şarî wêran

Li pirtûka:
Şarî Wêran
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 12 Xulek  2286 Dîtin

nûser û serdarî gewrey kurd «êḧsan nûrî» le kitêbî «mêjûy bineçekey řegezî kurd» da denûsê: «gelî kurd... be le ber çaw girtinî wez’î kwêstanî sexteřêgey wiłatekey beşî zorî ziman, xû û řusmî xoy parastuwe. yekê lew řusmane emeye ke şeř û berberekanî baw û bapîranî be şêwey çîrok û beyt gêřawetewe. le řastîda le seda şêstî beyte kurdîyekan basî ew çeşne şeřaney serokan û pêşînyanî ew geleye. beytibêjanî kurd le gwên mêjûyekî gyandarin. gelî kurd le zemanî zor konewe ke xwêndin û nûsîn nebuwe, basî serokan û azayanî xoy bew core sîng be sîng gêřawetewe ta be gwêy nûseranî mêjûy geyanduwe û neyhêştuwe ke feramuş bikirên. her çende têpeř bûnî dewran lew çîrokaneda aługoř û kurt kirdineweyekî gewrey pêk hênawe û nawî mirovan û cêgey řûdawekanî hêndêk gořîwin, bełam binaẍey karesatekanî be geştî le nêw nebirduwe. bem hoyewe wirdibûnewe lem base nek zerey nîye bo řûn kirdinewey řastîyekan pêwîstîşe.»

yekêk lew beytane, beytêkî kone be nawî «çêrî» ke basî gewreşarêk deka her bew nawe. lew beyteda kořepaşayek be nawî «çêrî» ke aşqî kiçî mamî xoy be nawî «ferentî» debê dest be saz kirdinî şarêk le mełbendî şarwêranî êstada deka ta girawyekey têyda bijî û xoş řabwêrê.

wêdeçê ke ew «çêrî» ye her «artisarî» yan «arçarî» bê ke mêjû basî deka û yekêk le çûkeşayanî «mad» buwe û le sałî 829 ber le mîlad legeł «owalgî» serdarî «aşûr» şeřî kirduwe. ew kate pêşbendî «ar» be manay agir û pak bo řêz danan bew gewraney ke ḧałetî teqedusyan bo be kar hatuwe wek aryakîs, arîtas, arbyans û... we arçay. le řastîda nawî arçarî «çarî» buwe.

ber le me ke pitir le barey «şar wêran» yan «şarî wêranî çêrî» da bidwêyn, be pêwîst dezanim kurte’îşařeyek be beytekanî kurdî ke «beytî çêrî» yekêk le wane bikem.

«beyt» beşêkî girîng le folkilor û edebyatî kurdî pêk dênê ke nûser yan daneryan nenasrawin û sîng be sîng deyan û sedan sał geřawin û be dest ême geyştûn. be dînêk, beytî kurdî sê corin:

1 - honrawe û şê’ir wek beytî «dimdim» ke be şêwey şê’rî kilasîke û beytî «gułê» ke le ser şêwey şê’rî nwêye.

2 - pexşan wek beytî «merzîngan».

3 - têkeławêk le şê’ir û pexşan wek beytî «ḧuseyn çawpan».

le barey nêwerokîşewe beytekan corawcorin:

beytî mêjûyî wek beytî «dimdim».

beytî syasî wek beytî «nacî ’umer».

beytî felsefî wek beytî «zenbîlfiroş».

beytî wesfî wek beytî «gułê».

beytî aşqane wek beytî «xec û syamend».

beytî ḧîmasî û azayetî wek beytî «seydewan».

beytî pêkenînî wek beytî «kerê» û beytî «mişk û aşewan»

.........................

hêndêk lew beytaneş bûnete mesel wek kesêk ke zor le ser şitêkî biřwa be lataw dełên: «beytî bileye»: wa dyare beytî bile beytêkî dûrudrêje. yan kesêk ke zor pîr û be temen bê dełên: «beytî dimdimî bu biłêy degrî...» wata hênd pîre ke karesatî qełay dimdimî le bîre.

beytî çêrîş yekêk lew beytaneye ke têkeławêke le nêwerokêkî aşqane û mêjûyî. êstaş le nawçey şarwêranda î wa heye ew beyte bizanê, her çende bedaxewe be hoy nenûsranyan, zorbey ew beytane gořdirawin.

le beytî «biraym û meḧmeł» da basî şarêk dekirê her le nawçey nawbirawda be nawî şarî «çêlyan». le kurdîda paşbendî «an» û «yan» le dway hêndîk cêga be kar debrê bo nîsbetdanî ew cêgaye be danîştuwanî wek «wiłatî kurdan», «şarî kwêran» û «geřekî řizgeyan». pîtî «ř» ş carî waye be «y» [li] degořdirê, wek «derya = delya» bew hoyewe debê nawî ew şare her çêrî bê.

«şarwêran», mełbendêkî pan û berîne ke le nêwan nawçekanî şamat, çomî mecîdxan, axtaçî, şarî mehabad, nawçey sindûs û deryay wirmê da hełkewtuwe û xakêkî piř pît û xełkêkî têgeyştû û řûnakbîrî heye.

wekû ew beyte basî deka û hêndêk asewarî mêjûyş nîşan deden, şarî çêrî debê le 5 ta 20 kîlomîtrî şarî mehabadî îstada hełkewtibê ke kêwî feqreqa û gundekanî îndirqaş, qûnqeła û qerexan ta nizîk gundî diryaz ta degate berdekuntê degrête ber.

le zimanî madîda be şaryan gutuwe «çêr» ke le dwayeda ew wişeye bote jêr, şêr, şiter, şar, bajêr, sehir û sahir, emřoke le farsîda pêy dełên şehir. le karnamey erdeşîrî babekanda «şarezûr», «sahir zûrîk» naw birawe.

le lay řojhełatî şarî wêranî çêrî, kêwêkî lêye be nawî «feqreqa»; «hêrodot» mêjûnûsî benaw dełî giłkoy «ferewertîş» dûhemîn şay madekan le ber qedî kêwêkî berdîn le beşî başûrî deryay wirmê le nêw hodeyekî hełkendirawda hełkewtuwe. be le ber çaw girtinî eme ke le seranserî mełbendî başûrî deryay wirmê cige le feqreqa cêgeyekî dî bew naw û nîşananey ke hîrodot dełê nîye, debê giłkoy ferewertîş her le feqreqa bê. le berzayî berqedî başûrî feqreqada hodeyekî berdîney gewrey lê hełkendirawe ke debê be nêrdîwan boy biçî. le nêw ew hodeyeda asewarî giłkoy lêye.

wişey «feqreqa» debê «ferewega» bûbê, wata cêgay «ferewe» ke yekêk le çûkexwayanî ehuremezda buwe. «ferewertîş» le «ferewe» wergîrawe û paşbendî «tîş» yan «tîj» le zimanî madîda řîşey wişey «tîşk»e be manay piřşing. «ga» û «gas» û «as» lew zimaneda paşbendî cêga buwe ke emřokeş le zimanî kurdîda paşbendî «ga» her mawe wek cêga, řêga û zanistiga.

le feqreqawe řêgeyekî berdiçin berew řoj’awa kêşrawe ke asewarî wî cêgacêga her mawe, betaybetî le nizîk çomî mehabadda ke be lay qûnqełada řed debê. le dirêjayî ew řêgayeda pirdêk hebuwe ke berew awayî qûnqełay êsta çuwe. her weha le mezrakanî ew gundeda gonge aw dozrawetewe ke ewe degeyênê le zemanî madekanda le şarî çêrî be lûlekêşî le aw kelkyan wergirtuwe. dyare şitî kon û entîkey wek mût û mûrû, bazin û xirxał, xencer û... lew mełbendeda zor dîtrawetewe.

be daxewe zor le gundekanî şarwêran û mełbendekanî dîkey kurdistan yan nawyan gořdirawe û kirawnete turkî yan dway saz kirdinyan nawî turkîyan lê nawin wek: qûnqeła, qeredaẍ, delîkdaş û... hoy ew nawe turkîyane zał bûnî muẍûlekan, ’usmanîyekan û sefewîyekane. «hulakûxan» beşî zorî temenî le meraẍe û myandiwawda řabirduwe û le qerax çomî ceẍetû gundêkî saz kirduwe û lêy danîştuwe ke êstaş ew gunde her mawe û nawî «qełay ełłakoye». hulakû be boney serkewtin le şeřêkda destûrî dawe ke peykerey kełêk û şêrêk le ser berdêk bo yadirgar hełkenin ke ew berde êstaş lew gundeda mawe û beytî «keł û şêr» bewda hełgutrawe.

le zemanî nawbirawda dû bira be nawî «yerẍû» û «terẍû» her kamyan be leşkirêkî zorewe huruwjimyan hênawete ser wiłatî ême, bełam xełkî azay ew wiłate wiçanyan pênedawin û yerẍûyan le nîzîk şarî mehabadda kuştiwe û leşkirekeyan têk şikanduwe ke êstaş çomêk ke be mełbendî ew şeředa dête xwarê û berew deryay wirmê deřwa, be nawî ew serdare muẍûleyewe û «yerẍû» yan «yêrẍû»y pê degutrê. birakey dîkeşî be nawî «terẍû» le nîzîk şarî bokanda têk deşkê û dekujrê ke mełbendî ew şeřeş kêwêk buwe be nawî «tereẍe» ke le wişey «terẍû» we wergîrawe, hêşta her ew nawey le sere. le dawênî ew kêweda gundêkî lêye her be nawî «tereẍe».

turke ’usmanîyekan û sefewîyekanîş zor le wiłatî êmeda mawnetewe û ḧukmatyan kirduwe.

sefewîyekan zorbey serdarî êlî biradost û mukirîyanyan serkut kirdûn û be ser fire nawçey kurdistanda zał bûn. êlatî mukirî ke legeł sefewîyekan beşeř hatûn, le zistanêkî sard û sexłetda le kêwêk le nîzîk gundî qareway menguř le serman qiřyan hatuwe ke êsta bew kêwe dełên «mukirî qiřan». her weha le zemanî sułtan «mîr muqeddem» ke le layen sefewîyekanewe le meraẍeda ḧukmatî kirduwe, hêndêk turk bo nawçey «çomî mecîdxan» û «behî» koç dirawin ke pêyan gutûn «tirkeřeşe».

beşêk le şarî çêrî tepkêke le heşt kîlomîtrî şarî mehabad le tenîşt řêgay mehabad wirmê be nawî «berdekuntê». le ser tepkeke, cêgeyek le berd hełkendirawe ke dirêjayî û panayî û qûłayî her kam dû mîtir debê, le xwarewey her ladîwarêk řehendêk bo dewranberî tepkeke lêdrawe ke pyaw le ser ejnoyan pêyda deçê. le lapałî řojhełatî tepkeke, ke deřwanête çom û mêşeyekî xoş û diłřifên, hêndêk pilîkan le berdî hełkendirawin ke dyare bo weser kewtin nîn û bo le ser danîştinin, wa wêdeçê ke ew cêgaye ’îbadetga bûbê. le nêw ew cêga hełkendiraweda ke çwar řehendî heye awryan kirdotewe û be řehendekanda hewa bu awreke çuwe ta nekûjêtewe. le lapałî başûrî berdekuntê, asewarî çend hodeberdîne her mawe. be le ber çaw girtinî ewe ke le řojgarî zor konda zorbey gelî kurd řojperest bûn, řenge bo ’îbadet, berbeyanan çûbne berdekuntê û le ser pilîkanekan ke berew řojhełate du’ayan kirdibê, bełam zyatir wêdeçê ke lew cêgayeda be beşdarî «mûbed» pêşeway ayînî zerdeştîyekan, be şêwey taybetîy xoyan řû be xorhełat ’îbadet kirabê. řenge lewêda şanoy ayînîş beřêwe çûbê.

le lay řoj’away berdekuntê kêwêkî berzî lêye ke řêgay mehabad wirmê be nêwan ew kêwe û berdekuntêda kêşrawe. le ser ew kêwe asewarî yek dû giłkoy konî lêye. le dawênî řojhełatî kêweke ke asewarî çend řehendî awî lê buwe ke be daxewe katî kêşranî řêgay nawbiraw le nêw çuwe. ew řehendane - ke zor kes dîtûyane û le bîryane - řêgay hênanî aw bo mezrakan buwe.

le lay xorhełatî gundî «lec» ê, yekêk le gundekanî nawçey şarwêran ke legeł feqreqa sê kîlomîtrî nêwane, asewarî kone’awayîyekî lêye ke řenge beşêk le şarî çêrî bûbê.

lêman řûn nîye ke şarî çêrî bo le nêw çuwe. dway le nêw çûn yan wêran bûnî şarî çêrî le lay başûrî řoj’awayî ew şare, şarêk saz kirawe be nawî «adryas» ke êstaş paşmawey ew şare, gundêke be nawî «diryaz».

«adir» yan «ar» le zimanî madîda be manay agire ke aşûrîyekan be şikłî «aşûr», «asûr» û «atûr» be karyan hênawe û le zimanî pehlewî û derî û awêstayîda bote «ahîr», «ahûr», «atir» û «atexiş» ke êsta le zimanî kurdîda «agir» û «awir» dekutrê û le zimanî farsîda wişekanî: «azir», «axgir», «atiş» û «axtir» le ser ew binaẍeye saz buwe.

wekû basman kird wişey «as» le zimanî madîda be manay mełbende ke «sitên», «sitan», «ustan» û «astan» her lew řîşeyen. le zimanî pehlewîda ew wişeye bote «wistan». le karnamey erdeşîrî babekanda «şaristên», «şiterustan» nûsrawe.

le kurdistanda awayî dîkeşman heye ke axrekey «as» bê wek «beytas» le nawçey menguř ke «bet’as» buwe, wata mełbendî gewran û «swênas» le mełbendî gewrkî mehabad ke «swê as» buwe be manay mełbendî nûr. her weha «nełas» le lay şarî serdeşt ke wêdeçê «nêł as» bûbê.

le gundî diryazîş şitî kon û entîke dîtrawnewe. le başûrî řoj’awayî adryas gundêke be nawî «baynderê» ke be hełe be farsî «pa’îndire» denûsrî û le řastîda «bat îndera» ye wata «înderî mezin» ke le pêşewe basman kird. nêwanî ew gunde ta diryaz 3 kîlomîtir debê. lew gundeda agirgayekî zor gewrey lê buwe ke êstaş asewarî be şêwey swałet her mawe. wêdeçê xełkî adryas bo ’îbadetî řojanî girîngî ayînî çûbne ew agirgaye.

dway çûk bûnewey adryas le nîzîk şarî mehabadî êstê, le ser tepkî meḧmûdkan şaroçkeyek saz buwe be nawî «mekiran» ke wişey «mukiryan» lew wergîrawe.

şaroçkey mekiran be gewreyî û girîngîy dû şarî çêrî û adryas nebuwe. asewarî ew şaroçkeye tenya hêndêk şitî entîkeye ke we dest kewtûn. nîzîkey çwarsed sał pêş le zemanî sefewîyekan şarî sabłaẍ saz kira û şaroçkey mekiran wirdewrde le nêw çû.

ew çend dêřey ke xwênditanewe tenya şwênêkî biçûke ke hełgîrawe, be hîwam ew şwêne bibête hoy wedwa kewtin û lêkołîneweyekî girîng û benirx bo weladanî perdey feramoşî le ser beşêk le mêjûy nîştimanekeman.