11

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 4 Xulek  812 Dîtin

katêk kwêxa emer û ḧemedempel be çekewe bo kuştinî wirya le mał weder kewtin, tara xewî lêkewtibû, bełam mamz wek askołêkî nazdar le mêrgî xeyałda desûřayewe. lepiř gwêy le sirtuxurtêk bû. ke wird bowe bîstî bawkî legeł ḧeme sirteyane. her ewendey gwê lêbû ke bawkî be ḧemey gut:

- ba biřoyn... .

be kełênî derkeda çawî lêkirdin. her dûkyan çekyan pêbû. diłî biçûkî daxurpa, wiryay webîr kewtewe:

- neka... .

her ke bawkî û ḧeme le mał wederkewtin hełsita be pele xoy geyande dîwî tara û wexerî hêna û ewey bo gêřawe. tara pirsî:

- biłêy bo kwê çûbin?

- nazanim, bełam zor nîgeranî wiryam. boxot dezanî bawkim û kakit deyanewê jin be jineman pêbken. řenge pêyan wa bê wirya berhełsityane.

- tuxwa basî kakim meke! birya xeberî mergyan bo hênabam. nazanî çend bedfeř û pyawkuje... .

- «kurtê û kejê lêk dehejê», legeł bawkim baş řêk kewtûn. her dûkyan wek yek wan. emnîş pêm xoşe bimirim û çawim be bawkim nekewê.

- dey êsta dełêy çibkeyn?

- nazanim... hełsite xoman poşte bikeyn biçîn bizanîn çi base?

pêkewe wederkewtin. kes dyar nebû. bêcge le qiřeqřî boqî nêw estêr dengêk nedebîstira. be espayî be çend kûçe û kołanda geřan, kesyan nedî. mamz le pêşewe deřoyî û taraş be dwayda. geyştine ber derkî małe wirya. tawêk řawestan û gwêyan hełxist. gwêyan le hîç nebû. bê ewey bizanin ew dû pyawe bedfeře bo kwê çûn, zor řanewestan û le tirsî abrûçûn zû geřanewe.

le małda zoryan pêkewe qise kird. ber lewey kwêxa emer û ḧemedempel bigeřênewe, qeraryan dana be kuştinîşyan tewaw bê mil be jinbejne neden. her weha hewł biden bizanin ew dû dêwezmeye bo kwê çûn û eger boyan řûn bowe ke nexşey pyawkujîyan heye řîswayan biken û xełkyan lê têbgeyenin. ta direnganêkî her qiseyan kird û daxî diłyan hełřişit. katê gwêyan le dengî kwêxa emer û ḧemedempel bû, mamz be pele xoy geyande hodekey û xoy le xew kird.

beyanî weřûy xoyan nehêna. kwêxa emer û ḧemedempel wederkewtin. mamz û taraş xoyan geyande małe yay guł û ewey dîbûyan boyan gêrawe. yay guł diłxoşî danewe û gutî:

- ta êwarê hemû şit řûn debêtewe. xem mexon!

le geřaneweda tûşî aso bûn. le dway siław û çakuxoşî dyar bû qiseyekî be mamz heye, bełam leber tara neydewîst bîdirkênê. mamz têgeyî û be bizewe gutî:

- tara bêgane nîye wek xuşkî xom waye. çî şardirawman le nêwanda nîye. herçî heye bîłê!

aso gutî:

- lebarey wiryadaye... .

mamz qisekey biřîwe û gutî:

- dey, çî beser hatuwe?

- xuda neka çî beser bê. bo dena qerare şitêkî beser bê?

- axir... şew... .

- şew çî..., çi buwe...?

- bawkim û kak ḧeme lay nîweşew be çekewe wederkewtin û dway yek dû se’at geřanewe... nîgeranim. nazanim bo kwê çûn û çîyan be destewe...?

aso tawêk bêdeng bû û bîrî lêkirdewe: neka kwêxa emer...? bełam bo ewey mamz pêy têkneçê gutî:

çi nîye, wirya řojî mabû řoyî.

- řoyî..!? bo kwê çû...?

- çû bo lay hawałekanî. degeřêtewe.

aso be hewałî řoynî wirya agirî le derûnî mamz berda û be dwawşe ke gutî: degeřêtewe, awî bew agireke dakird. mamz henaseyekî hełkêşa. aso ewey pêwîst bû boy gêřayewe û pêy gut. mamz geşayewe. pêy xoş bû aso neřwa û her lebarey wiryada legełî bidwê. be her wişeyek ke le demî asowe dehate der, sûr debowe û degeşayewe. xwênî şerim û şadî le řûmetî geřabû û serî berdabowe. aso zor řanewesta û řoyî.

qisekanî aso bûn be hoy sêbûrîy mamz, bełam be tewawî diłnya nebû. diłî xeberî dabû ke wirya şitêkî beser hatuwe.