I

Li pirtûka:
Bizey Jyan
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 36 Xulek  1606 Dîtin

nazanim bo yekem car wişey «bîjû»m le kê bîst! her ewende dezanim mindałêkî çwar pênc sałane bûm. ewdem le manay ew wişeye nedegeyştim. katê gewretir bûm, taze deçûme xwêndinge, řojêk legeł kiçêkî hawtemenim be şeř hatim, kiçeke be giryan çowe małê. her ewendem zanî «besê řeş», daykî dem heraşî be cinêwdan lew layřa hat û pêy gutim:

- kiçetîwe bîjuwe ewe bo lem kiçołet dawe? temaşay serusekutî! kes nazanê dayk û bawkî kêye, «xuda kêwan debînê befran debarênê», baş bay be dayk û bawik gewre debûy û leber derkî mizgewtêyan fiřê nededay.

ew qisane wek asnî sûrewebû de mêşkim řodeçûn û lenêw xomda detwamewe. dinya le ber çawim tarîk bû, xom pê řanegîra û le astî xom danîştim. pałim we dîwarêkewe da û bexuř firmêskim le çawan hate xwar, le ber çawim jineke bû be dêw. didanî lê giř bûn, çawanî zeq bûn. lenêw pirçî ałoz û qijnî, dû şax řwan. cestey gewre û gewretir debû. deyguřand, deyneřand, emnîş le dinyayekî bê řoşnayîda takî tenya mabûmewe. damaw û kiłoł bûm, lepřiřa dengêkî aramîderî aşnam be gwê geyşit.

yay «askoł»y hawsêman deygut:

- kiçê besê! bo wa lew gêje bestezmaney dekey, bo le xuday natirsî, dû mindał pêkewe be şeř hatûn, debê eto wa bikey, çi xuda berdare?

ewey gut û pîlî girtim û gutî:

- heste kiçim, heste biçowe, qeydî nîye carêkî dîke şeřê meke.

çawim hełênayewe, besê řeş be pirtewbołe dûr dekewtewe, emnîş be giryanewe berew mał bûmewe.

«daye şem» her ke çawî be min kewt, be peşokawîyewe bo lam hat û gutî:

- řole «jwan»ê ewe bo degrî?

çawim le çawî kird, řwanînî piř bû le xoşewîstî.

dengî zayełey wefa bû. xom le amêzî hawîşt û bedem henîsk danewe gutim:

- daye şem! şitêkit lê depirsim řastim pê dełêy?

- bo řastit pê nałêm, daye şem be qurbanit bê.

- emin kiçî kêm?

- ca ewe qiseye? dyare kiçî min û pîrotî, bo depirsî?

- bîjû çîye?

- ew qisane çîye depirsî řołe? heste biço dest û demuçawit bişo û were nanî bixo direnge.

- heta pêm nełêy nayem.

- çit pê biłêm?

- bîjû yanî çî?

- bo depirsî?

- ta êsta zoryan pê gutûm bîjû, demewê bizanim bîjû çîye û bo wam pê dełên?

- řołe řojê hezar kes cinêw be yektir deden, bîjûş cinêwêke wek ewanî dîke. ca heste direnge ba biçîne jûr.

- başe bîjû be çî dełên?

- bîjû... bîjû..., çûzanim? be kesêk dełên ke bawkî dyar nebê.

- emin bîjûm?

- bo bîjûy řołe gyan, ewe nîye emin daykitim û pîrotîş bawkite.

her çonêk bû daye şem emnî birdewe jûr. lew řojewe aługořêkî seyrim be serda hat. her le nêw xomda bûm, bîrim le xom dekirdewe, demzanî řazêk heye ke daye şem lêm deşarêtewe û pêm nałê. êwarê ke le xwêndingey geřamewe, yekřast çûme małe yay askołê. yay askoł jinêkî seruřû xoş bû, emnîşî zor xuş dewîst, řojbaşim kird, wełamî damewe û xułqî kirdim, danîştim gutim:

- yay askoł, qiseyekit lê depirsim řastim pê biłê.

- başe jwanê gyan řastit pê dełêm.

- emin kiçî kêm, dayk û bawkî min kên?

- pêm seyre ewey depirsî! daye şem û kak pîrot. ca ewe qiseye?

- edî bo hemû kes be min dełê bîjû? emřokeş besê řeş pêy gutim «kes nazanê dayk û bawkit kêye, eger baş bay leber derkî mizgewtêyan fiřê nededay.»

- řole, katêk dû kes pêkewe be şeř dên xo be yektir hełnałên, nêwnirkan lêk hełdeden. besê řeşîş qełs buwe qiseyekî be demda hatuwe, gwêy medeye. xuda daye şem û kak pîrotit lê nestênê, kes dayk û bawkî awa başî nîye.

şewê bawkim direng hatewe, hênde weřez bûm zû řakşam, bełam xewm lê nedekewt. katêk bawkim hatewe xom de xew kird. daye şem kewłî nanî lepêş řaxist û dway şêw kirdin be bawkimî gut:

- bangî şêwan le ser kanî yay askołim dî, deygut emřo besê řeş legeł jwanê beşeř hatuwe û pêy gutuwe bîjû, kes nazanê dayk û bawkit kêye, baş bay leber derkî mizgewtêyan fiřê nededay.

bawkim gutî:

- ca çî pê biłêm, sełîteyeke tay nîye, xo jine û bo ewey nabê biçim têyhełdem.

daye şem gutî:

- emřo kiçekem her xembar bû, le minî depirsî bîjû yanî çî. dayk û bawkî min kên? êwareş çuwe her ew qisaney le yay askołî pirsîwe, ewîş gutûye řołe ew qisane çîye, dyare eto kiçî daye şem û kak pîrotî.

bawkim gutî:

- şemê! eto dezanî emin jwanim le qebrî bawkekem xoştir dewê, hoy diłxoşîy min le jyanda tenya û tenya jwane, bo ewey xełk azarî neden deřom, lem şare bar dekem, le her kwê bim xuda paruwenanêkî denêrê.

- emnîş lêre weřez bûm, biřoyn baştire, bełam...

- bełam çî?

- şewanî heynî..., çon debê?

- xuda gewreye... sibeynê dûkanekem defroşim û demudezgakem têkewe depêçim û małê têkdenêyn û berew şarî «s» weřê dekewîn.

- be hîway xuday....

- xuda ewndey dawînê heta demrîn pêy bijîn, lêy bezyad bê.

be qisey bawkim oxjinim hatê, bawkim emnî xoş dewîst. le xoşewîstîy daykîşmida şikim nebû, bełam legeł eweş wek kesêkî ke şitêkî lê win bê, bîrî mindałîm bo em la û ew la defřî û bê’akam degeřayewe.

lewetî bîrim kirdibowe her le małe daye şem û kak pîrot çawim kirabowe û gewre bibûm, be daykim degut daye şem, bełam nazanim bo eger be şeř dehatim, mindałan pêyan degutim bîjû, bo ew wişeyeyan be kesêkî dîke nedegut? xo besê řeş mindał nebû, bo ewîş her away pê degutim, biłêy besê řeş řastî gutbê emin bîjû bim, biłêy leber derkî mizgewtê fiřêyan dabim û daye şem û bawkim hełyangirtibêtmewe, eger wa bê edî dayk û bawkî xom kên? ew şewe û şewanî tir her bew pirsyaranewe xewm lê dekewt.

bawkim wekî gutbûy dûkanekey firoşt û bargewbiney têkewe na û berew şarî «s» weřê kewtîn. katî mał’awayî yay askoł le baweşî girtim û zorim bo girya.

le şarî «s» małekeman çûk û xawên bû, her bo sibeynekey bawkim nawî le xwêndingeyek nûsîm. ew şarem zor pê xoş bû, şarêkî gewre bû, kes pêy nedegutim bîjû.

bawkim dûkanêkî be kirê girt û wek çelan xerîkî saz kirdinî çeqo û meqest û çekuç û... bû, jyanêkî aram û xoşman dest pêkird. le ders xwêndinda zor zîrek bûm, hemû sałê piley yekemim we dest dehêna. małe ḧacîyekman hawsê bû ke jinêk û kuřêk û kiçêkî bû, legeł kiçekey bûme awał, pêkewe demanxiwênd, nawî zêřn bû. polî duwemî nawendîman tewaw kirdibû ke zêřn şûy kird û le şarekeman řoyî, zorî peroş bûm. mangêk le şûkirdinî zêřn têdepeřî ke kuřêk nardîye xwazbênîm, bełam emin wa hogrî ders xwêndin bûm ke her bîrim le şûkirdin nedekirdewe, boye ředim kird, dayk û bawkîşim bêdłîy minyan nedekird.

jyanî asayîman her awa dirêjey bû ta řojêk bawkim, bawkî xoşewîstim, bawkêk ke wêney pyawetî û lexoburdûyî û mirowayetî bû, dway ḧewtûyek le cêgada kewtin koçî dwayî kird.

be ledestidanî bawkim zor şemzam. be hîwa bûm zû xwêndinekem tewaw bê û le cêgeyek damezrêm û dayk û bawkim bexêw bikem keçî bawkim le dest da. le polî sêyemî nawendî bûm ke bawkim min û daykimî be cê hêşt. taze pirse û serexoşî tewaw bibû ke řojêk daye şem bangî kirdim û pirêskeyekî lepêş danam û gutî:

- řołe xemê mexo, ewendeman diraw heye beşî sê çwar sałman deka, le dwayeş xwa gewreye.

dîsan jyanî asayîman dest pêkirdewe, wek caran be zîrekî û lêweşaweyîyewe ders xwêndinekem dirêje pêda. polî sêyemî nawendîşim be serkewtûyîyekî berçaw tewaw kird û çûme polî çwarem ke dwayîn polî nawendî bû. dû řoj bû xwêndin destî pêkirdibû ke bo yekem car mamostayekî tazeman bo dersî felsefe hate ser. pyawêkî mend û dem be bize bû, temenî le çil sałan têdepeřî. hênde be ziman xoşîyewe dersî pê degutîn ke le xudam dewîst hemû řojê felsefeman heba. çend mangêk řabird, řojêk mamostay felsefe, dway ders lê pirsînewe gutî:

- emřo demhewê lebarey «jyanewe» ya «tinasix»da qisetan bo bikem. nazanim ta êsta wişey «jyanewe» ya «tinasix»

tan be gwê geyştuwe ya na? zor kes le zanayanî felsefe biřwayan be jyanewe heye, ewan pêyan waye ke gyanî ême ber le hatne dinya le leşî kesêkî dîkeda buwe. dełên «gyan» nemre û her demênê, ewey ke demrê leşe nek gyan. gyan degeřê, katêk ême mirdîn deçê de ber leşêkî dîkewe, řenge biçê de leşî jinêk ya pyawêkewe, ewende ew kare dûpat debêtewe ta gunahekanman pak debnewe, wata ewende le jyan ya jyanekanî dahatûda tûşî sexłetî û çermeserî debîn ke gunahekanî jyanî pêşûman pak binewe, katêk be tewawî le gunahan pak bûynewe, emca gyan azad debê, degeřê, kat û şwên berhełist û bergirî nabê, wek bîrî pyaw tîjpeř debê, bo tewawî dinya deçê, tenanet bo tewawî estêrekan. herkat le her şwênêk bîhewê ḧazir debê. be biřway ew zanayane beheştî řastî ew deme, dena heta gyan deçê de ber leşêkî dîkewe, her le cehennemdaye.

dyare ewaney wa bîr dekenewe, bo qisey xoyan bełgeşyan heye. zor kes dîtrawin ke jyanî řabirdûy xoyan webîr dê, emca hîpnotîzim xizmetêkî gewrey bew bîruřaye kirduwe, bem çeşne ke be dexew kirdinî kesêk hêndey debenewe piştewe ta degate jyanî pêşûy.

mamostakeman zor leser bîruřay «jyanewe» řoyî. qisekanîm zor pê xoş bûn û le diłim denîştin, ledway ew řoje her bîrim le jyanewe dekirdewe, le xom depirsî, axo min kê bûm, çi jyanêkim buwe? çend caran lew barewe legeł mamostakem dwam û agadarîyekî zortirim lebarey «jyanewe» lê wergirt.

bîrî jyanewe awêtey jyanim bibû, detkut şitêkî benirxim dozîwetewe, be hîç çeşnêk le xom dûr nedexsitewe. legeł eweş çend pirsyarî bêwełam, ke le katî mindałîyewe le gełim bûn, azaryan dedam: axo be řastî min kiçî daye şem û xwa lê xoş bû kak pîrot bûm, axo ewan minyan leber derkî mizgewtêk hełgirtibowe? řazî şewanî heynî çi bû ke le şarî «k» daye şem le bawkimî depirsî şewanî heynî çon debê...?

çend caran wîstim lew barewe le daye şem bipirsim, bełam nazanim bo nempirsî, řoj be dway řojda têdepeřî, dû mangêk mabû bo ezmûnî axrî sał ke daye şem le cêda kewt, duktorim hênaye ser, duktor be nahumêdîyewe dermanî bo nûsî û le katî řoyştinda gutî:

- bedaxewe kar le kar tirazawe, ew dermananey bidenê beşkem yeg dû řojî dîke bijî.

be qisey duktor dinyam be serda řima, ber çawim lêł bû, firmêskim hatne xwar, be helîngidan çûme małe ḧacîjnî hawsêman. be dem giryanewe qisey duktorîm bo gêřawe û dwaye gutim:

- ewe deçim dermanekanî bo dekiřim.

ḧacî jin kutî:

- xuda gewreye kiçim, emnîş ewe deçim bo lay daykit.

dermanekanim hênanewe û be nahumêdîyewe derxiwardim da. ḧacîjin û çend jinî dîkey hawsêman ta direnganêk le lay daykim danîştin û diłxoşîyan dawe. detkut daye şem mergî xoy be çawan debînê, be jinekanî gut:

- emin demirim, jwan bêkese, be êwey despêrim.

jinekan, betaybetî ḧacîjin, zoryan diłxoşî dawe ke îşałła be zûyî çak debîyewe, xuda neka xuda neka, şitêkîşt lê bê, jwan kiçî xomane û wek çawî xoman agaman lêy debê. dway řoyştinî jinekan, daye şem bangî kirdim û destimî le nêw destî xoy girt û gutî:

- řołe jwanê! emin demirim, bełam şukirî xuday be cê dehênim ke eto kiçêkî jîr û têgeyştûy û detwanî beřey xot le awê derbênî, debê zorit aga le xot bê, emnîş le xuday depařêmewe ke bextewer bî û berdî sard û gerimit neyete ser řêgay. êstaş demewê řazêkit pê biłêm, řazêkî ke hejde sałan le nêw sîngî xomda řamgirtuwe, herçend dezanim eto kiçêkî jîrî û be bîstinî em řaze sexłet nabî, bełam pêm xoşe bełênîyekim pê bidey, pêm xoşe le demî xot bibîstim ke be bîstinî ew řaze naşemzêy.

- daye şem diłnya be xom sexłet nakem, xoşim şikim bo çuwe ke detewê çi biłêy, lebarey dayk û bawkî řastîmdaye, wa nîye?

- kiçim her kese çarenûsêkî heye, jyan seyre, her xuda xoy dezanê çi deka! bełê kiçim, emin û xuda lê xoş bû pîrot mindałman nedebû, zorman em duktor û ew duktor kird nahumêd bûyn, ta řojêkî tarîk û řûnê pîrot bo nwêjkirdin deçête mizgewt, debînê leser xwacaney ber derkî mizgewt melotkeyekî lêye, dezanê ke le wêyan danawe ta yekêk bîbatewe û bîkate mindałî xoy, hełîdegrê deyhênêtewe. emin ke bew karem zanî zor şad bûm, melotkekem kirdewe, dû dest cilî mindałan û de sikkey zêř û kaẍezêkî têda bû. kaẍezekem her řagirtuwe, ha xot bîxwênewe.

daye şem destî de baxełî na û desrokeyekî derhêna û daye destim, desrokekem be pele kirdewe, kaẍezêkî qedkirawî têda bû, kirdimewe. away têda nûsrabû: naw: jwan, nawî bawik: «r», nawî dayk «k».

ke namekem xwêndewe kułî giryanim hesta, bełam leber ewey ke bełênîm be daye şem dabû xom sexłet nekem, bizeyekim hênaye ser lêwim û gutim:

- daykî min etoy... bawkîşim hezar řeḧmet le gořî bê kak pîrot bû. dayk û bawkî min êwen ke bo min bûn û emnitan gewre kird, xoştan wîstim, diłtan neşkandim.

daye şem destimî birde ser demî û maçî kird û gutî:

- ta ew řojey ke le şarî «k» bûyn, hemû şewanî heynî yekêk ke êstaş nemanzanî kêye, beser dîwarda pirêskeyekî bo le ḧewşey dawîştîn ke hemû carê dirawêkî zorî têda debû. şikman boy çûbû ke ew dirawe debê le layen daykit ya bawkitewe bê, wa dyar bû zanîbûy ke ême toman hênawetewe, bew core yarmetî dawîn, hîwadarîn řojêkî bitwanî byandozîyewe, ta êstaş boye ew řazem nedirkand, gutim ba pêy têk neçî.

diłim piř bû le derd û cexar, demewîst bigrîm, hawar bikem, kułukoy derûnim hełřêjnim, bełam bo ewey daye şemî xoşewîst le seremergida sexłet nebê, didanim be cergî xomda girt.

şew le lay daye şem danîştim, destim her lenêw destîda bû, carcar çawî wêkdena, bełam xewekanî kurt bûn, carcar qisey legeł dekirdim, qisekanîm le caran pê xoştir bûn, tarîk û řûnî beyanî bû ke daway awî lê kirdim, bom hêna, qumêkî xwardewe û şadew’îmanî hêna û milî lar bowe... bangim kird:

- daye şem! daye şem!

bedaxewe melî gyanî hełfiřîbû, hestam be helîngidan xom geyande małe ḧacî û le dergam da, ḧacî le jûrewe heray kird:

- kêye?

be giryanewe wełamim dawe:

- emnim mam ḧacî, hatûm le dway ḧacîjin, daykim... daykim eto siłamet.

gwêm lêbû ḧacî gutî:

- ana lile û ana alye alrac’un

hêndey pêneçû ḧacî û ḧacîjin hatne der, bexom nebû be giryanewe xom le baweşî ḧacîjin hawîşt, ḧacîjin wêřay min degrya, mam ḧacî le ber lêwîyewe du’ay dexwênd. dway tawêk mam ḧacî gutî:

- ba biřoyn...

weřê kewtîn, mam ḧacî gutî:

- êwe biçin, emnîş be hawsêyekan řadegeyenim.

hêndey pêneçû małe ême piř bû le jin û pyaw, yek dû jin xerîkî nan û ça bûn, çend jin awyan weser na ta daykim bişon, çend kiç derk û banyan awpiřjên kird û małîyan. her çonêk bû daye şemyan şuşt û le kifnyan pêça û darmeytyan hêna û birdyane mizgewt. xełkî geřekekeman be têkřayî bo naştinî çûne ser qebran. sê řojan nan û çêşt lêndira û le mizgewtê boy danîştin.

dway tewaw bûnî serexoşî, ḧacîjin be zorî emnî birde małe xoyan û gutî:

- kiçim! cwankîley, baş nîye be tenyayî le małê bimênîyewe.

be qisem kird, mam ḧacî û ḧacîjin zoryan řêz lê denam û wek kiçî xoyan agayan lêm bû.

kuřekeyan nawî «birzû» bû. le xirape û bedfeřîda tay nebû, ḧacîjin deygut zor şewan be mestî dêtewe, emin û ḧacî ke çawman pêy dekewê detwêynewe, bełam çiman pê nakirê. le yekem řojda le bize û řwanînî qînim hesta, zanîm mebestêkî bêşermaney heye, be xom gut debê agam le xom bê.

ḧacîjin hodeyekî pê dam û gutî:

- kiçim ewe hodey toye, eger pêt xoş bû qifłî bike.

yekem şew xewnim be daye şemewe dî, lenêw zenwêrêkî xoşda bû, henarêkî gewrey be destewe bû, bo lay řadaştim û gutî:

- jwanê! kiçim! ewe daykit boy nardûy, çaweřête... be tasewe pirsîm:

- daykim...! le kwêye...?

- le şarî «bi»ye, biço deydozîyewe, yekêkî dîkeş her çaweřwante.

- kê...?

- dostêkî zor kon... natwanim nawî bênim...

le xew řaçenîm, ta beyanî xewm weçawan nekewtewe, le xom depirsî:

- daykim? şarî «bi»? dostêkî kon? ewe debê çi bê?

ta tewaw bûnî taqîkirdinewey axrî sał her le małe mam ḧacî bûm, carcar serêkî małe xomanim deda û be diłêkî xembarewe degeřamewe.

wêřay ew hemuwe xem û pejareyey ke hembû, le taqîkirdinewey axrî sał be başî serkewtim, lew maweyeda çend caran xewnim be daye şemewe dedî, hemû carê pêy degutim berew şarî «bi» weřê kewm daykim debînmewe....

birzû zor caran deyewîst lêm nizîk bêtewe, hemîşe bo damezrandinî qise byanûy hebû, bełam emin řûm nededaye, ew řojey ke hewałî serkewtin le taqîkirdinewem bo ḧacîjnê hêna, ḧacîjin zorî pê xoş bû û pîrozbayîy lê kirdim, birzûş le laman bû, gutî:

- ca awa le kołit nabînewe, debê şîrnîman bideyey.

ḧacîjin mořeyekî lê kird û emin çim negut, bo ewey weřezîm bişkê tawêk weder kewtim. serêkî parkî gewrey şarekemanim da. tûşî befrînî awałim bûm. legeł befrîn le polêkda demanxiwênd. befrîn xełkî ladê bû, bo xwêndin hatbû bo şar û le małe xizmêkyan dejya. beyekewe hêndêkman pyase kird, lepřiřa befrîn gutî:

- jwan! sibeynê emin deçmewe gundekeman, bo legełim nayey? hawînê beyekewe řaydebwêrîn, gundekeman nawî «g»ye û zor xoşe, deḧesêyewe.

zorim pêxoş bû, betaybetî katê zanîm gundekeyan legeł şarî «bi» nêwanêkî way nîye, bełênîm pêda legełî biçim. geřamewe małê, le dirgam da, birzû dirgay kirdewe, her ke wewjû kewtim dirgay pêweda û bo lam hat. wîstî le amêzim girê, pêmeřeyek lewê bû, piřim daye û yekbexom le serîm řakêşa, xwên fîçqey kird, birzû destî be seryewe girt û emnîş be helim zanî, dirgam kirdewe û řamkirde der, çend hengawêk neřoyştibûm tûşî ḧacîjnê bûm ke berew mał degeřayewe. ke çawî be min kewt gutî:

- jwanê, řołe ewe bo wa peşokawî, řengit bo bizirkawe?

emnîş hemû şitêkim bo gêřawe, ḧacîjin gutî:

- destit xoş bê, xozge wat lê deda řast nedebowe. çî lê bikem, darêkim be destewe hertik serî pîse, derî dekem nakirê, řaydegirim nakirê, xuda cwanemergî ka....

legeł ḧacîjnê geřamewe, birzû xerîk bû dest û çawî deşuşt, desreyekî xwênawî leser serî bû, ḧacî jin ke çawî pêkewt tifêkî lê kird û gutî:

- tif le řût bê, bêşermî bênamûs! her mabû le lay em kiçe serşořim key, hey xwêřî...?

birzû qisey nekird û serî berdawe û wederkewt. le jûrê be ḧacîjnim gut ke sibeynê legeł befrînî deçîne dê. ḧacî jin gutî:

- kiçim eto gewrey, şukur zorîş têdegey, bo ewey nabê pêt biłêm çibke û çi meke, çonit pê başe wa bike, bełam zorit aga le xot bê, eweşt pê biłêm: êre be małe xot bizane, ke geřayewe pêm xoş nîye bo hîç kwê biçî, birzûş natwanê hîç bika, xom agam lêt debê.

beyanî kitêb û şimekekanim dest daye û çûmewe małe xoman. małekeman xemî lê debarî. cêgay daye şemê dyar bû. be małda geřam, xencerêkî debanî bawkim dîtewe, hełmigrit û legeł dû dest ciluberg de cantayekim na. her weha bermûrêkî daye şemim hełgirt û derkekanim daxsitin û weder kewtim. dîsan çûmewe małe mam ḧacî û kilîlekanim dan be ḧacîjin. mam ḧacî hêşta weder nekewtibû, mał’awayîm lê kirdin û berew karaj řêm dagirt.

le karajê befrîn çaweřêm bû, swar bûyn û weřê kewtîn. dway se’ateřêyek geyştîne şwênêk ke îtir řêgay maşênî nebû, dabezîn û çaregese’atêk be pêyan řêman biřî.

gundekeyan le dawênî berzeçyayekda hełkewtibû, mełbendêkî sewz û bijwên bû, kemêk dûrtir řwangey lêřewarêkî diłřifên hêndey dî ew mełbendey xemřewên kirdibû. awî řûnî çend sardekanî le dawênî çyawe dehatne der û beser lêjayîda lûr debûnewe. lem ber û ew berî cogelekan gułî nêrgîz û wenewşe û gułezerd û gułanî dî seryan pêwenabû û bonî pinge û xaw û kema, ’etrî le hewada biław dekirdewe.

bawkî befrîn be sefer çûbû, tenya dayk û xuşk û birayekî çûkey le mał bûn, zoryan řêz girtim. řojane legeł befrîn degeřayn, we çyay hełdegeřayn, le dem kanyaw û cobaran gułman deçnî, leser tertan dadenîştîn û seyrî ew mełbende hest bizwêneman dekird, gwêman le bilwêrî şwanê hełdexist, deçûyne nêw berxelan. pêm xoş bû seranserî hawîn lew gundey mabamewe, bełam diłim oqrey nedegirt, demewîst be şwên çarenûsêkî nadyarda biçme şarî «bi», le xom depirsî xo kes nanasim, biçme lay kê, axo çi pêş dê? şewêk dîsan daye şemim hat le xewnêwe, be bizewe gutî:

- başt kird hatîye êre, le daykit nîzîk bûyewe, diłnya be biçîye şarî «bi» deydozîyewe, le hîç metirse, emin agam lête....

beyanî le befrînim pirsî:

- ta şarî «bi» çende řêgaye?

- zor dûr nîye, ta ser cadey be pêyan be şêneyî biřoy, nîwse’atêk nakêşê. cade be pişt ew kêweda řed debê. how řêgayet dîwe? be nêw lêřewarda řast deçê bo ser cade. hemîşe maşên we dest dekewê. ta mangêkî dî řêgay maşên bo êreş dekêşin.

- sibeynê deřom.

befrîn waqî wiř ma û pirsî:

- bo kwê?

- bo şarî «bi».

- bo?

- deçme małe xałim.

- kwêřa? carê her nebê mangêkman le la be.

- zor sipas, xałim çaweřême.

sibeynê befrîn ta derewey awayî legełim hat û beřêy kirdim. ke le befrînê hełbiřam rêgam dagirt. hêndey pê neçû geyştime nêw lêřewarêkî çiř û piř, řêga be nêw daranda deřoyî, kes dyar nebû, le xowe tirsim řênîşt. cantakem kirdewe û xencere debanekem derhêna û leber piştêndim na û weřê kewtimewe. řêga piř penawpesîw bû, hêndêkî dî řoyştim, le nakaw gwêm le dengêk bû, řawestam û gwêm hełxist, kiçêk depařawe û deykut:

- kake mamend! le řêy xudayda, karî kirdinê nîye, emin kiçim, lêm geřê biřom, abřûm mebe.

yekêk le wełamîda gutî:

- lew qisane geřê, le mêje le řojêkî wa degeřam, be xoşî be qisem dekey başe, dena encin enicit dekem.

destim leser xencerekem dana û be espayî le dengeke nîzîk bûmewe û xom lepişt darêkî estûr mat kird, pyawêk kiçołeyekî le erdî dabû û kirasekey tîtoł tîtoł kirdibû û deyewîst etkî bika. kiçekeş delerzî û depařawe û deygut:

- kak mamend! pyawî çak be, emin le kiçekey to çûktirim, kuře le řêy xudayda wazim lê bêne.

pyaweke wa dyar bû nawî mamende û le temenî 45 sałîda bû, kiçołekey, ke her 14 sał debû, we ber zillan da. kiçeke qîjandî. mamend destî be demî girt û be destekey dîkey xerîk bû řûtî dekirdewe. xencerekem bedestewe girt û heřřam kirdê, bełam hêşta dû hengaw neçûbûme pêş ke lenêw daranda pyawêkî bałaberz be xencerewe boy çû. ber lewe ke mamend bitwanê hestê, yekbexoy xencerêkî le piştewe le ser diłî řakird. mamend nałeykî kird û be lada kewt û dengî lî biřa, îstêk bêdeng řawestam, kiçeke be destekanî sîng û memkî şardewe, pyaweke řûy lê wergêřa. lew demeyda çawî be min kewt, be dîtnî min quşqî bû û gutî:

- xeyał! eto? boxotî?

řwałetî zor aşna bû, sipîlkełe, çaw û biro řeş, řeng pyaw û deng pyaw. ber lewey wełamî bidemewe û zyatrî lê xurd bimewe cantakem kirdewe û destêkim cil bo kiçołekey derhêna û bom bird û gutim:

- ha em cilane le ber ke.

awřêkim le pyawekey dawe, piştî le ême kirdibû û serî lenêw dû lepî destî girtibû, detgut bîr dekatewe. çawêkim le mamendî kird, ewîşim aşna hate ber çaw, yekî řeştałey êsk qursî xwêntał bû, herçî bîrim lê kirdewe nemzanî le kwêm dîwe. seyr qînim lêy hestabû, demewîst be mirdûyîş weber xenceranî bidem. kiçeke her delerzî û řengî sipîy hełgeřabû. be yarmetîy min cilekey le ber kird û xoy le baweşî hawîştim, pêm gut:

- metirse hemû şit tewaw bû, be sizay xoy geyşit.

lew demeyda pyaweke řûy wergêřa û bo laman hat. çawî le min nedetrûkand. akarî mend û pyawane bû. nîgaman têk ałqa. zor aşna bû, detgut çend sał pêkeweman řabwarduwe. hersêkman bêdeng bûyn, her çonêk bû pyaweke gutî:

- hestin lêre biřoyn ta kes nehatuwe.

hestayn, cilke diřawekanman lenêw cantakey nan û weřê kewtîn, pyaweke gutî:

- mepeşokên, be řoyştinî asayî pê hełênnewe û wa bizanin hîç nebuwe. heqî xoy bû, debwaye be destî min bikûjrê. emca be espayî wirtey lê hat:

- axir ew emnî carêk napyawane kuştibû....

kiçołeke ya lew qiseyey negeyşit ya xoy gêl kird, bełam bo min seyr bû. çon carêk ewî kuştibû? neka le janî pêşûyda..., bo ewey pyawekey bidwênim gutim:

- pêm wa bê to eminit be yekî dî şubhanduwe, pêt gutim xeyał...

pyaweke be bizewe çawêkî lê kirdim û gutî:

- hîwadarim hełem nekirdibê....

pyawêkî seyrim hate ber çaw. herçî bîrim lê dekirdewe nemdezanî le kwêm dîwe, diłnya bûm le cêgeyek dîwme, mamendîşim dîbû, bełam nedeçûmewe serî....

geyştîne ew kêwey ke befrîn nîşanî dabûm. debwaye kêweke dewr lê bideynewe, pyaweke gutî:

- le lay ew berde kanyawêkî xoşî lêye, pêtan xoşe biçîn awêkî bixoynewe û mandûyetî derkeyn?

emin çawêkim le kiçołekey kird û gutim:

- emin pêm naxoş nîye.

kiçekeş gutî:

- ba biçîn.

kanyawêkî xoş bû, leser tateberdêkî danîştîn, pyaweke gutî:

- ewendey pêkewe bûyn yektirman nenasî, ba xoman be yektirî binasênîn, emin nawim azade.

ewey gut û çawî le min biřî, emnîş gutim:

- emin jwanim.

ke min wam gut, azad le ber xoyewe gutî:

- jwan?

kiçekeş gutî:

- emnîş nawim «gizîng»e.

azad wa sirincî dabuwe min ke detgut gizîngî nedîwe û hîçîş neqewmawe. bo ewey le jêr barî giranî řwanînî řizgar bim, řûm le gizîng kird û pirsîm:

- giznîg ewe kê bû?

- kak mamend bû, çûbûm serî pûrim bidem, pûrim birajnî kak mamende, maweyek lewê bûm, her be dewrimda degeřa, emnîş emřo geřamewe ta le çinganî řizgar bim, nemzanî wedwam kewtuwe, xuda êwey bo min nard.

pirsîm:

- małtan le şarî «bi»ye?

serî berdayewe û henaseyekî hełkêşa û gutî:

- bedaxewe małim nîye, kesim nîye le pûrim zyatir, le şarî «bi» le małe kabrayekî karim dekird û şewaneş demxiwênd, xwêndinî seretayîm tewaw kirduwe, bełam le bextî řeşî min jinekey de řoj pêş mird û kabra be tenya mawetewe, îdî natwanim lewê bim.

- edî detewê çibkey?

- boxoşim nazanim.

azad le minî pirsî:

- edî eto kêy jwan?

- emin małim le şarî «s»êye, deçme şarî «bi», bo małe xałim.

- xałit kêye? emin xełkî şarî «bi»êm.

seyr pêwe bibûm, nemdetwanî řastîy jyanmî bo bigêřmewe, le şarî «bi»êş kesim nedenasî bîkeme xałî xom, le ser xuday gutim:

- xałim nawî «bapîr»e, taze małyan çuwe bo şarî «bi».

- le kame geřekin?

- bo depirsî?

- demewê bitbînmewe.

- eto naw û nîşanî xotim bideye emin detbînmewe.

- qewlim pêdedey bimbînîyewe?

- pêwîste?

- a...

- bo...?

- lemêje lêt degeřêm....

- bo demnasî?

- zor baş.

- le kwêt dîwim, kengêt dîwim?

- natwanim pêt biłêm.

- bo...?

- çunke biřwam pê nakey.

- biřwat pê dekem.

- biłêm sêset sał pêş biřwa dekey?

qisekanî mamostay felsefem we bîr hatnewe. biłêy azad řast bika, biłêy le jyanî pêşûmda legełim bûbê? lêy xurd bûmewe, çawekanî diroyan nedekird, wełamim dawe:

- biřwa dekem, biřwam be jyanewe heye.

bizeyekî řezamendaney hate ser lêw û çawanî wêknan û hełîhênanewe û gutî:

- ke wa bû qewlim pê bide bimbînîyewe.

- qewl dedem, bełam to le kwê dezanî eminit dîwe, bo pêt waye ewî dîwte emnim?

- emin dezanim, jyanî řabirdûy xomanim le ber çawe, hełem nekirduwe, jyanman têkeławî yek buwe, be çawî to aşna nayem?

- ba....

- edî mamend..., pêt wa nîye le cêyekit dîbê...?

- ba...

- ew jyanî êmey têk da... emnî kuşt, etoy lê estandim, nazanim îdî çit be ser hat, bełam be dîtnewey to hemû şitêk řûn debêtewe. detbemewe sêset sał lemewber.

- çon...?

- zor be hasanî, hîpnotîzimit dekem, detgeřênmewe dwawe, bew mercey yektir bibînînewe.

qisekanî azadim zor pêxoş bûn, pêm xoş bû her qisem bo bika, pêm xoş bû her le lay danîşim û basî řabirdûm bo bika. bîrim lê dekirdewe debê jyanî pêşûm çon bûbê, azad kê buwe, mamend kê buwe? azad hewday xeyałmî pisand û gutî:

- çîrokî jyanman dûrudrêje, eger yektirman dîtewe bot degêřmewe.

gizîng ḧebesabû, neydezanî ême le çî dedwêyn, azad jimare telefûnekey pêdam û gutî:

- sê řojî dî degeřêmewe bo şarî «bi».

hestayn geřaynewe ser řêga. azad mał’awayî kird û geřawe. min û gizîngîş be řêy xomanda řoyştîn. be gizîngim gut:

- gizîng gyan! emnîş wek to hîç kesim nîye, le şarî «bi»êş kes nanasim û yekem care deçme ew şare.

gizîng be sersûřmawîyewe çawêkî lêkirdim û pirsî:

- edî bo gutit deçme małe xałim û nawî xałim bapîre?

- azadim nedenasî, pêm xoş nebû le jyanim biga.

- edî êsta deçîye kwê?

- nazanim... xuda gewreye....

berzekêwekeman le pêş bû, dewrman dawe û çûyne lay nîsarekey. cadeyekî pan û dûrudrêj dyar bû. maşên hatuçoyan dekird. ta degeyştîne ser cadey serewjêrîyekman le pêş bû. gizîng destî bo lay řast řadaşt û gutî:

- şarî «bi» lew layeye.

serewxiwar bûynewe û be gizîngim gut:

- hêndêkim diraw heye, hodeyekî be kirê degrîn, małêkî pêkewe denêyn û hewłîş dedeyn karêkî bo xoman bidozînewe.

gizîng gutî:

- emnîş biřêkim diraw heye.

gizîng kem dedwa, lêm pirsî:

- gizîng bo hîç nałêy?

- ca biłêm çî? karesatî emřo wa kas û wiřî kirdûm, qiseşim pê nemawe.

- bîrî lê mekewe, le jyanda şitî wa zor deqewmê.

geyştîne ser cadey, le bin darêkî piř likupo leser dû berdan danîştîn û çaweřêy hatnî maşên bûyn. yekem maşên boy řanegirtîn. maşênêkî swarîy řeng sûr le dûrewe peyda bû, destiman hełêna, boy řagirtîn, kuřelawêk letenîşt jinêkî 37 - 38 sałane maşênî lêdexuřî, çûyne pêş řojbaşman kird û emin gutim:

- bibûrin, dekirê ême ta şarî «bi» hełgirin?

jineke bizeyekî hate ser lêw û gutî:

- fermûn swar bin.

- zor sipas

emin swar bûm û gizîngîş letenîştim danîşt. weřê kewtîn, jineke awřêkî dawe û çawêkî lê kirdîn û pirsî:

- xuşkin?

wełamim dawe:

- nexêr awałîn.

- nawtan çîye?

- eme nawî gizînge, nawî minîş jwane....

- jwan...?! çi nawêkî xoşe, gizîngîş xoşe.

be bizeyekî sipasim kird, jineke çawî le min nedetrûkand, pirsî:

- daykit heye?

- hîç kesim nîye....

- çon...?

- herdûkyan eto siłamet.

- xuda lêyan xoş bê. xełkî kwêy?

- xełkî şarî «s»êm.

- emnîş nawim kejałe, emeş kuřme, nawî jîroye....

dway îstêk be kuřekey gut:

- jîro! le lay kanîyeřûnî řaygire kemêk aw bixoynewe.

- başe daye gyan.

kanîyeřûn letenîşt cadey bû, kemêkman aw xwardewe û tawêkî danîştîn, dîmenêkî diłřifênî hebû, kejał pirsî:

- małtan le kwêye...?

gutim:

- bedaxewe małman nîye û le şwên kar degeřêyn.

çawî zeq bû, gutî:

- edî deçne kwê...?

- nazanim..., bełam be temayn małêkî bigrîn.

- ke waye deçîne małî ême, bem demudeste mał nagîrê, ta małêktan weçing dekewê û karêkî debînnewe le lay min bin. emnîş legeł jîrom, kesî dîkeman legeł nîye.

sipasman kird, zorim xoş lê hatbû, pêm şûreyî neba xom le baweş dehawîşt û řamdemûsî. weřê kewtînewe, le zînûyek weser kewtîn, dîmenî şarî «bi» xoy nwand. şarêkî zor mezin nebû, bełam xoş û diłgir bû. lenêw şar yek dû şeqamman cê hêşt û çûyne nêw kołanêkî gewrewe. jîro leber dirgayekî asnîy meznida maşênekey řagirt û dabezî dergay kirdewe û êmey be maşênewe birde nêw ḧewşeyekî gewrey piř guł. xanûbereyekî sipîy zor xoş le nêweřastî ḧewşekeda bû û çwar dewrî baxçey guł bû. bon û beramî guł û gyay bonxoş pyawî mest dekird. ḧewzêkî gewrey şîn hêndey dîke ḧewşekey řazandibowe. emin matî dîmenî diłřifênî ḧewşeke bûm ke kejał gutî:

- ba biçîne jûr biḧesênewe, mandû bûn, řenge birsîştan bê.

ewey gut û wepêş kewt. min û gizîng we şwênî kewtîn. jîro xerîkî maşênekey bû. ke derkekey kirdewe çawim be małêkî kewt le ewpeřî cwanî û řazaweyîda. mafûrey cwan, tabłoy sirinciřakêş, gułî řengawřeng, bon û beramêkî xoş û... lenêw hałêkî gewreda destêk mubłî zor cwan řonrabû. le sûçêk telewîzyonêkî gewrey çerxdar letenîşt dêkořêkî zor cwan ke be şitî entîke řazabowe xoy denwand. kejał derkî hodeyekî kirdewe û be êmey gut:

- ta lêren em hodeye bo êwe.

hodeke zor gewre nebû, le lay serewe dû text bo xewtin dandirabûn û mafûreyekî çûke leser mokêtî ser erdî sûçawsûç řaxrabû, dû tabłoy cwan ke yekyan dîmenî çya û lêřewarî nîşan deda û ewî dîke dîmenî gundêkî kurdewarî bû, lem la û ew lay hodeke hełwasrabû, le lay xwarewe komodêkî gewre de dîwarîda bû. kejał gutî:

- ḧemamekeman amadeye, awêkî be xotanda ken ba mandûyîtan derçê. ḧemamî pêşan dayn û dû lifke û dû xawlîy tazeşî bo hênayn û gutî:

- sabûn û şampo û şaneş le jûrî ḧemamekedan.

xoman şuşt û hatîne der, kejał nan û çêştêkî xoşî saz kirdibû, be řûxoşîyewe xułqî kirdîn bixoyn.

kejał çawî le min biřîbû, le çawanî piřşingêkî xoşewîstîm bedî dekird, bizey mendî leser lêw lanedeçû, akarî hêdî û leserexo bû, her pirsyarî corawcorî lê dekirdim:

- xwêndewarît heye? çend sałe dayk û bawkit koçî dwayîyan kirduwe? çon hatîye êre û... we....

emnîş wełamim dawe, nanekeman xward, emin û gizîng hîrbarekanman şuştin û çaman têkird, xerîkî çaxwardinewey bûyn, dîsan kejał pirsyarî lê dekirdim û emnîş wełamim dawe. jîro weder kewt û sê be sê maynewe. kejał pirsî:

- małtan le hewełewe le şarî «s» buwe?

- na le pêşda le şarî «k» bûyn.

- şarî «k»! le kam geřek bûn?

- le geřekî mizgewtî gewre....

- mizgewtî gewre... nawî dayk û bawkit çi bû?

pêm seyr bû kejał ew pirsyaraney le min dekird, le nakaw bîrêkim be mêşkida hat: neka kejał daykim bê...!? nawekey be pîtî «k» dest pêdeka. ew kaẍezem webîr hatewe ke daye şem le seremergîda pêydam û têyda nûsrabû: nawî bawik «r», nawî dayk «k»..., gutim:

- bawkim nawî pîrot bû û daykîşim nawî daye şem bû.

kejał firmêskî le çawan geřa û lêwî xwarewey gest û gutî:

- zor bibûre dekirê sîngit awałe key?

- bo... le ber çî defermûy?

- demewê bizanim nîşaneyekit lenêw memkanda heye, xałêkî řeş.

şikim nemabû ke kejał daykî řastîme, bełam xom řagirt û be espayî berokim kirdewe, her ke çawî be xałî nêw sîngim kewt, dû tinuk firmêsk le çawanî hatne xwar û gutî:

- kak pîrot û daye şem dayk û bawkî xot bûn?

pirsîm:

- ay kejał bo degrî...?

- kiçim, emin winbûyekim heye, bew naw û nîşananey ke dełêy eto debê kiçî min bî, tikat lê dekem herçî le barey xotda dezanî beřastî bom bigêřewe.

- ke waye hemû şitêkit bo degêřmewe: kak pîrot û daye şem dayk û bawkî xom nebûn, emnyan leber derkî mizgewtî gewrey şarekeman hełgirtibowe, lenêw melotkekemda dû dest cilk û de sikkey zêř û em nameyeyan danabû.

ewem kut û destim le baxełim na û kaẍezekem derhêna û dame destî. kejał her ke çawî be namekey kewt bo lam hat û be giryanewe le amêzî girtim û gutî:

- emin daykitim... jwan... gyan, kiçekem...?

emnîş be baweşmewe guşîm û gutim:

- daye... daykî xoşewîstim... bo... bo lêm dûr bûy..., bo emnitan fiřêda... edî bawkim..., bawkim kêye..., mawe...?

dîmenêkî seyr bû, dayk û kiçêk dway 19 sałan geyştibûne yek û yektiryan le baweş girtibû û degryan. gizîng serî sûř mabû, letenîşt ême řawestabû, destêkî leser şanî min danabû, destêkîşî leser şanî daykim, neydezanî debê çi bika û çi biłê..., nazanim çi maweyek le amêzî yektirda bûyn, nazanim çend caran yektirman řamûsî, her ewendey dezanim katêkî xoş bû... řojêkî nwê bû... lew demewe lapeřêkî taze le jyanmida hełdirayewe, emnîş û daykîşim le xoşyan nemandezanî çibkeyn. tawêkî yektirman le amêz degirt, demêk be bêdengî le yektirman deřwanî, carcar hestî derûnman be wişey daye gyan... řołe gyan... xwaye şukur... derdebřî. teqey derkey hat, daykim hesta û gutî:

- jîro hatewe, mizgênî dedemê, diłnyam ewîş şad debê....