řeşbigîrî
Li pirtûka:
Şî’rekanî Mela Aware
Berhema:
Mela Aware (1933-1968)
4 Xulek
1480 Dîtin
qełem! ey nûrî çawim
kizey cerg û henawim
ey mayeyî jyanim
ey hêzî dił û gyanim
heste le xew, direnge
îmřo diłim zor tenge
diłim zor matemîne
piř le zam û birîne
çit pê dełêm be kurdî
bînûse zor be wirdî
wam zanîwe deng û bas
sê cendirmey xwanenas
le sîy şeşî çil û sê
hatne bêjwê sê be sê
bergyan sipî wek xêwî
tirsenok çeşnî řêwî
geyne qebiristanî dê
selîmNava taybetyan girt desbecê
ke girtyan selîm pêxwas
xełk hemû wek heyas
le fîtî xo geyştin
herayan kird řwîştin
hatin geyne nêw małan
geřan kołan û dałan
lenakaw û bêxeber
yekêk le jûr hate der
neyzanî ew feqîre
ke ḧewzeye û řeşgîre
neyzanî beşî kurdan
girtine û kuştin û zîndan
wek seg boy çûn demudest
girtyan, herdû destyan best
be xoşî û şadmanî
hatin geyne serbanî
wek segî har û birsî
herçî dê lêyan pirsî
ẍeyrî ew dû nêçîre
kesyan nebû desgîre
herçonê bû mam pêxwas
xoy le des kirdin xelas
ewî tiryan pêş xo da
bo wetaxî mam kwêxa
ay kidxida bya pîşFarsî
bya bîrun, mîndîşFarsî
bełam kwêxa merdane
derçû lew cê û mekane
zû girewî xoy birdewe
boy derçû û xoy şardewe
ew şewe takû beyan
pîr û afret dewrey dan
zoryan lê pařanewe
dîlyan wê nedanewe
be bertîl û be pare
nekira ’îlac û çare
ta beyanî desbeste
xistyane jûr wek xeste
çend û çonî pê nawê
degeł giznigî tawê
sê cendirme û yek esîr
hatne xwarê çep û çîř
hatne xwarê çwar be çwar
kewtine řêga berew şar
xełkî nêw dê jin û pyaw
kuř û kiç û pîr û law
hemû mat û xefetbar
wek dêyekî tazyedar
bełam hergîz xudaye
şukirî tom le des naye
kurdit weha danawe
bo tengane jinîş pyawe
afretanî qareman
dayannabû yek pîlan
nexşe û pîlanêkî cwan
wek dastanî erselan
geyne derkî mam tahîr
pêş xoyan dabû esîr
pûr fatmyan narde pêş
kirdî be mirxêş mirxêş:
kuřî mine û berî den
segbab, ezyetî meden
têy hałan û têy nûsan
wek coxîn ken pêy xûsan
zoryan yektir hêna û bird
zeferyan be yek nebird
pûrim ne’retey kêşa
hêzî afret xiroşa
bigre û berde û gîr û dar
peyda bû le çwar kenar
yek deygut têyan hełden
zû birakemyan pê berden
yek deygut min her deykem
ta kuřekem řizgar dekem
yek deygut amoza gyan
eto û serbazî êran?!
yek deygut kuřî xuşke
boye lêwim wa wişke
yek deygut ey amoza
cergim lebot hełpiřûza
ke hat xurşîdî kiçî
deyda le ser û pirçî
hawarî kird: daye gyan
bê miradit kirdim le jyan
şerte le paş to daye
terk kem ew dunyaye
ta xewm neye nenûm
ta binêştim nebê necûm
ta birsîm nebê nexom
ta nekewme řê neřom
meger her nebê mastaw
dena naxom befir û aw
meger leber hejarî
goşt bikem jehrî marî
ça naxom ta tê nekirê
nan naxom ta danenrê
lem hemû bas û xwase
serbaz bûn gêj û kase
le dway şîn, giryan û zar
xurşîd destî daye dar
wek şêrejnî zemane
girtî cergî meydane
serbaz lew tirs û lerze
le bîryan çowe ḧewze
be sed fêł û derdîser
xoyan le des birde der
çûn le jûrê danîştin
wek mirîşk lêy hełnîştin
ca pûre fatmî mirdû
le ser xoy lada petû
řizgarî bû le mirdin
bo tûtin pêwe kirdin
dastanim tewaw nebû
daxekem řoj awa bû
cêgam çoł û byabane
nîme çira û dîwexane
gelî xuşk û birayan
tika dekem le gişt layan
le texsîrim bibûrin
ewey nîzîk û dûrin