çend qisey xoş

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  955 Dîtin

qederêk enwer diłsozim le cîgey xom dana ta le beẍda dêmewe. pêm waye basim kird ke çon komonîstêk bû. êstaş le yemenî cenûbî hemekareye. nawî mela biraym bû. ke hatmewe, hera bû. karî be xełkî dê kirdibû, pûłî nedabûnê. sabûn û peře ciẍare û tîẍî řîş taşînî pêşmergey bo biray nardibû. derzîyekî be mirîşkêk le feqîran dabû. zor zû gutim to lêre memêne. pûłî kirêkaranim lê wergirtin û damnê. mela biraym be sûkayetî řoyşit.

demêk bû ke le sûreban bûyn. her debû ke le dê dûr kewînewe û le deşt biřîn. wîstim awdestêk dirust bikem. mam dawdî mêrdî mêrêy awhênmanim bang kird:

- awdestêk bikołe pûłit dedemê!

tûře bû: ’eyb nîye min awdest bikołim? her naşzanim koy dekołn!

- mam dawid bibxişe! menzûrim ewe bû eger enwer (mela biraym) bimirdaye, to çon qebrêkit bo dekołî?

- kwa xwa ewe deka? eger ew segbabe bimrê, qebrêkî lo dekem qetî lê derneçêtewe!

- de başe biřo bîkołe bizanim çonî dekołî?

qûłkêkî zor dûrudrêj û qûłî kołî ke enwerî zig zilî be hasanî têda binêjrê. witim dareřay ke û kunêkî têda bêłewe, ewe bû be awdest!

pêşmergeyekman be nawî ’elî- ke xełkî êran bû- be gałte pêyan witbû seyîd řesûłî babî gewre kujrawe. ewîş çil dînarî le kin seyîd řesûł danawe, le tawan şêt bû; daye kêw. dway sê řoj peydaman kird û hênamanewe. gutman deynêrîne beẍda. xizmêkî le zînwêwe hat gutî deybeme małe şêxî qernaqewê. ’elîyan ke birdewe, şêx hatuwe û gutûye: nawî cinokekanit hełde ta byankujim! emin emşew be qiłîc (şîr) pêncised cindokey kafirim kuştuwe û berî beyan lew xezayeda hatûmewe. ’elîye şêt dełê: ay be quřit daba milestûrî zig zil! eger to hênde merdî, de biço îngilîs û ’ereban bikuje û newtî kurdistanman bo bistêne! şêx dełê: em hetîwe kafrî dił řeşe, be min çarî nakirê!

le derfetêkî tirda- ke le bêxołan bûyn- birdime beẍdaye. qerar wa bû dwazde car le berqî biden, paş şeş car hełatbû. ke hatmewe cwênim pê da:

- bo nethêşt baş ’îlacit biken?

gutî: be xwa tirsam hênde ’aqił bim, be karî em wiłate neyem!

cêjnî řemezan bû; xeberim nard bo mela qadrî qazî gełałe ke be hoy cêjnewe şitê binûse bo řadyo. nameyekî dûrudrêjî nûsîbû; ke qełemî kopîyey be ziman teř kirdibû:

«le medînewe «pu’lube» dwazde řoje řê çûbuwe mekke, be pêẍemberî gut: mangim dîwe, fermûy: «weylun lî pu’lube» yanî: weyl le bo pu’lube...». kaẍez hemûy bew tûřehate piř kirabowe. naçar ciřim da û xom bê fitway qazî gutim cêjin le hemû layektan pîroz bê.

le sûrebanewe le ser daway kak ’ebdulxalq çûm bûme kargêřî řadyo şořş le «şînawê», le xwar qesrokêwe. cêgey têda jyanman nebû. fe’leman girt û çend jûrêkman dirust kird. jûrêkim bo xom kird; zor tengeber; beḧał cêge dû textî têda debû. le berd û quř bû; jûr û dewrî swaẍ nedrabû; hemû kelêneberd bûn. mişemmayekî naylonim be ber mîçekeyewe dabû ke xoł newerê. hewałanî ser řadyo zor bûn; ke dû lewane şêx ’ezîzî řezay basere, muhendîsî řadyo û berq, le çîkoslawakyawe hatbû; ewî tir řefîq çalakî hunermend û goynde û numayşinamenûs bû.