kurdim kurdistanim dewê

Li pirtûka:
Şî’rekanî Mela Aware
Berhema:
Mela Aware (1933-1968)
 2 Xulek  1731 Dîtin
heda nadem řoj û şewê
xom bisrewm dił nasrewê
takû helim des dekewê
dinya giştî ser yek kewê
lêm bibiřn xorak û xewê
kurdim û kurdistanim dewê
hîway berzim qet nanewê
takû qonaxî serbestî
espî xebatim nawestê
ta derneçim le jêr destî
namewê sermayey hestî
merg, nek jînî jêr destî
kurdim û kurdistanim dewê
hîway berzim qet nanewê
bo azadî û xudmuxtarî
bo serbexoyî û řizgarî
be serberzî û bextyarî
be gyan dekem fîdakarî
ta debiřim kilkî zordarî
kurdim û kurdistanim dewê
hîway berzim qet nanewê
kilkî zordar deqirtênim
qełay sextî deřûxênim
berdî binaxey derdênim
wek dêłeseg deytopênim
ke neştopa deyřetênim
kurdim û kurdistanim dewê
hîway berzim qet nanewê
deyřetênim ta kêwî qaf
cîhanî pê dekem tewaf
bebê gałte û laf û gezaf
şerte nekem we’de xîlaf
ya bimirim ya bistênim maf
kurdim û kurdistanim dewê
hîway berzim qet nanewê
destênmewe mafî xuraw
bo nîştimanî beş kiraw
hezaran daykî zig sûtaw
hezaran lawî serbiřaw
dejyenmewe wek guł be aw
kurdim û kurdistanim dewê
hîway berzim qet nanewê
min nahêłim neslî bedkar
wek heło lêy dekewme kar
biçte asman naykem qutar
le jêr zewî boy deçme xwar
lêy nahêłim yek cûqewar
kurdim û kurdistanim dewê
hîway berzim qet nanewê
cûqewarî lê nahêłim
wiłatî pê becê dêłim
xakî xom bo xom dekêłim
sûdî bizin û meř û çêłim
çîdî naydem be fiř û fêłim
kurdim û kurdistanim dewê
hîway berzim qet nanewê
ta key xezêne û newtekem
be bûkołe û fîtfîte dem?
xełk şad û min dił be xem
le ser gencî wiłatekem
xakî xoşim awarekem
kurdim û kurdistanim dewê
hîway berzim qet nanewê