qir û hewar

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 Xulek  761 Dîtin
ew kesê dil ketye bendê, guh didî zarê dimin
girtyê dav û kemendê, zanî guftarê dimin
ê evînderî nedbî, nabî hevkarê dimin
ê nedîbî, ew çi zanî, qîr û hewarê dimin?
agirê dil kirne dojeh, roj û êvarê dimin
dil ji mizgevit û keniştê, girtye, çibkim nimêj?
ev evîna min di dilde, janeke dûr û dirêj
ez ji ber jana evînê, mame sergerdan û gêj
mal û can berdane carek, lêne îro, hê ji mêj
da bizanî, wer bixiwîne, rist û guftarê dimin
destê sade min nedîne, ez bi kê bawer bikim?
ev cihan pêkvene doste, ez bi kêre şer bikim?
ez dil û cerg û hinavan, perçe perçe ker bikim
agirê dil dojehe, ez nikarim der bikim
lê kîyê guhdî li: qîr û nal û zarzarê dimin?
şoxe ya min dil bi deste, kê dye wek wê cwan?
ez xulamê herdû sêvan, herdû lêvên erxewan
min di benda wêde hiştin, bûye çil sal: cerg û can
bê ku carek ez bibênim, ev çi rewşe, sed eman!
kî dikarî hilgirî, vî bar û serbarê dimin?
ger sipîdê derkevî, carek ji nêv birca belek
xweş bi ser dêmande berdî, herdû biskê reşxelek
kêngî wê carek li nik min, rûnî ey çerxa felek?
leşkerê xem ez di berve, rakşênim lek bi lek
da bi saya sîme çîmê, guhdî qarqarê dimin