xewnî naxoş

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1338 Dîtin
le nêw tarîkîya, tapo
be espayî xizî, win bû
le dûrîy çomî nêw mêşe
sirûdî mergî des pêkird
le aso taqe yek estêre cê mabû
ewîş mird...
 
le řêwe tarmayî,
berew min hat
geyşte min be espayî gutî:
- hełê... bo quşqî mawî?
xeyaławî,
hemû dinya leber çawim desûřa
lepřiřa,
be gwêy xom bîstim û hêzî diłim mird...
le maşênêk,
de, bîs kes hatne xwar
hiruwjimyan kirdimê û dengêkî naxoş
be ezmanêkî dîke têyxuřîm:
- zû bin.. emeş kurde
şew û tarîkî û xem bû
sirûdî merg û matem bû
minî kem bû...
minîş hatim...
 
le tirsan řapeřîm, hestam
şewî kas,
řeşîy aso,
xemî zor,
le pişt dîwarêkî berza,
teqe û simkoł û ḧîley cwanûyekî toř,
ke deywîst derk û dîwarî hemû têkda,
hełê,
řaka,
hemû mabûn
be hîway řojêkî řûnak û xewnî xoş û diłşadî