1

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 5 Xulek  1290 Dîtin

qawełtûnêkî mangî cozerdan «wirya» bizin û meřekanî bo leweř we bendenê hełgeřand û le awî sertezênî kanyawî ber binarî çyay «berzeko» dest û çawî şuşt û hêndêkî îşkeł ko kirdewe û kitrîye řeşekey le ser kuçki’awrî dana û awrî le bin kirdewe. melî xeyałî berew řabirdû hełfiřî. pêy seyr bû ke çon aware û hełweday awayî «kanîperî» buwe û çon twanîwye lew gunde bigîrsêtewe? bîrî le hawřêyekanî kirdewe; debê çîyan be ser hatbê? deyzanî ke «hełmet» û «syamend» ê’dam kirawin û «hîwa» û «kaweys» û «şêrko» be bendî dirêjxayen meḧkûm bûn, bełam le ewanî dîke hewałêkî nebû. leberexoyewe gutî:

- çakim xo řizgar kird, dena emnîş ya dekujram ya sałanî sał debwaye le bendida biřzêm. başe lêre twanîwme her nebê çend kuřî baş bidozmewe û řûnyan bikemewe û byanhênme ser řêga.

nîzîkey dû sał lewewber, bê ewey bizanê mebestî kwêye, be řêbwarîy řêgay le gundî kanîperî kewtibû. yekem kesêk ke çawî pêkewt «mam birzû» bû; zanîbûy ke «wirya» bêkes û tak û tenyaye û le şwên kar degeřê, birdibûye małe xoyan û be kuřî xoy qibûł kirdibû.

mam birzû şwanî awayî bû û legeł «pûr estîlan» y xêzanî jyanêkî hejaraneyan řadebird û be řizqî çend ser bizin û beratî şwanî beřêdeçûn.

sê mang dway ledestiçûnî «mam birzû» «pûr estîlan» yiş koçî dwayî kird û çunke wecaxkiwêr bûn û mîratgiryan nebû, mał û biznekanyan bo «wirya» be cê ma.

dway «mam birzû», «wirya» xerîkî karî şwanêtî bû. řojane meř û biznî awayî deleweřand û be hîway dwařojêkî nadyar xoy dexafłand, lew maweyeda çend car twanîbûy be nihênî biçêtewe dewruberî şar û çend kesêk le hawałekanî bibînê û peymanyan legeł nwê bikatewe. be hoy ewe ke helumerc hełînedegirt biřyaryan da ke carê le cêy xoy bimênêtewe û hewł bida hêndêk lawî baş bidozêtewe û amadey xebatyan bika.

ew řoje - wek zor caran - le ser berdêk řonîşt û bîrî le beserhatî xoy dekirdewe. řabirdû wek perdey sînema be berçawîda řadebird. we bîrî hatewe ke taze hatbû bo kanîperî, fênkîy êwareyek bo destuçaw şordin çû bo ser kanî û bo yekem car çawî be «mamz» kewt. «mamz» kîjêkî řesîw, xwênşîrin, çawkał, kezyezerd, barîkełe û kêlgerdin û be kurtî cwantirîn gułî ew mełbende bû. her çend bizey le ser demî wek xunçey taze pişkûtû lanedeçû, bełam çawî piř bû le xemêkî nihênî, xemêkî qurs û giran ke be çetûnî pêyhełdegîra, xemî bê daykî û tenyayî... .

we bîrî hatewe ke çon be dîtnî mamz hebesa. neydezanî çi bika û çi biłê. mamzîş ke nawbangî cwançakîy wiryay bîstibû, şikî bo çû ke ew lawe debê wirya bê û her ke çawî be wirya kewt wek askoł siłêkî kird, bełam xoy be gozekeyewe xafłand û serî berdayewe. wirya derfetî bo hełkewtibû, kemêk nîzîk bowe û gutî:

- hewa çend germe! erê kanîperî her wa germ debê?

- carê le kwête! eto taze hatûye êre. êre hênd germ debê ke têyda najî.

her wişeyek ke le demî biçûkî mamz dehate der, kotrî diłî wiryay pitir webałefřike dexist. helêkî baş bû bo qise kirdin. pirsî:

- eto le kwê dezanî taze hatûme êre?

- bo nazanim? eto wirya nî?

- ba... edî nawî to çîye?

- emin mamzim... .

wirya çawî le mamz nedetrûkand. pêy seyr bû çon firîşteyekî wek mamz debê kîjî dêwezmeyekî wek kwêxa «emer» - ke nawbangî xirapey bîstibû - bê?

mamz le piř çawî be jinêk kewt ke le dûrewe goze be şan berew kanî dehat. le tirsî abřû çûn piřî be gozekey dakird û wiryay be dinyayek qisey negutrawewe be cê hêşt.

lew řojewe agirî ewînî mamz le naxî diłî wiryada hełgîrsa. pêşînyan gutûyane: «diłêk be tenya nasûtê», biłêsey ewînî wiryaş dił û derûnî mamzî desûtand û kes be derdî nedezanî.

bîrewerî ew řojane wiryay sergerm kirdibû takû kitrîyekey wekuł hat û hełçû û çend diłop aw tikayewe ser kuçki’awreke û řayeł û poy xeyałî wiryay piçřî.

hełsita çayekey dem kird. taze çayekî têkirdibû ke le nakaw seweř serincî bo lay çyay beranberî «berzeko» řakêşa. çend çwarpê askêkyan řepê dena. wirya henaseyekî hełkêşa û leber xoyewe gutî:

- xwaye ew mamzey le çing ew gemałane řizgar ke! řenge ewîş wek mamzekey min ewîndarêkî çaw le řêy hebê... .