mom

Li pirtûka:
Qeɫay Řaz
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  1273 Dîtin
katê xewnekanî pêşûm
gozayanewe nêw hołî feramoşî û
kał bûnewe
hêndey pestîy kenînekan bałam kird û
be qed bałay xemekanîş be ’erza çûm
emcareşyan
«newa» hat û xoşewîstîy xak û daykî
bo hênabûm
firûẍîş awêne û çira
lewlaşewe momêkim dî
ser ta daman dayîsabû
legeł her çepke tîşkêka
bałay kurt û kurtitir ebû
řamkird bo lay
bonî guł û şax û kanî
sozî tase û çaweřwanî
bo hênabûm
piřî daye qijeserî û
çepkê tîşkî sûr û sipî pêşkeş kirdim
her ew sate leber şewqî dyarîyekeya
pexşanêkî sewzim nûsî
bonî xak û daykî eda
bêbeş le awêne û çira