kê řiçey kuta?

kurtemêjûy şê’rî nwê le kurdistanî êran
Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 11 Xulek  2875 Dîtin

le sedey hejdehemda taqmêk nûserî feřensî dijî şê’ir řabûn. le řastîda mebestyan le dijayetî degeł şê’ir, dijayetî degeł kêş û serwa (qafye) bû. ew edîbane kêş û serwayan be şitêkî bêsûd dezanî. bo selmandinî ew bîruřayeyan deyangut kêş û serwa debne berhełistî şa’îr le pênaw derbiřînî mebestida.

le kotayî sedey nozdehem û seretay sedey bîstemda bizûtneweyekî dîke le ewrûpa serî hełda ke bizûtnewey şê’rî nwê bû. ew car şa’îrekan boxoyan bûne ałahełgirî em řapeřîne û mebestyan wekû carî pêşû dijayetî degeł kêş nebû, bełkû pêyan wa bû binemay şê’ir û şa’îrî her «kêş»e û bew pêye şê’ir û mosîqaş pêkewe xizmin.

ew bizûtnewe nwêxwazîyey ewrûpa le seretay şořşî destûrî (meşrûte)da (1906) û tenanet pêş ewîş be wergêřanî berhemî edebî ewrûpa le êranda perey girt û şitî taze û bîrî nwê řûyan de wiłatî êran kird.

«nîma yûşîc» (’elî îsfendyarî) yiş (1895 - 1959) ke be bawkî şê’rî nwêy farsî nawdêr kirawe, le qutabxaneyekî feřensîda xwêndûye û şarezay ziman û edebyatî feřensa buwe. dyare ew şarezayîye, řiçey nwêxwazî pêşan dawe û ewîş bwêrane şikandûye. le êranda zor kes ew nwêxwazîyeyan bebê serewbereyî dezanî û şê’rî nwêyan pê wiřêne bû, bełam şê’rî nwê le bwar kil nebû û xoy seqamgîr kird.

kurd be pêçewaney derucîranekanî zor namoy şêwey şê’rî nwê nebuwe û her le seretawe leber řûnakîy beyte folkilorîyekanewe gwêy bew şêweye řahatuwe. hêndêk pêyan waye edebyatî folkilorîkî kurd le serdemî paşayetî sefewîyekan (1678 - 1715) da serî hełdawe û temenî ew edebyate lew serdeme kontir nîye, bełam çunke mêjûy dananî beytekanî dyarî nekirawin, nakirê pişt bew witeye bibestîn û herwek boçûnêk cêgay serince.

zorbey beyte folkilorîyekanî kurdî be şê’rî cwan û teř û paraw le ser kêşî xomałî û taybetîy kurdî dařêjrawin. le hêndêkyanda tenanet serwa û sen’etî şê’rîş leber çaw gîrawe, bełam danerekanyan xoyan leber şeket nekirduwe. wate ew dabe nebote hoy ewey ke şa’îr le mebestî bineřetî dûr kewêtewe. eger zanîwye qafye deyxate tenganewe, zorî le ser neřoywe û zûy biřîwetewe. dyare zorbey beytekan danerekanyan nenasrawin û her be dem beytibêje deng xoşekanewe le bereyekewe bo bereyekî dî jyawnewe. wêşnaçê hemû şa’îrî beytekan bêsewad bûbin.

de beytî «zembîl firoş» da dyare ke danerekey xwêndewar buwe û bo ewey xwêndewarîyekey derbixa, beytekey be wişey ’eřebî û farsî axnîwe û tenanet be kêşî ’erûzîş destî pêkirduwe:

«ḧeq! dił were carêk be coş,

camê ce eşqe mey binoş,

kîn qezyetî zembîl firoş,

fesîḧ bikem ḧîkayetê,

dest de kursî sena’etê.»

beytî «las û xezał» yiş yekêke lew beytaney ke zor westayane dařêjrawe. mîsre’ekanî kurt û dirêjin, bełam le katî dirêjbûnewey mîsre’ekanîşda kêşî beytekan parêzrawe:

«yay xezał, ne qewlit qewle, ne şertit şerte, ne dînit dîne,

hezar barî de neḧletanit bibê le pîredakê, le biray giçkełe,

le babî řidên şîne,

emin bo to deçûme kwêstanî ’ezîm û buzurgîne,

deskêkî swêsin û hełałem deçnîne,

desk be deskim kirdin be awrîşmî dûkanêm bestîne.»

’elî berdeşanî ke şa’îrî hêndêk le beytekan buwe û wêdeçê sewadîşî bûbê, le dařiştinî beytekanda ewende şareza û westa buwe kes neywîrawe xoy le qerey bida. beytî «xezêm» ke wa dyare î wî bê, ew lêhatûyîye derdexa:

«sed westam dewê le banî koye

heşta le mûsłê şêst le şinoye

kiras bidrûn le gułî lîmoye,

debła tenk bê

nask û şilk bê

bo çawhełoye.»

beyte folkilorîyekan û şêwey dařiştinyan ke bon û beramey xomalêyan pêweye, bûne binemay dařiştinêkî nwê ke şê’rî nwêy emřoşman degeřêtewe ser ew binemaye û her ew bon û berameyey lêdê. sereřay eweş nakirê çawpoşî le dewr û kartêkirdinî edebyatî derucîranan bikeyn. le kurdistanî ’êraq «şêx nûrî şêx sałḧ» (1896 - 1985) û «goran» (1904 - 1962) le řêgay edebî turkî ’usmanîyewe aşnay şêwey nwê bûn û şê’rî kurdîyan taze kirdewe. goran ke gyanî weber şê’rî nwêy kurdî na, zimanî îngilîzîşî dezanî û şarezay edebî bêgane bû. bo hênane berçawî kartêkirdinî edebî bêgane dekirê îşare be şê’rî «sonêt» (Sonett) bikem ke core şê’rêkî řoj’awayîye û le sedey sêzdehemda le îtalya serî hełda û hemû řoj’away girtewe. em şêwe şê’re fireçeşne, şêwey îtalyayî yazde biřgeye û feřensî dwazde û îngilîzî de. qafyey yekem û sêhem, dûhem û çwarem le şê’rî «sonêt» da wek yekin û le kotayîşda dû qafyey cût be dway yekda dên. şê’rî «dwaserinc»y goran nimûney here serkewtûy «sonêt»e. dyare mewlewî û melay cizîrîş şê’ryan bew şêweye heye.

goran boy derkewt ke kêşî ’erûzî degeł tebî’etî zimanekeman naguncê û kêşe xomałî û folkilorîyekan ke le bawik û bapîranewe boman be cê mawin, baştir degeł siruştî zimanekeman řêk dekewn.

ber lewey bême ser şê’rî nwê le kurdistanî îran, pêwîste yadêkîş le «ḧesenî seyfî qazî (seyfulquzat)» (1877 - 1944) bikem ke řêbazêkî taybetî hełbijard û hengawî berew nwê bûnewey şê’ir hełgirt û şê’rî kurdî le wişey řeq û ’eřebî bijar kird.

seyfî qazî ke be mamostay şa’îranî mukiryan nasrawe, ewey bo řûn bibowe ke debê wişey petî û řesen le dê û le nexwêndewar fêr bîn û kêşî şê’ir le folkilorî kon wergirîn.

her ke basî şê’rî nwê le kurdistanî îran dête gořê, nawî «sware êlxanîzade» (1937 - 1975) debête estêreyekî geşî asmanî herawî ew base. herçend kake sware sêhem kes bû ke le kurdistanî êran destî be dananî şê’rî nwê kird, bełam lew meydaneda bû be şaswarêkî lêhatû û şê’rî nwêy geyande lûtke. «xeweberdîne» keşî bełgey ew serkewtineye:

«le naw ew hemû awe her çaweyek bawî hengawî xoşe

be tenya ewe şarezay kosp û kendałî řêye

heweł menziłî řêye, awatî berzî zirêye

ezanê le hełdêre hatî behêzî

le eskund û çałaye hełdan û gêjî.»

sware û fatîḧ şêxel’îslamî (çawe) û ’elî ḧesenyanî (hawar) ke sê swarî lêhatûy meydanî şê’rî nwên, le zanistigay taran yek degirnewe. dyare de pêşda her sêkyan be farsî şê’ryan dest pêkirduwe.

 

’elî ḧesenyanî (hawar) ke le sałî 1959da - dû sał ber le sware - deçête zanistigay taran, wirdewrde be handanî hawkilasekey «selaḧ muhtedî» ke kurdîzan û şê’irnasêkî baş bû, be lay şê’rî kurdîda kil debê. hawřêyetî selaḧ pêy ’elî ḧesenyanî (hawar) bo xizmet xudalêxoşbû ḧacî «řeḧman aẍay muhtedî», babî selaḧ dekatewe. ḧacî řeḧman aẍa ke şarezayîyekî başî le edebyatî kurdîda debê, çawî ’elî be şê’rî şa’îranî kilasîkî kurd řûn dekatewe. lew serubendeşda degeł fatîḧ şêxel’îslamî (çawe) aşna debê. fatîḧ wa deka ’elî degeł şê’rî mamosta goran aşna bê. şê’rî goran le layek û xudalêxoşbû ḧacî řeḧman aẍa le layekî dîkewe, debne handerî hersêk şa’îrî nawbiraw ke zyatir be kurdî şê’ir danên. selaḧ muhtedîş le lawe dineyan deda ke çwarçêwey şê’rî kilasîk têk bişkênin û řû de şê’rî azad biken.

serencam ’elî ḧesenyanî (hawar), sałî 1959 be şê’rî «cellad» bwêrane řiçey şê’rî nwê le kurdistanî êran deşkênê:

were cellad!

were gyanim hemû let let bike takû bizanî çone îmanim

eto cellad!

eger derbênî êskanim,

eger bênî leber çawim bikûjî gişt ’ezîzanim,

be wełłahî,

be xakî pakî kurdistan,

emin kurdim,

qetîş nałêm peşîmanim.

hawar be dway şê’rî «cellad» da, şê’rêkî dî be nawî «bombaran» dexułqênê. dełên mamosta hêmnî nemir ke çawî be şê’rî «bombaran» dekewê dełê: «mîlletêk ke le edebyatekeyda ew şê’rey hebê hergîz namrê.»:

car car qiřey qel,

le biney dar û bax,

yan dengî kundêk,

le lay şax û dax,

yan lûrey gurgêk,

le lay tel û gird,

bêdengîy dêyan le nêw ladebird...

 

car car dû lik dar,

herwek dû diłdar,

seryan wêk dêna, sirteyan dekird...

dway «bombaran» fatîḧ (çawe) yekem şê’rî nwêy xoy dadenê ke lewaneye şê’rî «zistan» bûbê:

çend řojêk bû

bawkî nazdar

çûbû cilî bo bistênê:

«kirasî caw

sełtey berupişt belaşe

nazdarî xom pêy dapoşê řûtîy laşe»

paşan çawe be komełêk şê’rî serkewtûy wek «şewe», «bûkî kost kewtû», «gijeba» û... swarçakîy xoy lew bwareda deselmênê.

be dway çaweda sware şê’rî «şar», le ser kêşî şê’rî «kejałê»y «hawar» dexułqênê.

dyare «kejałê»y «hawar» - ke sałî 1961da danrawe - û «hesêrekem»y «çawe» - ke dway «kejałê» danrawe - û «şar»y «sware» - ke dway «kejalê» û «hesêrekem» danrawe - hersêk le ser kêşêkin. wêdeçê «şar» yiş yekem şê’rî nwêy sware bûbê:

 

gułim

diłim piře le derd û kuł

dełêm biřom le şareket

dełêm be camê awî kanyawî dêyekem

’îlacî kem kułî diłî piřim

le derdî întîzareket

heta bereberî sałî 1964 małe ḧacî řeḧman aẍa muhtedî mekoy edebdostan buwe û kořî edebî lê gîrawe, bełam le newrozî (1964) da hersêk şa’îr (hawar, çawe û sware) degeł taqmêkî dî, be tawanî kurdayetî, le zîndanî «qizłiqeła»y taran - ew dem bendîxaney «êwîn» dirust nekirabû û «qizłiqela» cêgey zîndanîye syasîyekan buwe - degîrên û paşan ke ber debin, koře edebîyeke xaw debêtewe û namênê. sware şê’rî «sûreqeła» le bendîxaney qizłiqeła dadenê:

le çaw to «bastîl» beheşte «ałkatraz» yiş cêgay geşte

«şîlan» be řengî wek şîlan bote cêy dîlan, bo dîlan

sûreqeła

daykî beła

bedaxewe merg mewday swarey neda lew bwareda zyatir bajwê û zû mał’awayî lêkirdîn. bew hîwayey «hawar» û «çawe» herwa serkewtuwane bajwên û oxjin le diłî tamezroyan nebiřn.

ew sê şa’îre (hawar û çawe û sware) le kurdistanî êran sêpekî şê’rî nwên û lewetî řiçey şê’rî nwêş kutrawe, gelêk şa’îrî lêhatûy dîke seryan hełdawe û berew serkewtin dajwên.

 

 

serçawekan:

1 - «tiḧfemzfirye», girdarî oskar man, pêşekî û saxkirdinewe û hênane ser řênûsî kurdî: mamosta hêmin

2 - paşeřok, hêmin

3 - encumenî edebî, emîn feyzî beg

4 - komełêk namey ’elî ḧesenyanî (hawar)

5 - «wizin şi’ir farsî» diktir pirwîz natil xanlirî

6 - «micmu’e miqaleha», simd bihiringî