şewî tar

Li pirtûka:
Qeɫay Řaz
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  937 Dîtin
şewê tare ezîzim dił birîndar
diłim wêłî xeyałêke ewîndar
nemamî yadekanim sîs û bê’aw
diłim piř xwêne dîdem ẍerqî xwênaw
esîrî derdî sedcarem kesî min
nîye derman û mełhem ẍeyrî zûxaw
çi şewgarêkî bêferdaye bê to
şew û řojim nîye wek masîy bê’aw
kiçim řołem ezîzim çawî daye
biřo nek bitřifênê eşkî lafaw
leber narey giřî em cerge cin cin
henasem agirîne û sîne sûtaw
behareKes řołekem çen sexte bê to
hemû katê jyan wek kanîy bê’aw