tałtirîn řojî jyanim

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  777 Dîtin

le jyanmida řojî wa tałim nedîbû. pêşmergey kurdistan deste deste dehatin, be dengî berz degryan, tifengyan deşkand û de çomyan dawîştin. tûşî her kone fermandeyek bibûnaye deyankuşt. lewe tałtir nabê: pazde sał be awatî azadîy kurdistan xot le beranber gulley dagîrkeranda řagirtibê, ew hemû kuştet dabê, ew hemuwet le dujmin kuşt bê, êsta be carêk hemû awatit têk řûxabê û bêhumêd û henasesard kewtibye deştewe... be’sîy ’efûyan řageyand; bełam çend řojî hewweł her pêşmergeyek çû xoy teslîm ka, dest becê kuştyan. çûme kwêstanî ḧacî omeran barzanîm dît. gutim:

- kake! ta êsta xizmetkarêkî kurdistan bûm; toşim be diruşmî ew xizmete zanîwe. wa êsta hemû şitman dořanduwe. to deçye êran. min sûr dezanim ne şay êran qewl û qerarî heye, ne minîş ’afû dekirêm. hatûm xwaḧafîzîy yekcarît lê dekem û serî xom hełdegirim bizanim le kwê şirit û gum debim...

- to ke naye êran, le ’êraqîş dest becê î’damit deken. řêgeş le hemûy pyaw kuştine û na’emnîye, deçye kwê?

- cenab! milî řê degirim! her çonêk bê eger jyanim mabê, le gundêk debme penahnide, ders be mindałyan dełêm; melayetîyan bo dekem. xom deşarmewe kes xeberim nezanê. eger bitwanim xom bigeyenme sinûrî sûrye, deçmewe cizîrê û zor baş detwanim le naw kurdekan xom ḧaşar dem. bełam be hîç corêk ḧazir nîm bêmewe êran; çunke dezanim ’ecem herçî biłên diro deken û lêm řûne be zelîlî demkujin. yan debê xizmetkarîy sawak bikem ke zorim le mirdin pê naxoştire û be hîç corêk naykem, yan debê le zîndanda û lejêr şikenceda gyan bidem. gerdinim aza ke û xwa ḧafîztan! bizanîn xuda çî qerar dawe...