çi binûsîn?
edebî kurdî wek edebî zorbey netewekanî dî birîtîye le dû beşî «şî’ir» û «pexşan» ke her kam lew beşane likupoyekî zoryan lê debêtewe. sedan sałe le ser şî’rî kurdî kar dekirê û le hemû mewzû’êkda û le gişt şêwe û wêneyekda şî’ir gutrawe, bełam le pexşanda her çend zor kitêb nûsrawe û wergêřdirawe, debê biłêm ke leçaw şî’ir, hîç kar nekirawe û lewbareda hêşta le pilekanî seretayîy pêşkewtidayn û bo ewaney ke detwanin binûsin, řêga awałeye û meydanêkî berîn û bê sinûr çawenwařyan deka.
bo řênwênîy ew lawaney ke îsti’dadî nûsîn û meyl be xizmetyan heye çend şwênêk nîşan dedem ke detwanin wêřay xizmet be edebî kurdî be kemêk zeḧmetkêşan naw derken û bêne řîzî nûseran.
be têkřayîy ew şitaney ke dekirê karî le ser bikirê sê beşin:
elf - wergêřan: ewaney ke le zimane bêganekanda şarezan, detwanin nûsrawey baş û bekełk wergêřn. dyare lew bareda tenya şareza bûn be zimanêkî ke nûsrawekey pê nûsrawe bes nîye û wergêř debê edebî kurdîş baş bizanê.
le wergêřanda mercî here girîng parastinî emanete; wata wergêř heqqî nîye hêndêk le nûsrawekey derbawê û welay nê yan nûsrawekey bigořê yan be meylî xoy şitêkî lê zyad bika. her weha wergêř debê wîst û daxwazî komełî emřoy kurdewarî leber çaw bigrê û nûsraweyek wergêřê ke dawakarî hebê.
bi - xułqandin: ew şitaney ke nûser detwanê be zewqî xoy byanxułqênê, birîtîn le:
1. çîrok ke bo xoy çwar beşe:
* çîrokî dirêj «řoman»
* çîrokî nîwedrêj «řomans»
* çîrokî kurt «nûyl»
* çîrokî kurtî kurt
2 - şano
3 - kitêbî ẍeyrî çîrok
4 - meqale
em şitane detwanin hemû çeşne mebestêk bigeyenin, wek zanistî, komełayetî, edebî, exlaqî, felsefî, pêkenînî û....
c - lêkołînewe: ke birîtîye le dû beşî girîng: řûdawekan û folkilorekan.
yekem; řûdawekan ke dû beşe:
1 - řûdawe mêjûyîyekan: wek «sazkirdinî qełay helako le kurdistanda» ke êstaş gundekey be nawî «qełay ełłako» le nîzîk bendî myandiwaw leser çomî ceẍetû her mawe.
le lêkołînewe û nûsînî şitî mêjûyîda, nûser debê te’esûbî nebê û ewey ke le nûsrawekanî mêjûnûsanda hatuwe legeł ewey ke bo xoy pêy geyştuwe, bê ẍerez û bê nezer bîhênête ser kaẍez.
2 - řûdawe ẍeyrî mêjûyîyekan: wek řûdawî «eşkewtî geweřê». lebarey řûdawe ẍeyrî mêjûyîyekanda debê tewawî ew şêwaney ke gêřawyanetewe naw bibrên.
dûhem; folkilorekan: folkilorî kurdî ke beşêkî girîng le edebî kurdî pêk dênê yekcar zorin û herçend lem sałaney dwayîda hêndêkyan kar le ser kirawe, hêşta řêgeyekî bêbřanewe lepêş aşqe nûsînanda heye.
lebarey folkilorekanda nûser yan lêkołîner nabê wişekan be meylî xoy bigořî yan wişeyek ke pêy waye bêmanaye, tûř hełda. debê wişekan çon debîsê her awayan bênête ser kaẍez û eger pêy waye wişeyek bêmanaye yan naḧeze yan mebest nageyênê debê bê dest lêdan û dest têwerdan le wişeke, lenêw pařantêzda yan le jêrnûsî nûsrawekeda şî bikatewe û nezerî xoy derbiřê. her weha eger dû yan çend şêwe û wêne le destida bê û le wişe yan cumle yan mewzû’da dijayetîyan bê, debê basî giştyan bika û îşare bika ke pêwendî legeł kam wêne yan şêweda heye.
le kurdîda folkilorî corbecorman heye ke dekirê karyan le ser bikirî û lêyan bikołdirêtewe wek emane:
1 - beyt: le ser hêndêk beyt wekû «mem û zîn» û «dimdim» û... kar kirawe û kitêb û meqale nûsrawe, bełam lebarey ewanî dî yan kar nekirawe yan eger karîş kirawe zor keme û berçaw nîye. lêkołînewe lebarey beytekanda zor baş detwanê be řûnkirdinewey wez’î syasî û mêjûyî û komełayetîy řabirdû yarîde bida.
beytekan corbecorin, le meqaley «şarî wêran» (lem kitêbeda) hêndêkim êşare pêkirdûn.
2 - efsane: zor mewcûd yan cêga le folkilorî kurdîda bote efsane û le zor folkiloranda be şêwey corbecor naw debrên. ew efsanane yan ’imûmîyetyan heye û le seranserî kurdistanda legełyan aşnan, wek: efsaney «dêw û dirinc» û efsaney «awî ḧeyat» yan taybetî nawçe yan şarêkin wek efsaney «pîrejne çing asnîne» ke taybetî mehabade.
3 - çîrok (ḧekayet): le kurdîda çîrok yekcar zore, çeşnî:
- çîrokî aşqane wek «denkehenar»
- çîrokî ’atîfî wek «mûrûy dengê» ke le mełbendî merîwan be «dengewere» nawbangî heye.
- çîrokî ayînî wek «şêx mend û şêx řeş»
- çîrokî mindałan wek «meřoke û biznoke»
- kurteçîrokî pendî wek «berxołe»
.............
4 - mesel: le kurdîda lebarey her mewzû’êkda yek yan çend mesel (zirb alimsilFarsî)man heye. le wiłatî êmeda «mela ẍefûrî ḧafîz» kitêbêkî lewbareda heye û zorbey meselekanî be nezim derhênawe ke cêgay řêze. mela ẍefûr tenya meselekanî ko kirdotewe, bełam lêkołînewe lewbareda karêke ke debê feramoş nekirê.
lebarey meselda debê mana û cêgey bekar hênanî û eger bikirê çilonayetîy sazbûnî meseleke ber çaw bigîrê. her weha eger meselêk çend wêney hebê, debê hemûyan leber çaw bigîrên, wek:
mêrîleyan debirde şuştinê mûrûleyan dekirde gerdinê
ke bem şêweş bekarî deben:
mêrîle demird, mûrûleyan de gerdinê dekird.
5 - hetełe û metełe (meteł): wek:
asmanî sawe û pełepełey hewre
mafûrey çindiraw, destikarî gewre = (desrey hewrî) yan:
ewe çîye heta neybestî nařwa? = (kałe û pêtaw)
6 - řusmekan: le kurdewarîda řusmî corbecorman heye ke cêgay sirincin û degeřênewe ser bîr û biřway bawik û bapîranman wek řusmî «qułeçwarşemmo» û «heterê û meterê» û «bêłindane» û «şêwekanî zemawend û gowend».
7 - biřwakan: hêndêk şit hen ke gelekeman biřwayan pêy heye wek: «bûkebarane», «şemmule», «neřiştinî awî kułîw be şew», «neḧis bûnî sêzde» yan «be pîroz (mibark) zanînî řojî heyînî» û....
8 - pendî pêşînyan: pendî pêşînyan ke zorbeyan «sê sê»n wata le her pendeyda sê şit hatuwe, le folkilorî kurdîda zor girîngin, wek:
«le hewrazan mełê kutnê, leber baye mekêşe tûtnê, meçuwe ser małe babî jinê.»
yan:
«ne kwêrekanî debê be bax, ne kelawe debin be wetax, ne kiçetîwan (kiçe hetîwan) debin be şewçirax.»
9 - qisey xoşî pêşînyan: wek qisekanî xuda lêxoşbû seyîd «řeşîd» yan qisekanî xuda lêxoşbû «mamendaẍay şextan»ê û qisekanî xuda lêxoşbû mela «eḧmed tewḧîdî» û....
10 - kaye: kayekan dû corin:
- kayey mindałan, wek «pişîley małe mêranî» û «xuzzên» û «hemzel» û....
- kayey gewran, wek «corabên» û «mîrmîrên» û....
11 - gałte û gep : bo xoş řabirdin û pêkenîn gałte û gepî corbecorman heye, wek:
- çîrok: çeşnî çîrokekanî melay mezbûre
- kaye: řawe jûşk
- şî’ir: şeřefiř
- goranî: bend hawîştin
12 - şî’ir: zorbey şî’re folkilorîyekan be goranî degutrên, wek:
tayek le zułifit ha we desmewe
bendî dił epsê pêy ebesmewe
yan:
heta emin bûm be gwêy banewe
bertîlyan deda û depařanewe
êsta ke pîr bûm pêm dełên xało
bertîlîş dedem namkene mało
13 - goranî û mosîqa: ewaney ke le mosîqada şarezan detwanin le qam û goranî û hewa corbecorekan bikołnewe û şityan leser binûsin û byanparêzin. lewbareda debê çend şit leber çaw bigîrê:
- şî’rî goranî û qam
- hewa û ahengî ewan
- new’î goranî wek qam, ḧeyran, bend, qetar, lawik, balore, û....
- eger bikirê çonîyetî sazbûnî ewan.
hîwadarim ew řênwênîye bête hoy qełem be destewe girtinî lawe bezewqekanman bo nûsîn û perepêdan be edebî kurdî.