jin be jine

Li pirtûka:
Şarî Wêran
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 7 Xulek  3100 Dîtin

yekêk le dabe naḧezekanî komełî kurdewarî betaybetî le gundekanda bayex nedan be mafî jinane. le kurdistanda be giştî û le awayîyekanda betaybetî pêyan waye ke xuda jinî tenya û tenya bo xizmet kirdin û kwêrewerî û řenickêşan xułqanduwe. jin mafî derbiřînî bîr û biřwa û tenanet qise kirdin le ḧandî pyawanî nîye. bawik û biray kiçan bebê sirinicdan be hest û wîstî ewan be şûyan deden û jin be jineyan pêdeken.

mebest le jin be jine emeye ke kiçêk yan bêwejnêk be şû deden û le beramberîda kiçêk yan bêwejnêk werdegirin. le ladê be degmen hełdekewê kiçêk bebê jin be jine be şû biçê. ew kiçane be hoy eme ke xoyan le hełbijardinî hawbeşî jyanyanda dewrêkyan nîye be nabedłî û le tirsî lêdan û kutanî bawik û birayan yan le ber řêz girtinî ewan û dił neşkandinyan be řwałet mil be jin be jine deden.

bayex nedan be mafî jinan be «jin be jine» pawan nakirê. kiçan û jinan le gundekanda cige le kwêrewerî û çermeserî şew û řojî û dûrî û meḧrûmîyet le kemtirîn mafî jyan, bedaxewe le řîzî meř û małat tenanet kemtir le ewanîş dejmêrdirên. be «ber xwên» û «ser xwên» yan deden wata katêk pyawêk jinêk hełgirê yan zyanêkî gyanî ya małî le dest biqewmê, bo wela birdinî şeř û kêşe, pêkewe mesłet deken. zorbey ew mesłetane be fîda kirdinî kiçêk dwayî dê ke pêy dełên «ber xoyn». eger nirxî ew kiçe kemtir le zyanî layekey dîke bê yan eger ew kiçe le beramber kiçêk yan jinêk ke hełgîrawe kem bayextir bê, kiçêkî dîke fîda dekirê ke pêy dełên «ser xwên».

ew kiçane fîday hewa û hewesî bawik û birayan debin. ew bawik û birayane (tenanet dîtrawe mam û xałîş) ewey le fîkirîda nîn bextewerî û mafî ew kiçe řojgar řeşanen. boxoyan xoşyan lê řabrê, derbestî kiç û xuşkyan nîn.

dyare ew core nîkaḧane le barî şer’îşewe dirust nîn û batiłn, çunke le layek, mercî here girîngî dirust bûnî nîkaḧ «qisd û riza» ye wata kîj û kuř debê «byanewê» û «řazî bin» be nîkaḧ. le layekî dîkewe, be şer’ debê mareyî «mał» bî nek «însan». le jin be jine û ser xwên û ber xwênda dirawêk bo mareyî dyarî deken, bełam be kirdewe ew kiçeş ke destêndirê beşêke le mareyî, yan baştir biłêm mareyî her kam lew kiçane birîtîye le kiçekey dîke û hêndêk diraw. dena eger bê û kiçekey dîke neden, layekey dî hergîz ḧazir nabê biçête lay şuwekey.

bedaxewe zorbey ew xizmayetîyane dwayîyekî zor naxoş û naḧezî debê. zor dîtrawe û bîstirawe ke jinêk legeł eweda ke çend mindałî hebuwe, ředwa kewtuwe û hełgîrawe. ew mesele ta ew řadeye perey senduwe ke ředwakewtin û jin hełgirtin betaybetî le gundekanda bote baw. zor carîş dîtrawe ke kiçêk be hoy eme ke şuwekey pîr buwe û be bawik û bapîrî şyawe, gîrodey nařaḧetî û fîşarî řûḧî buwe ta cêgeyek ke gořanî wez’î řûḧî û şêtayetî destî pêdawe.

akamêkî dîkey ew core nîkaḧane emeye ke katêk yekêk le jinekan danenîşt û zîz bû yan tełaq dira, jinekey dîkeş řanagîrê û wek zêřxirîdêk dway lêdan û kutan derdekirê û be ser małe bawkîda dedrêtewe. ca çend mindałan be cê dehêłn û ew mindałane çi beserhatêkyan debê, lay kes girîng nîye.

řusmêkî naḧezî dîkey wiłatî ême, mare kirdinî kiç le ser piştî lankeye. bawkî ew kiçe şîrexorane bebê le ber çaw girtinî dwařojî ewan mareyan deken.

le mełbendî «hewşar», katêk xwazbênîker bo kiçêk deçê, çaw le cwanî û kabanî û jîrî kiçeke nakirê. temaşay tewnêkî deken ke xerîke deyçinê yan mafûreyek ke tewawî kirduwe û le řûy ew tewn û mafûreye şîrbayî bo dyarî deken yan le řastîda deykiřn. dyare katêk ew kiçe çareřeşe deçête małe şuwekey, naçare le maweyekî kemda be şew û řoj kar bika û somayî çaw û hêzî gyanî fîda bika û dirawî şîrbayîyekey bo małe mêrdekey derbênêtewe. serbaqî ew bê bayex bûne û ew hemuwe kar û kwêrewerî û çermeserîye, nêwe nêwe debê tamî lêdan û kutan biçêjê û bîraz bikirê. dyare ew cinêw û lêdan û sûkayetîye hîç hoyekî nawê.

mafî jinan be çeşnêkî dîkeş pê şêl dekirê û ewîş «pûł pêwebestin»e, wata katêk jinêk tełaq dedrê le layen şuwekeyewe dirawêkî pêwe debestirê ke ta ew dirawe bo şuwekey řed nekirêtewe, mafî mêrd kirdinewey nîye. carî wa heye ew dirawe ewnde zore ke kes ḧazir nabê bîda û jinekey mare bika û ew jine çareřeşe naçare ta axrî jyanî bebê mêrd bimênêtewe.

hênanî dû jin û sê jin û çwar jinîş peyaxêke ke le maf û hestî jinan dedrê. eger le kesêkî ke zyatir le jinêkî hênawe bipirsî bo wat kirduwe? dełê xo xîlafî şer’im nekirduwe. keçî bedaxewe emřo le şerî’etî meznî îslam be şêweyekî xirap û nadrust kelk werdegîrê. xuda le quř’anda îcazey çwar jinî be pyaw dawe, bełam be mercêk ke tirsî řeçaw nekirdinî ’edalet û dad le diłî pyawda nebê wata tenanet eger kesêk tirsî ewey hebê ke newek netwanê le nêw jinekanîda be ’edałet bibziwê, nabê û natwanê jinî duwem û sêyem û çwarem bênê. dyare heyaran! yekêk hełkewê ke ew tirsey le diłda nebê.

be řastî cêgey daxe ke bo debê wa bê, bo debê pêman wa bê ke kiç bo xoş řabirdinî pyawan û bo dîlî û kwîleyî û çermeserî dirust kirawe? le dinyay emřoda ke le tewawî wiłate pêşkewtuwekanda mafî jyan bo jin û pyaw yeksane û sûr buwetewe ke pyaw cige le hêzî bedenî hîçî be ser jinanda nîye, le dinyayek ke jin gewretrîn meqamî zanistî û syasî û komełayetîyan be destewe, bo debê ême wek deyan sede le mew ber bîr bikeynewe? bo debê feramoş bikeyn ke nîwey dinya jinin? bo debê le bîrman biçêtewe ke eger dayk nebwaye pyawîş nedebû ta ewende zułim le jinan bika? pîẍemberî îslam (di. x) defermuwê: «jin gułêkî cwane ke xuda dawyetî be dest êwe, be diřkî cefa ew gułe mejakênin.» her weha defermuwê «beheşt le jêr pêy daykandaye.»

ême ke xoman be musłiman dezanîn bo debê fermayşî pîẍemberî gewrey îslam le bîr keyn? ême ke îd’ay însan bûnman heye, boçî debê mafî însanî jinan negrîne ber çaw?

dełên řadey pêşkewtinî komełêk be mîzanî beşdar bûnî afretanî ew komełe le karubarî komełayetîda dyarî dekirê. eger bênîn ew qa’îde le ber çaw bigrîn, debê danîşîn û bo ḧałî xoman û bo dwakewtûyî komełekeman bigrîn û şîn bigêřîn.