hatnewey hełatuwan û lêburdinî barzanî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  711 Dîtin

degeł kemal qedemman lêdeda. çawim be kûçeyekî tengî binbest kewt; le dergay kûçe nusrabû: «selam ’adil». gutim: «were her biłê qedrî şyû’îy ’ereb nagîrê! eger kujran awa le mosko nawtan le ser kołanan denûsin!».

le moskořa řast hatînewe fiřgey beynelmîllelî estembuł; ke sewda her be dolare. zorman şit kiřî bo dyarî. çûme dûkanêk daway ciẍarem kird, kabra gutî:dexîle to biço paketêk çay lîptonim bo bikře. her ciẍareyekit bwê detdemê û zyadit lê nastênim. pakete çam bo kiřî û lebin dûkanekey şardyewe wiçend giłosêk ciẍarey xarcîm lê kiřî.

le teyarey berew ’êraqda zorman wîskî û widka kiřî ke be dînarêk bû; le beẍda be pênc dînar. çemedanekanman piř kird. le dû dutił pitir memnû’ bû. gutman eger lêyan sandîn ewe çiş; řîskî xoman dekeyn. şew dewrî se’at yekî paş nîweşew geyîne fiřgey beẍda. kemal lepêşda çû teftîş bikirê. efsere be’sîyeke gutî: kwa pênast? dîtî, gutî: kurdin?

- bełê!

ewîş kurdêk bû, gutî biřone der!

îḧsan şêrzad çawenořman bû. ême pêdekenîn; gutî: diłtan xoşe, dyare le řûsya baş hatûnewe.

- bełê baş hatûynewe. bełam pêkenînekeman bew dû çemedane piř le meşrûbeye ke neyanpişkinîn!