9

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 4 Xulek  810 Dîtin

wirya namey kwêxa emerî le gîrfanî nabû. be xoy û dardestêkewe řêy dołeşînî girte ber. bîruřay corawcor mêşkî dagirtibû. le layek giřî xebat bo řizgarî gele çewsawekey, derûnî desûtand û biřway be serkewtinî dwařoj pitewtir dekird, le layekî dîkewe karmamzekey hoşî lê biřîbû. bîrî hawałekanî, yadî dayk û bawik û xuşk û birakanî ke maweyek bû hewałyan nebû, her kam le layek huruwjimyan bo mêşkî hênabû. leber xoyewe gutî:

- řojêk seferekem wedwaye kewt... .

le dwaye be bizeyekî nerim û mendewe gutî:

- qeydî nîye. sebaret be karmamzekeme.

mang, řûgey diłdaran, taze hełatbû, wirya çawêkî lêkird û be çeşnêkî ke her boxoy gwêy lêbû gutî:

- ey mang! xozgem be xot hemû kurdistanit leber çawe, axo małe ême debînî, biłêy mabin û çyan lênehatbê, biłêy be tawanî negîranî min dujmin tengî pê hełçinîbin, edî karmamzekem? dezanim her êsta çawî le toye... .

sirweyekî fênkî xemřewên bîrî wiryay birde řojanî diłdarî. yekem řoj ke mamzî dîbû ta dwadîdarî hate ber çaw. lew bîrewerîyeda bû ke pełehewrêk berî mangî girt. le piř wirya gwêy le dengêkî naxoş bû, dengî kundebû diłî naskî daxurpand. hestî kird şiney şemał bote bayekî gyan û leşlerzên, tezûyekî be leşda hat û tirsêkî na’aşnay be serda zał bû. bo tawêk bîrî kirdewe: neka kwêxa emer kełekim lê bida? bełam zor zû le řûy diłpakîyewe lew fikire şermezar bowe û gutî:

- ca çi xirapeyekim bo kwîxa emer buwe? nardûmete ser kiçekey û neydawmê. emca xoy lome kird û gutî:

- emin le lay xoy xwêndewarim. bo debê dengî melêk bimtirsênê? le paşan destî be goranî kird. dyar bû ew goranîye le tirsêkî nihênîyewe serçawey degirt. carcar awřî dedayewe û çawî le dewranberî dekird. hîç dyar nebû. wirdewrde geyşte hewełî dołeşînê. dołeke be daristanî çiř reş deçowe. lewdemeyda bextî yarî kird û hewreřeşeke berî mangî berda. bay leşlerzên bowe be sirweyekî gyanperwer. le dûr û nîzîkewe dengî melan le heway lêřewarda biław debowe û legeł xuřey awî nêw doł têkeł debû.

ew řêgayey ke debwaye wiryay pêda biřwa, le lay xorhełatî dołeşîn hełkewtibû. le pêşda taqtaq dareben û darbeřû û darmazû û hêndêk darudewenî dî weber çaw dehatin, bełam ta berew pêş deçûy darudewen zortir debûn.

wirya her bîrî le jyanî xoy dekirdewe. le řabirdûy, le dahatûy, ke çî beser hatuwe û çî beser dê. geyştibuwe cêgeyekî estem. řêgeyekî barîk û xîzełên û hełdêr. hengawî şil kirdewe. be yarîdey dardestekey wirdewrde deçuwe pêş. be xoy gut:

- neka hełxilîskêm û hełdêrêm, xo heprûn be heprûn debim û... .

qisekey tewaw nekirdibû ke le nakaw dû teqe çya û dołyan lerzandewe. wirya ber lewey bitwanê xoy kila da, dû gulley geyştinê, yekyan be lay şanîda řed bû, bełam duwemyan we řanî çepî kewt. xoy pêřanegîra û berew naxî doł gila û xillor bowe.

le penay dû dewen dû kes na, dû şeytanî bedfeřî bedgeřî bedzeř wederkewtin û berew kanîperî geřanewe. le řêyeda kwêxa emer be ḧemedempelî gut:

- başman le koł bowe, emca bê miłozim xerîk debîn.

ḧemedempel cigereyekî dagîrsand û gutî:

- erê kwêxa emer! eto hîç lêt kołîbowe bizanî wirya çi kare bû?

- na... leberçî depirsî?

- bexwa biłêm çî...? nazanim... dełêy le cêgeyekim dîwe.