14

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 5 Xulek  694 Dîtin

nextenexte birînekey wirya sařêj debowe. lew maweyeda goran be hawfîkirîy wirya û hawałekanî bernamey karekeyan řêkupêk kird. biřyaryan da caşekanî nawçe be zûtrîn kat le nêw berin. ew dijî gelane be «ḧemedempel» ewe şeş kes bûn. her weha qeraryan dana legeł ew kuře başaney ke wirya karî le ser kirdibûn, pêwendîyan pêwe bigirin û bo damezrandinî řêkxirawe nihênîyekan û şanebendîy endaman têbkoşin. goran gundekanî le nêw hawřêyekanîda dabeş kird û wiryaş nexşey řêgakanî be wirdî le ser kaẍez kêşayewe û be başî têygeyandin. her kam sê çwar awayîyan weber kewt. debwaye biçne ew dêyane û legeł hêndêk le endamanî nihênî pêwendî bigirin û bernamekeyan beřêwe berin.

řojî heynî destyan bekar kird. her kam be řêyekîda řoyî. tenya goran û wirya le binkeda mabûnewe.

soran debwaye biçête gundî «berdepan». micrîyekî piř le wirdewałey ke maweyek leweber bo şwênewnke sazî kirdibû, be şanî dada û řêgay girte ber. dway pêwanî çend kêw û doł geyşte berdepan. leser cogey tenîşt awayî demuçawî şuşt û mandûy ḧesandewe û çû nêw dê û heray kird:

- małî xeřazî... małî xeřazî... milwanke... awêne... zengyane... mûrû... sabûn... ’etir... kile subḧanî... .

hêndey pêneçû jin û kîjî lê ko bûnewe. her kes daway şitêkî lêdekird. «soran» yiş wek kasbikarêkî baş û lêzan şitî pê defroştin. tenanet be hêlke û qend û çaşî deda.

soran debwaye her çonêk bê mela «xalîd» bidozêtewe. mela xalîd melay awayî û endamêkî nihênî řêkxiraw bû. le katî wirdewałe firoştinda her bîrî lewe dekirdewe ke çon le mela xalîd bipirsê ke xełk şik neken? lew fîkireda bû ke jinêk le nêw jinanda gutî:

- erê birale! dermanî didan’êşet pênîye?

pêş ewey soran wełamî bidatewe jinêkî dîke lêy pirsî:

- dermanî didan’êşet bo çîye «yay şaşan»?

- bo mela xalîdme «xuşke naz» gyan! ewa sê řoje leber janî didanî heddanî nîye.

soran ke gwêy lew wituwêje bû be bîstinî nawî mela xalîd oxjinî hatê, bełam weřûy xoy nehêna û gutî:

- kê bû dermanî didan’êşey dewîst?

- emin bûm kake gyan!

- dermanî didan’êşeşim heye, bełam debê bizanim didanit kîsî kirduwe yan na? kirim xwardûyetî yan sard û germê deka, çunke çend corim dermanî didan’êşe pêye.

- boxom nîye. bo şuwekeme. de ba biçim boxoy binêrim baştire. soran le diłda şukiraney bijard ke karekey le yekem hengawda baş pêş hatuwe. hêndey pêneçû mela xalîd le dûrewe peyda bû û be aramî berew soran û polî jinan û kiçan hat. jin û kîjekan be dîtnî mela xalîd û řêz danan bo ew wirdewrde çend hangawêk kişanewe û dûr kewtinewe.

mela xalîd pyawêk bû kełeget, barîkełe, wêçû û leserexo. soran bew nawnîşananey ke dabûyanê nasîyewe, bełam bo ewey be başî diłnya bê pêş ewe mela xalîd bigatê le jinekanî pirsî:

- ewe melay awayîye?

jinêk wełamî dawe:

- bełê. çend pyawî çake... mela xalîd dengî dawetewe. hemû kes deynasê.

mela xalîd zor be mendî hate pêş û řojbaşî gut: soran leberî hełsita û çakuxoşî legeł kird. mela xalîd paş bexêrhênan gutî:

- gutyan dermanî didan’êşet le laye. çend řoje leber janî didanim ḧecmînim nîye.

- bełê. dekirê çawêk le didanit bikem?

- bo nakirê?

mela xalîd serî hêna pêş. soran be espayî be gwêyda gut:

- bonî hełałan dê... .

mela xalîd qut bowe. çawêkî le soran kird û pirsî:

- her hełałe?

- şilêr û beybûnîş... .

bew řemze ke le layen wiryawe le nêw hawałekanîda dandirabû soran xoy be mela xalîd nasand. le dwayeda çend ḧebêkî bo le kaẍezêkewe pêça û dayye. mela xalîd gutî:

- ca eme nîweřoye û katî nan xwardine. debê bêy biçîne małê. xizmetî toman pêdekirê.

le małe mela xalîd derfetî qise kirdin hebû. soran bernamey karekey bo gêřayewe. dû be dû nexşey lenêwbirdinî yekêk le caşekan be nawî «qoytas» yan kêşa. qoytas danîştûy «berdepan» bû. biřyarîşyan da ḧewtûy dahatû le řojêkî dyarîkirawda, mela xalîd legeł çend kes le endamanî nihênî řêkxiraw le bin darebenî lay «sexteřewez» y dołeşînda çaweřêy soran bin ta byanbate lay goran û hawałanî.