daway êran le barzanî û kewtine xeterî ême êranîyekan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1152 Dîtin

leweta degeł êran nêwan xoş bibû, ḧałî ême êranîyekan kewtibuwe xeterewe. dewłet daway le mela mistefa dekird ke êmey teslîm katewe. mela mistefa ḧaşay dekird ke ewane lay min nîyn. tenanet şewêk çûme lay «ḧacî omeran» barzanî bibînim. le kołan tûşim hat, gutî: zû biřo! êsta kêşey to bû. êranî dełên lay toye û dujminî dewłetî şahenşahîye. eger to dostimanî, debê bimandeyewe. min gutûme le kwê dejî . xulase wek çaw’êşedar lêman degeřan. betaybetî daway eḧmed tewfîqyan lê dekird ke ře’îsî ḧîzbî dêmukiratî kurdistanî êrane û hemîşe pêşmergey berdestî ew deçne êran û teqe le serbaz û polîs deken û kełegayî le êran deken; debê her bimandenewe. ke yekcar zoryan zorî hênabû, barzanî naçar eḧmedî beřê kird bo sinûrî turkye le gundî «kanî masî» le «birwarî bała» bimênêtewe û le ser sinûrî êran dûr kewêntewe. ke wek dełên ne şîş bisûtê ne kebab. eḧmed herçend bew dûr xistineweye le çalakî û ḧîzbayetî dijî êranî dagîrkerî kurdistan dekewt, naçar milî da û degeł çend hewałêkî êranî barî kird û lêm dûr kewtewe. eḧmed beřastî şîrî mîsrî bû; de kalan nedewesta. bełam çi dekey? fermanî barzanîye û way be mesłeḧet zanîwe. eger lêkîş dûr kewtibûynewe, namey dostaneman bo yektir denard û le beramber dededłyekanî diłdarîm dedawe ke sebir bika, bełkû ewe xwaye em gîrugirifte be ser biçê û be xoşî tûşî yektir bînewe. lew sinûre dûreş ke destî le êran kota kirabû, le karubarî befayde newêstabû. sereřay ders be pêşmerge gutin û sewad fêr kirdinyan, dû baẍî becêmaw le caşanî zîndû kirdibowe. řastî baẍdarêkî zor be selîqeş bû; ke min nemdezanî. çend carêk sêw û mîwey baẍekey bo nardim; debû her bêye seyryan.

kurdêkî sabłaẍî be nawî «sidîq encîrî» maweyek bû le taranewe hatbuwe «derbend» le «bałekayetî». hewweł car le şarî qeładzem dît. dwayî le derbend çend carêkim dedît. tarîfî xwêndewarî û zanayîyan dekird. pyawêkî hêdî û hêmin û leserxo bû. lew serdemaneda ke eḧmed dûr xirabowe bo sinûrî turkye û ême le «lêwje»bûyn, degeł se’îd nawêk- ke be çawêk bû- bûne mîwanî binkekeman; pazde řoj manewe. řojane xoy û se’îd deçûne derî dê, bo cemî nîweřo û şew dehatnewe û tewaw hogrî sidîq bibûyn.

çend carêk le mektebî syasîyewe- ke zorman lê nizîk bû- xeberyan daynê ke êranî nawî ewyan pirsîwe; ba lew nizîke nemênê. samî û min ḧaşaman kird û cwabman nedanewe. řojêk debwaye dû řojnamenûs û fîlimberdarî ełmanî bêne laman le lêwje. kak samî be sidîqî gut: emřo meçne ew sekoyey naw darane ke hemû řoj lewê dadenîşin; çunke nazanîn kê degeł ew ałmanîyane dê. lewaneye casûsî êranî řegełyan kewtibê. sidîq lew qise nařeḧet bû; gutî: dyare detewê řam negrî! îtir bê xwaḧafîzî kirdin degeł se’îde kwêr řoyştin. çûbûne cêgey řadyo le «girdêm»; bibûne mîwanî xalîdaẍay ḧîsamî. gutbûy hêlkem heye çonî dirust keyn! sidîq gutbûy: deçim lew dem çeme pinge dênim, kûkî dirust dekeyn. îtir ew řoyne bû, nehatewe û bê seruşwên çû; kes xeberî nezanî. sidîq zor car seferî dekird û be hewałanî xoy nedegut bo kwê deçim. hemû kesê ke deynasî lay wa bû ’eqłî biřîwye çotewe êran û taran bo lay hewałanî tûdeyîy xoy. paş maweyekî zor, bawkî sidîq le qesrê hate lay mela mistefa, basî kuřekey kird ke lem nawe şirtugum kirawe. barzanîy gutî: hîç wext kuřî tom nedîwe û naşzanim kê dełêy. taqîq dekem, toş bipirse bełkû şitêkî le çarenûsî bizanî. êstaş ke neyzanî sidîq encîrî çî be ser hat.