mał’awayî

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 2 Xulek  1712 Dîtin
Maɫawayî
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
Maɫawayî
Bi denga: سەید خالد ئیمامی
hewrîle! bûkî diłim! xunçey agirîn!
bestênî nadyarî ewîn! berbeyanî jîn!
ey yare jîkełey be řewt çeşnî bařekew!
ey cwane dîmenî giřî nêw tarîkayîy şew!
dwa care dême lat,
îdî eto û wefat...
êwarê řû le şebeq řewtenîm, deřom,
destim le xom deşom...
emřo ke şořşî gel çaweřêy mine,
řabuwe gelim, xerîkî berengarîy dujmine,
hewrîle! çon debê emnîş xo de xew bikem?
ser nême nêw befir, be firîw çeşnî kew bikem?
xo na, deřom, deřom,
destim le xom deşom...
hat û nehate řêy seferim, dûr û sexłete,
naxoşîye, hejarîye, şêwane, meynete,
 
:hełdêre, lêřeware, keje, řijde, esteme,
sexte, telane, dunde, nişêwe, xiř û çeme,
hewrîle! ew kesey le gewey sextî serkewê,
ew pyawe, nanewê...
hewrîle! diłřifêne! nîga mende! lêw qute!
memkûje! bimdiwêne, be bêdengî memkute!
çawit de çawî min biře ba mestî bade bim...
wa dyare maweyek,
babirdełêk debim, le ser em kêw û ew çya
yexsîrî ba debim...
ba dił ke ogrî çawî kejałte,
mestî xeyałte,
bo carî axrîn,
hełbestî agirînî ewîn,
pêşkeş be to bikat...
îdî eto û wefat...