basêkî xom

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  923 Dîtin

dû mangêk dway ew bełaye, kurdêkî sûryayî gîra ke çemedanêkî zor cwanî be dyarî bo barzanî hênabû. ewîş bombêk bû le her jûrêkda biteqîba kesî lê dernedeçû.

kak mes’ûd û çend kesêk çûbûne beẍda. le geřaneweda le sûçî xeyabanêkî beẍda ber gulle dirabûn. cige le «’erîf ḧemîd» ke laqî şikabû, ewanî tir saẍ derçûn.

hemîşe lew çwar sałey qeyraneda dewłet xerîkî le beyn danî şořş û barzanî bû. tenanet twanîbûy ’ubêdîłłay kuře gewrey barzanîş bikate casûs û pyawî xoy. wek le dwayîy şerefnameşda gutûme: barzanî le kobûneweyekî gewreda gutî: tank û teyare û topî dujmin pêman newesta, detirsim pûł û pile û tirumbîl û qesir lebeyntan berê! řast ewe bû. ewaney ke çendîn sał bû le şořş bûn, wa şêtî derece û pûł û qesir û tirumbîlî beẍda bibûn ke be’sî řûn deyanzanî taze ewane taqetî berdawberd û şeřyan nemawe. le mawey çwar sałeşda, řêgewbanî zor pan û qełay zor qayîmyan le kurdistan dirust kird û aşkira amadey hicûmî dîke bûn. êmeş hemû humêdman kewtibuwe ser êran û çek û yarmetîy ew. hemîşe be setan le fermandehanî pêşmerge, le taran û şarekanî tirî êran, xerîkî xoşguzeranî û pûł xerc kirdin bûn.