dilber gelek cwane

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 6 Xulek  1299 Dîtin
dilber cwane şirîn û rinde
şox û şepale bejin bilinde
serî gihaye ber taqê gerdûn
li ser serê wê taca ferîdûn
bi jêr de berdan gulî û reşbisk
kiras bihare, sor û zer û kesk
dur û cewahir ji dême, xweş rû
kevanê behram-şopîne ebrû
du çavê mêrkuj, pingav û petrol
lê sîng û gerden cezîr û bîngol
hêstir ji çavan cobar û robar
li ser me digrî, nalîn û hawar
hebûn û dewlet, li her der û cî
em têde jar û bê nan û birçî
bêgane têde bûne cwamêr
xistin destên xwe ev dewlet û zêr
li ser me paşa, bi top û leşker
şêx û begên me ji wan re rêber
kurdên perîşan-gavan û gundî
kola û bindest, zencî û hindî
ez tim dinalim, hawar û gazî
destên hev bigirin, birçî û tazî!
bi ser çyande bi deng û halan
bi zor bistênin ji dijmin talan
heçî nikarî doza xwe bigrî
di bin zencîrê dijmin de dimrî
ewê nikarî hilkişîser şax
di bin lingan de diçî, dibî ax
eger nexî dest tu dar û dewlet
di nêv cihan de tu nabî milet!
dijmin gihaye, bi top û leşker
êrîş dibî me wek dêwê sêser
çavên xwe vekin, binêrin vîtnam
bûne yek perçe, pismam û dotmam
bi xwîna dijmin sor kirne meydan
cegerên neyaran xweş dax û key dan
li ser serê wan tim gulebaran
zarok tên kuştin wek berx û karan
lê tim diçin pêş hemî jin û mêr
dijmin dişkênin wek piling û şêr
bi camêrî tev xwe didin kuştin
naxwazin bijîn bindestê dijmin
divên ko bijîn serbest û azad
di qada xwe de rûgeş û dilşad
bikevin rêza miletên serbest
naxwazin bijîn hejar û bindest,
xwelî li we bî, şazde milyon kurd
bindestê dijmin hejar û zigurd!
belengaz, reben,mest û perîşan
nikarin bixun têr nan û bacan
bere em bimirin, herin av û av
di nav xelkê de bê dewlet û nav
li şûna axê, çawîşê nuqtê
malê me dixun bi me çi xweş tê
çekan dikirin da hev bikujin
dijmin xwîna me hawîr dimjin
dixiwazim rabin ji tamara xew
ji dijmin re em nebin çêlekew
pêzan û rêzan, bi tektîk û jîr
hozanên rêber bibin destegîr!
bûkê biguhêzin, bigirin kurdistan!
li her der bikin govend û dîlan
em tev de bixun hatin û hebûn
di nav me de kes nebî cigerxiwîn
lê win zanbin qerêj û hebûn
bikêr we nayên roja serxiwebûn
lê’ê ko îro bidî rindî
para wîya tim payeblinidî
dema kurd bibî serbest û azad!
ê çikûs û pîs dimênin bêdad
çavên xwe vekin kurdên borcewaz
renicberê dijmin, tirek û tolaz
destên xwe bidin kurdên palewan
dakevin meydan, bi mal û bi can
ev roj ya weye, werin bi rindî
destên xwe bidin karker û gundî
bajarî, gundî, jîr û xwendewar
hawîr bigerin weke gurên har
tenê bi zanîn û bi tektîk û pîş
bi pêş vebajon hemî kar û îş
markisî,norsî, tev welatperwer
destên hevbigrin, bibin yek çeper
taxanî ava nekin bi rindî
li ser boyaxê mekin dubendî
ji destê dijmin me welat derxist
bere bên meydan çend awir û rist
wê çaxê raste ku em bigirin hev
lêne bi kuştin,bi ziman û dev
ma kî dibêjî : qelse kewê min?
yan kî dibêjî : tirşe dewêmin?
lê îro dijmin serdarê welêt
em jî ji hev re bibin ar û pêt
xurtî ya meye, yektî û zanîn
koka xebatê pê tête danîn
destên we bişkin, çi ton mirovin?
kengî şyar bin nehirç û hovin?
diçin bihşitê gernas û mêrxas
dojeh şûna ên bindest û pêxwas
xwenda û zana dijîn bi rindî
xwelî li wî bî,heçîne xwendî
bêtir ew kurdên gernas û dijwar
nexwendî, birçî, boyeçî,binbar
bexdaw mûsil, haleb û bêrût
hatin dagirtin ji kurdên pêrût
bin darê dijmin kola û bindest
di bin baran de pişta wan şikest
dijmin bi xwendin wezîr û paşa
li ser pişta me dixun me’aşa
ji dijmin re em xweş dibin leşker
şoreş gur bûye lê em naçin şer
dewlemednên kurdiweke hirç û gur
malên xweddin dijmin hûr û gir
ne didin şorşine didin partî
nayêne gotin herçî veşartî
bi serde ê’erîş me dikin wek hov
çavên wan birjin, ev renge mirov
ji bo weye em divên serbestî
ji ser we rakin dîlî û mestî
em bi mal û can, tenê win bi mal
xebatê bikin tev dost û heval
xwelî serin win, gemar û çikûs!
bikevin dexlênwe reqik û sûs
dijmin bistênî ji we mal û qad
birzin,bimirin,bê kok û binyad
xebatkar dema dikevin zindan
li ser wannagrîn, dikenin bi wan
bi wê gemara ber destên dijmin
di ser me ra win xwe bilind dikin
devê xwe li me vekirye reşdêw
ji xew ranabin, kurdên kurê gêw
hawar dikim ez bi rengê zardeşt
bese, nemaye,dema def û xişt
dema tang û top, firok û sarûx
nayên hana me yezdan û merdûx
warên xweberdansawîr û goman
candar gihane rajorê’ezman
di vê demê de bê xwendin û çek
liber dîwaran bê nan û parsek
di bin lingan de wek pûş û pelax
dimirin, dirzin,hemî dibin ax
rabin bi xurtî, milhasin û mêr
li ber dijmin em rabin wekî şêr
di bin kevir de namênî gya
jiber bahozê xwar nabî çya
cî nadin revê qet şêr û piling
zora me nebir sedsalî firing
şêrên : dimyat û ekka û hettîn
navê me kurdan bi zêr nivîsîn
bav û kalên me: hewrî û mîtan
bi zor danîne sînorên kurdan
kardox û kaşo, madî û sobar
wan bi xwîna xwe parsatin ev war
ne şerme, ko em gernas û kurdin
ji dijmin re em warên xwe berdin
bi hev re rabin cotkar û karker
zana û rêber,pala û renicber
destên hev bigirin bi rast û ronî
di qada xwe de şazde milyonî
kî kûye dewlet bi tizbî û xişt?
parsek û bindest çon diçin bihişt?