şah bi qesda kuştina min

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  1262 Dîtin
şah bi qesda kuştina min rim hejandin bêsebeb
da me çeşmê qehir û xeşmê rim li dil da go edeb
kuştîyên dîdar û dînê bêxeta her deh sedin
her seḧer dîsa ji nû wên têne kêrê sed celeb
dê ji çerxê pencumîn bêtin tenezzul kit merîx
mislê şemsê ger kişînîtin li wan tîẍên ẍezeb
her mecala ew di cengê bêt û ret her carekê
rast û çep dê bêxtin sed sed bi mizraq û qeseb
rustem û cemşîd û xald, ḧemze yan şêrê ’elî
aferîn ya şehsiwarê turk û rimbazê ’ereb
lê li tolê astanê çix bi wan le’lan kirin
dergehê fetḧê vebû îro li mehcûran ’eceb
bendeyê sadiq seḧer amancê reştûzên xwe kir
min bi qewlê dijminan dit ber xedengan bêsebeb
leşkerê qehir û ẍeman wê çûn ḧisara dil bikin
ke’be û beytu li-ḧerame lê bi nûr bêtin receb
suftîyên puř le’il û mercanan bi mujganan ḧeta
dîde rewşen bûn bi dîna dêmdurê sîmînẍebeb
ê v ẍuzrî ra divêt ava ḧeyatê bit nesîb
dê bi se’î û cehdê yeksan bin li bal wî roj û şeb
xidmeta pîrê muẍan dê kit kesê meqsûde mey
şîşe û cama zucacê ê divêt dê ret ḧeleb
cewrê hindî dê kişînit her kesê tawwus divêt
gewher û durra yetîm bê terkê ser têtin teleb
ẍefletî ew keşşifî şîr dest bi dest hatin ceger
go ẍebînet ya melaNasnava edebî miskîn me lê ker kir kezeb