giřû
pêşkêş be hewełîn dostî řastîm «enwerxan»
Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
2 Xulek
1386 Dîtin
girawîy min!
dû çawe diłřifêneket de çawî min biře!
biła le yek bihałê moncî nadyarî dû nîga...
nîgam ne bonî swêsin û hełałeye,
kilîlî derkî gałeye... melî ewîn!
dezanî dûrî çende sexłete?
firîzuwe ke her řegey xemêke bê’eman,
bebê wiçan,
deka řegajo bo leşim...
ke řemzî mirdin û nemanme,
ełey řwawî ser řegey jyanme... girîngîy jîn!
kwanê çomî wîşkeřo degate wîşkegolî dił?
le wîşkesałî yadekem...
kwa diłope awê bo gerûy henase lêbřawî nayekem? gułûkî min!
dełên beharî sałî nwê beřêweye û pesapesa degate me...
girîm behar,
be girmegirmî hewrewe leřêwe hat...
kwa gułê le şorekatî qaqřî jyanî min,
be dem řehêłewe bizey debziwê, hełdeda?
ke jînî min hemûy xeme,
beharî min, beharî şîn û mateme... kilîlî dił!
le kwê kesêk heye le min biga?
kwanê aşna be derdekem?
wizey qisem le hêłî şade kurtitre...
le kwê be gwêy kesêkî řadega:
wizey henase serdekey xezan?
diłim diłî «kereftûCih» we,
piře le řaz û řemzî «kesnezanCih» şiney beyan!
emin ke aşqî şemał û lêřewar û kanî û çyam
biłêy beřoçke tîn bida be xełfî hestî nesrewm?
biłêy le řijdî estemî zemane serkewm?
biłêy zirîngeyek le camî dił bigate asman?
biłêy neřûxê pirdî man...?
dû çawe diłřifêneket de çawî min biře!
biła le yek bihałê moncî nadyarî dû nîga...
nîgam ne bonî swêsin û hełałeye,
kilîlî derkî gałeye...
dezanî dûrî çende sexłete?
firîzuwe ke her řegey xemêke bê’eman,
bebê wiçan,
deka řegajo bo leşim...
ke řemzî mirdin û nemanme,
ełey řwawî ser řegey jyanme...
kwanê çomî wîşkeřo degate wîşkegolî dił?
le wîşkesałî yadekem...
kwa diłope awê bo gerûy henase lêbřawî nayekem?
dełên beharî sałî nwê beřêweye û pesapesa degate me...
girîm behar,
be girmegirmî hewrewe leřêwe hat...
kwa gułê le şorekatî qaqřî jyanî min,
be dem řehêłewe bizey debziwê, hełdeda?
ke jînî min hemûy xeme,
beharî min, beharî şîn û mateme...
le kwê kesêk heye le min biga?
kwanê aşna be derdekem?
wizey qisem le hêłî şade kurtitre...
le kwê be gwêy kesêkî řadega:
wizey henase serdekey xezan?
diłim diłî «kereftûCih» we,
piře le řaz û řemzî «kesnezanCih»
emin ke aşqî şemał û lêřewar û kanî û çyam
biłêy beřoçke tîn bida be xełfî hestî nesrewm?
biłêy le řijdî estemî zemane serkewm?
biłêy zirîngeyek le camî dił bigate asman?
biłêy neřûxê pirdî man...?