biřyarî dananî ferhengêkî kurdî be kurdî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1257 Dîtin

ře’îsekeyan gutî: to çon ew hemû wişe ’erebîyaney ke le qur’anda hatûn dełêy le farsî û kurdîyewe wergîrawin? nazanî îmamî şafî’î fermûye: herçî le qur’anda hatuwe hemûy ’erebîy řesene û zimanî bêganey tê nehatuwe?!

- cenab! şafî’î bo xoy ew fermayştey kirduwe; le luẍetî bêgane hîç xeberî nebuwe.

hemû tefsîrekan dełên wişey «mişkiwe» ’ecemîye. ew car ke min nizîk ḧewsed kelîmeyem peyda kirduwe, tenya řwanîwmete sê kitêb: «wişey farsî be ’arebî kiraw» nûsînî keşey mardîn «edday şêr» ke le 1909da çap kirawe; dûhem: «alim’irb lilwalîqî» ke le çerxî çwaremî koçî nûsrawe û çend car çap kirawe; sêhem; «almincid» ke ser le berim pişkinîwe. êwe herçî nûsîwme eger lem sê kitêbeda netandîtewe le ser minî ḧîsab ken. egerçî bo xom pitir le hezar û çwarsed wişey ’erebîm dozîwetewe ke le kurdî û farsî û îtalî û ḧebeşî û ’îbrî û aramî û fîr’ewnî û feřansî û řûsî wergîrawin; bełam min ewanî xom nenûsîwe.

kêşeyan lebîr çuwewe; emcar deyangut çon baweř bikeyn ke to ḧewselet hebuwe hemû «almincid» bixiwênîtewe?! be selamet le kêşeyan řizgarman bû.

leser şafî’î şitêkî dîşim le bîre: le xêwetî şêx ’ubêdîlla çend melayek mîwan bûn. basî xutbey cum’e û tełqînî mirdû kira ke şafî’î dełê debê be ’arebî bin.

gutim: şafî’î wek ew be’sîyane řegezperistêkî ’ereb buwe; dena le pêş xutbey cum’eda ḧedîsêk dexwênrêtewe ke dû xutbe le cêgay dû řikatî cema’ete. eger witarbêj çuwe ser mînber, kes qise neka; gwê bigirin! kesê qise bika piřupûçe. kê piřupûç biłê, nwêjî cum’ey bernakewê. yanî nisḧettan deken. kabray kurd yan turk ke nazanê bas çîye, gwê bigrê û negrê her hîçe. ke wa bê qet nwêjî cum’ey ewaney ’arebî nazanin bernekewtuwe. tełqîn bo mirdû nîye; bo ew zînduwaneye ke hatûn mirdû binêjin. diłyan nerme û mirdinyan le bîre; nisḧetyan dekirê ke eger pyawî çak nebin paşeřojyan xirap debê. ke wa bû debê be zimanî xoyan nisḧetyan bikirê.

melayekim lê řast bowe: to çon bê’edebî degeł îmamî şafî’î dekey?!

zoryan xoyan lê tûře kird ke qisey hejar ḧîsabîye û ême bîrman lê nekirdotewe...

le koř namîlkeyekim derbarey «’eşîretî gawanî kurd» - ke le zemanî ’ebbasîda xawen naw bûn û şarî ḧîlleyan dirust kirduwe le ’erebîyewe kirde kurdî û çap kira. heftey dû car yan sê car ko debûynewe; îstilaḧatî ’arebîman be kurdî dedîtewe. her keseş debwaye sałyane ḧîsabî berhemî bikirê bizanîn le sałêkda çî kirduwe ke xizmet be komeł bê.

duktur pakîze řefîq ḧîlmî lew kesane bû ke her dezanin basî xełk be nezan û bêkare biken û gałtey be hemûman dekird. dway dû sał ke lêkyan dawe, qet taqe dû dêřêkî berhem nebû. boy nûsra yan xot bikêşewe yan derit dekeyn. ew řoyşit. ’ebdułła neqşibendîş ke midîrî kullî ḧîsabat bû, neydekira dû kar bika; kişayewe. «cemal baban»,