şanze sał çaweřwanî

Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
 1 Xulek  2004 Dîtin
dwênê letek nemanî sûrayî xorinşîna
ke şew hêwaşê bałî kêşa beser zemîna
tomarî şanze sałî jyanî xoşewîstîm
awatî piř le tasey derûn û gyanî birsîm
be carê naye çałî jyanî piř sizawe
ke şewqî çende gencî hejarî tya řizawe
le tek hemû ’ezab û jyanî bê hîwada
em řencî sałehayem, ke giştî çû be bada
letek emaneşa min, herçende têgeyîştûm
ke dûy xeyałî dûrî, perî nîgarê kewtûm
le kanî qûłî diłma ke bote gořî awat
řijawe neqşî bałay biłindî ał û wałat