çapî dîwanî melay cizîrî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  1161 Dîtin

řojêk fexreddîn enwar birdimye «cîhadî saznidegî» ke le meydanî înqîlabe. gutyan beranber be fermayştî îmam dezgayek pêk dê bo biławkirdinewey ferhengî qewmîyetanî êranî: kurd, azerbaycanî, belûç, ’ereb. to mecelle kurdîyeke desteber be! duktur sidîq muftîzade û sidîq borekeyî bûne hawkarim. biřyar dira mecelleyek be nawî «hîwa» derkeyn; bełam min çend şertêkim hebû; pyawêkî zil le înqîlabda pê řabga; ḧeqî kurd le meclîsî xubregan bikirête qanûn û çend carêk le řozname û telefzyon î’lan bikirê; her weha nawî ew mecelle, ke edebyat û ferhengî kurd biław dekatewe. kêş îmtyazekey benaw bê? gutyan meclîsî xubregan karyan zore; naperjên.

- bo deperjên nirxî temate û kûleke dyarî biken? bo naperjên biłên ḧeqî mîlletî kurd ewende dedrê? xulase pêk nehatîn.