim tewaw bê perî le dest nadem.

- xuda bînûsê, edî menafî çi lêdekey?

- deykujim,. daxî zor le diłimdaye. nabê destî we destî kewê. zemawendî lêdekem be şîn. deybînî.

- zor başe, bełam yay perî deygut ta řojî zemawend hîç neka. emin xo be destewe nadem.

- zor başe ta ewdem řadewestim.

- ke wa bû le min û le to û le perî zyatir nabê kes bizanê, dena pêwe debê û perîşt bo nabê. karekeşt debê zor be nihênî û jîrane tewaw key.

- her wa dekem. her ke peryan gwêstewe be çeşnê ke kes nezanê menafî le nêw debem. dway tewaw bûnî pirse û serexoşî le xomî mare dekem.

- zor baş. ta řojî zemawend xudat legeł bê.

mamend deřwa û zêřn hewałî ew gutubêjey bo hînam. le amêzim girt û gutim:

- zêřn gyan! zor sipas, řizgarit kirdim.

zêřn gutî:

- başe hat û serî negirt çi dekey?

- diłnyam ser degrê. serîşî negirt, xo be destewe nadem û hełdêm. deçme lay wefa. deřoyne cêgeyek ke xuda nebê kes nezanê.

řojî heynî biraym aẍa û nîzîkey sî swar hatne berzok. mamendîşyan legeł bû. zêřn xoy degeyenêtê û pêy dełê:

- yay perî lêy depirsî û deygut: qerarekeman le cêy xoyetî. mamendîş dełê:

- lêy bipirse û biłê karî giney tewawe.

***
 

derwêş wefa henaseyekî le diłewe hełkêşa û gutî:

- le katî xoyda perî le menafî mare deken û qerar dadenîn şewî heynî bîgwêznewe. her ew řoje mela qebałey sê dangî berzok be nawî biraym aẍay denûsê û mînaẍa û ewanî dîke wajoy deken. leřastîda mamim sê dang miłkî êmey da be biraym aẍay.

derwêş serî hełîna û çawî de asmanê biřî. xemî lêdebarî. peykerey pejare bû. hawarî bêdeng bû. pyaw bezeyî pêda dehat. webîr şê’rî şa’îrî kurdî farsîbêj «mu’înî kirmanşanî» kewtimewe ke dełê:

- ’icb sibrî xida dardFarsî

agir min cay aw budimFarsî

.......................

.......................

.......................

çayekeman sard bowe. řeşe tazey kirdewe, goranîyekî kurmancî serûxemî biław dekirdewe. «biřê» detgut awêney tewawniwênî derwêş wefaye ke be dengî birîndarî dełê:

derdî dinyayê le hemû derda meznitire:

yek heře wiłatî ẍerîb,

yê bimêne tenê li dinyayê

li wê dinyayê...

derdê şefa zor girane

witenê ’ezîzê şîrîn cuda kirin,

îřo ez ẍerîbim,

ne li wirim...

çend car hatim legeł derwêş bidwêm, bełam zimanim bestirabû... emnîş wek ew kewtibûme nêw dawî całcałûkey xem û pejarewe... diłim degrya... gyanim şînî degêřa... çawim firmêskî têgeřabû. derwêş serî berdabowe be aspayî gutî:

- darî zułim heta ser ber nahênê... xudayek heye ke heq deda û heq destênê... her xuda, xuda....

çayekeman xwardewe, derwêş away leser řoyî:

- perî gutî mareyan kirdim. şewî heynî dahatû çend swarêk hatin be dehoł û zuřna gwêztyanmewe. zêřn û çend jinî dîke legełim hatin le nîzîk gundî «sewzełan» dû goranîbêj be tepił û dûzelewe be pîrmanewe hatin. leber derkey małe biraym aẍay dayanbezandim. zawa be dabî kurdewarî genim û nuqił û dirawî be serda heławîştim. řeşbełek gîra.

biraym aẍa û çend řidên sipî û aẍawet le sûçêkî le ser mafûreyekî řonîştibûn. dawî çend geř mamend destî serçopî girt û menaf çû le destîda hełpeřî, yay gelawêjî kiçî biraym aẍa destî minî girt û birdimî nêw gowendewe. destî mamend û menafî kirdewe û emnî le destî menafî na û xoşî le nêwan min û mamendida destî be hełpeřîn kird. çaweş be menafîda hełgût û menaf dû timenî şabaş da. emca be mamendî hełgut, mamendîş çwar timenî da. marf pêy naxoş bû ke mamend zyatrî şabaş dabû, bołeyekî lêhat.

gelawêj gutî:

- mamend nexşet lêbê.

mamend gutî:

- nexşem lêbuwe, hîndî nemawe.

tenya emin zanîm mebestî mamendî çîye?

perî her weha boy gêřamewe:

- menaf pyawêkî dawên pîs bû, wekû gwêbîst bibûm maweyek bû le dewrî «çîmen»y bûkî «mam bayz»y degeřa. mam bayz take kuřêkî bû be nawî «pîrot» ke kiçî biray xoy bo hênabû. çîmen le cwanî û lebarîda dengî dabowe. menaf wazî lê nehêna, bełam çîmen leber abřûy xoy çî be şuwekey nedegut. jinîkî be ḧya û namûs bû û cwanî menafî nededawe, tenya mamend lew karesate agadar buwe. řojî zemawend le dway ewey ke marf le gowend hate der, emnyan birde jûrî dûnhum û leber pencere le ser kursîyek dayannam. lew demîda simko îşařeyekî kird û menafî birde sûçêk û sirteyekî legeł kird. menafîş řanewesta û legeł ewey ke be nasłametî zawa bû fîzmałkîkî daye û řoyî. mamendîş be şwênîda wederkewt. mamend ber le řoyîn çawêkî le pencerey bałaxane kird. emin le jêr taray sûrewe dîtim û zanîm be şwên menafda deçê. sûkêkî destî zêřnim kuşî. zêřn le tenîştim řawestabû û bê ewey kes bizanê gutim:

- weder kewtin, kar tewawe.

kûçe û kołanî dê çol bû û hemû xełkî awayî le zemawend bûn. nîw se’atêk pêçû ke le piř pûre «fat» ke serispî małe biraym aẍaye, be şîn û řořo hat û hawarî kird:

- gowend berden... quř bipêwin... şayîman lêbû be şîn... hey řo menaf aẍa řo... wey řo mamendi’aẍa řo... de xwênî xoyan gewzîwin...

bezim têkçû. zemawend şêwa. xełk be lûzew weder kewtin. tarayan le ser min fiřêda. le kołanêk termî menaf û mamend dedoznewe ke le xwênda şełał bibûn. debînin hertik xencer be dest bêgyan kewtûn û xwên cogeley bestuwe û meyîwe. şîn û řořoy jinan degate teşqî asman. lexodan û quřpêwan û ser û řû řinîn be pêy fîlan. tenanet ew kesaneş ke menaf û mamendyan xoş nedewîst be dîtnî termî de xwên gewzîwyan xem dayandegrê û firmêskyan de çaw degeřê. biraym aẍa ke miroqêkî kurtebała û qełew û tengezil debê, xoy dawête ser goçanekey û hořhoř degrî. aẍajin diłî lexo debêtewe û bêhoş dekewê. debête ḧeşir. mela qadir melay awayî dełê:

- wîstî xudaye. em termane laben ba le gořê nebin. em xwêneş bişonewe.

termekanyan birde mizgewt û xwênekeşyan şordewe û lew laşewe aẍajnyan wehoş hênawe û legeł biraym aẍa hênayanewe małê. biraym aẍa le ḧewşeda řonîşt û xełk lêy hałan. biraym aẍa gutî:

- kê agay lew karesate buwe? kê çi dezanê bom bigêřêtewe.

kes dengî nekird. dîsan gutî:

- kes agadarî hîç nîye?

kiçołeyek xełkî biř da û çuwe pêş û gutî:

- biraym aẍa emin agam le hêndêk şit heye...

biraym aẍa çawêkî lêkird û gutî:

- eto kêy?

- emin «gułyar» m, kiçî «misto» m.

- çi dezanî?

xełk be bêdengîyewe çawyan le gułyar biřîbû. çaweřê bûn bizanin çi buwe û kê ew karesatey qewmanduwe? gułyar gutî:

- emin le how sûçey řawestabûm, çawim le hełpeřkê dekird, menaf aẍa legeł sê çwar kesan seyrî gowendyan dekird. menaf aẍa kemîk wawetir le lay min řawestabû. mamendi’aẍa çawêkî le menaf aẍay dagirt, ewîş hate lay. gwêm lêbû ke mamendi’aẍa pêy gut:

- çîmen betenê le małêye. derfete xoy bigeyene.

menaf aẍaş řanewesta řoyî û mamendi’aẍaş wedway kewt. emin ewendem aga lêye.

biraym aẍa pirsî:

- çîmen, bûkî mam bayzî?

gułyar wełamî dayewe:

le ew zyatir çîmenman nîye.

sirit û xurit wenêw xełk kewt. pîrotî kuřî mam bayzî řanewesta û be lîngidan çowe małê. mam bayzîş be şwênîda weder kewt. pîrot le małê heray jinekey deka û dełê:

- çîmen!

- bełê.

- da were.

çîmen dê. pîrot xwênî de çawan degeřê. lew demîda mam bayzîş degatê. pîrot depirsê:

- çi nêwanêkit legeł menafegney buwe?

- emin?!

- řastîyekey biłê dena wek menafegney det’encinim.

çîmen degrî û dest be quř’an dadeda û dełê:

- hêç nêwanêkim legeł nebuwe û qetîşim be pyaw nezanîwe, bełam ew çend caran pêşî pêgirtûm û emnîş řanewestawim û hatûmewe małê.

- edî bo be minit negutuwe?

- tirsam xwên biřjê. xuda agay lêye be pelepûşêkîşim danenawe. mam bayz dełê:

- řołe emin řidênim sipî buwe, dinyam dîwe û xełkî denasim, çîmen jinîkî be ḧeya û namûse û tawanêkî nîye. menaf pilarî be hemû daregwêzêkî dadeda. eweş akamekey. lew demîda pyawêk le derewe hera deka:

- hoy mam bayz! pîrot! le małn?

mam bayz dełê:

- bełê. kêye?

- emnim. «ḧeso» m.

- fermû.

ḧeso wejûr dekewê û dełê:

- mam bayz! biraym aẍa le dway çîmenî nardûm, deygut her henûke bê.

çîmen dełê:

- mame! biraym aẍa emnî bo çîye?

mam bayz neqłî karesatî ew řojey be kurtî bo degêřêtewe û dełê:

- kiçim! mepeşokê. xoşt sexłet meke, emnîş legełit dêm?

herçî hebû û nebû bo biraym aẍay bigêřewe.

çîmen zor pyawane bo biraym aẍay degêřêtewe ke çon menaf wedway dekewt, bełam ew řûy nededaye. biraym aẍa dway çend pirsyar řêgay deda bigeřêtewe. her ew řoje mam bayz û pîrot leser ewe sax debnewe ke le gundî sewzełan bar biken û biřon. her waş deken. dway çend řojan bargewbineyan têkewe depêçin û koç deken.

perî boy gêřamewe:

- kelakî menaf û mamendyan şuşt û le kifnyanewe pêçan û naştyanin. her wekû le zor mełbendî kurdistanda bawe, pîrejnêkyan hêna pêyanda hełbiłê. nene «mirot» be dengêkî besoz û birîndarewe cilkî xwênawî ewanî le pêş xoy dana û away pêda hełgutin:

- hey řo... wey řo...

hey le min baban wêranê

wey le min qet kes nemawê, oqrem lê hełgîrawe leber nihêmî de giryanê...

bom bang kene şatran, qasîdan, xoşřewan

byannêrne çwar quřnî de kurdistanê

ba biłên hemû řonîşnewe dił xemînê,

seryan binênewe nêw heş û soranyan bixene nêw ximî şînê,

biła dinya aw bîba leber lafawî de girînê,

çunke gowend û zemawendim lê buwe be şînga û kořî şînê,

biłê dû gułman lê peřpeř buwe le mêrgî de jînê

hey řo... wey řo...

biłên cařçî cařê bikêşin lewê dinyaye,

bangewazê biken le şořelawî řezasûkî aza û wiryaye,

gaz kene naskekçî wek şengebêzaye,

biła bigirnewe ’ezaye be têkřaye,

sûrexeney bişonewe le pencekanî bûkî řeşpoş le şînî zawaye

hey řo... wey řo...

le dwayîda be bejin û bałay menaf û mamendîda hełgut û bo swarçakî û pyawetî ewan şînî gêřa. eger kesêk neynasîban way dezanî ew duwe qaremanin û le azayetî û şořeswarîda bêhawtan!

pirse dest pêkira. le hemû lawe pol pol dehatne serexoşî. řojî duwemî pirse bû ke pênc jandarme hatin û fatîḧayan dada. biraym aẍa zanî bo hatûn. îşařeyekî be kak «hebas»y kuře gewrey deka, ewîş serokî jandarme bang dekate derê û le sûçêkî hêndêkî diraw de lepî destî denê. jandarme dway xwardinî nan û çêştî nîweřo degeřênewe û le řapořtî xoyanda denûsin ke dû kes beşeř hatûn û yektiryan kuştuwe û kes tawanbar nîye.

perî gutî:

- biraym aẍa çwar kuřî bû, hebas û qoytas jin û mindałyan bû û syamend û mamendîş řeben bûn. syamend çend řoj dway kujranî menaf û mamend çawî be min kewt. le çaw lêkirdinîyewe zanîm gîrodem buwe. řojêk derfetî bo hełkewt û be minî gut:

- yay perî xuda etoy xoş dewê.

- bo?

- çunke le çing menafî řeḧmetî řizgar bûy. legeł ew nedeḧawayewe. pyawêkî řijd û diłřeş û dawên pîs bû. beřastî eto û ewyan negutbû.

emin dengim nekird. syamend dway îstêk gutî:

- řastîyeket dewê, pêm xoş nîye eto le małe ême biřoy, pêm xoşe her bûkî ew małey bî.

- mebestit çîye?

- eger pêt xoş bê dway serexoşî le xomit mare dekem. emin qedirit dezanim.

emin ke çaweřêy ew pêşnyarey bûm, nexşeyekim be mêşkî geyşit û gutim:

- emnîş pêm xoş nîye biçme małêkî dîke, bełam carê ba serexoşî tewaw bê û etoş yarîdem bide biçmewe małe bawkim, ca were le bawkim xwazbênî bike.

syamend ke diłnya bibû emin řazîm şûy pê bikem, gutî:

- zor başe, xom detbemewe.

beynêk pêçû. serexoşî dwayî hat. emin bo ewey biraym aẍa nebête berhełistî geřanewem bo berzok, řojêk be syamendim gut:

- katî eweye biçmewe małî xoman. ca xot yarîdem bide ba zû weřê kewm.

- her emřo be daykim dełêm ke le biraym aẍay îcazet bo wergirê.

syamend legeł daykî qisan deka û dełê:

- daye ba ew kiçe biçêtewe małe bawkî, baş nîye hênde lêre bimênêtewe.

aẍajin ke her le řojî hewełewe xoşî le min nehatbû, pêy wa bû pêwqedemim řeşe, şew lew bareda legeł biraym aẍay dedwê û biraym aẍaş îcaze deda bigeřêmewe. sozî legeł zêřn ke her le lam mabowe û dû jinî serispî û syamend, bere berzok weřê kewtîn.

perî deygut:

- nîzîkey hewtûyek bû ke geřabûmewe berzok ke besê lîç şoř hate małê û be dizî pêy gutim:

- kak syamend le małe êmeye. řaspardan çyan leser nîye. deygut leser qerarî xoman řojî heynî denêrme serî. emin demzanî bê û binêrê, bawkim le tirsî biraym aẍay dû û sêy lênaka û demdatê, gutim:

- pêy biłê carê daykim nasaze, heynî ew la tir binêrê.

her ke besê řoyî, be şwên kak mendemda nard û gutim debê biçî bo lay wefay. êstaş eme lêreyn û şukirî xuday be yek geyştûyn.

***