layîlayî daykêkî diłsoz bo korpe sawakey

Li pirtûka:
Şî’rekanî Mela Aware
Berhema:
Mela Aware (1933-1968)
 2 Xulek  1415 Dîtin
řołe korpekem! aramî gyanim!
xunçey gułzarî baxçey jyanim!
cigergoşekem! berhemî jînim!
serwet û małim! ayn û dînim!
hêz û tewjimim! bînay çawanim!
hawdengî bezmî řoj û şewanim!
řołe gyan! megrî, megre behane
binû direnge û berî beyane
hey laye laye korpey sawaye
kwêr bê ew çawey be to hełnaye
herçen to degrî cergim kebabe
min bo to çonim, toş bo min wabe
to şagułî cwan, min pasewanim
nazit dekêşim heta detwanim
dayk ew katey diłî desrewê
ke korpey saway bêxem werkewê
yan be bizey lêw be xendey zarî
aługořyan ka giryan û zarî
hey laye laye korpey sawaye
qezat le gyanim taqaney daye
heta êstake mindałî wirdî
xełf û nemamî bêstanî kurdî
şilkî, naskî, netdawe bay bał
derit nekirduwe peř û xet û xał
bêzman û bê bîr, bê hoş û taqet
xembarim dekey be girye û zaqet
bełam be hîway dwařojim sa dey
nekey řołe gyan řenc be ba dey
hey laye laye korpey sawaye
de binû direnge taqaney daye
hîwam zor pête wek bab û kakit
bibye serbazî netewe û xakit
bexêwit dekem be gyan û be dił
nekey bitirsî û le hîç bikey sił
zana û xwêndewar, çaw û dił têr bî
řojî tengane piłîng û şêr bî
lawêkî gurc û xawen hoş û bîr
netirsî le bend, le kot û zincîr
hey laye laye řołe lay laye
şewgar dirêje boç xewt naye
kuřim to kurdî, to bêçuwe şêrî
netewey kawey aza û dilêrî
bab û bapîrit, xizim û kes û kar
zoryan kêşawe meynet û azar
bo parêzgarîy namûs û małyan
qet řanewesta des û gopałyan
toş wek ewan be, netirs û nebez
bazî kêwî be, nek kewî qefez
hey laye laye řołe lay laye
hîway dwařojim le des todaye