dahatû çon ebê?

Li pirtûka:
Qeɫay Řaz
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  770 Dîtin
nem’ezanî xoşewîstît
ew oxeyey yekem řojanî dîtnitim
lê egořê be hawarî
sûtam...birjam
nem’ezanî
řoḧim ebê be kołeke û
lawlawî henasey sardim
be bałaya heł’egeřê
ew řojane
pêkenînî firîşte bû
estêre û guł û cwanî bû
be sermana da’ebarî
key emzanî
em řoje dêt.
tasey dûrît, ziryanî ’eşq û diłdarît
em şax ew şaxim pê ekat.